06 mars 2016

Ne hewceyî dewletê ye, cahş têra kurdan dikin



Cahşên(qoriciyên) hin gundên Norşînê îro bi sîlehê li ser namûs û şerefa xwe sond xwarine ku ewê bi dewletê ra li dijî gelê xwe û zarokên xwe bi ruh û can şer bikin ji bo ku 1000 lîre meaşê dewlet dide wan heq bikin.
Li Kurdistanê 46.500 cahş hene û hukûmeta AKPê dixwaze 10 hezarên din jî îsal bigre.
Heta ku hevalbendiya dewletê, hukûmetê û cahşîtî wek xayintiyê û karekî rezîl neyê dîtin kurdên bibin hevalên dewletê û li hemberî gelê xwe şer bikin ewê tim hebin.
Lema jî dibê navê qorîciyan û hevalbendên dewltê û hukûmetê jî wek li Kurdistana başûr CAHŞ be û meriv bi vî navî xîtabî wan bike.
Dibê meriv rû nede kesên cahş, silavê nede wan, bi wan ra hevaltiyê neke. Bi kurtî dibê meriv wan afaroz bike…

XXX
Davutogluyê emirberê Erdogan, do ji nişkave bazda Îranê û bi alîkarê yekem yê serokkomarê Îranê Îshaq Cîhangîr ra cviya.
Çima ev serdana ji nişkave?
Ma Davutoglu li Îranê li qotika dilê xwe digere?
Na, ji ber ku îşê wan ketiye Îranê, emiberê Erdogan Davutolu rejîma meleyan baş zeyt kiriye, gotiye “di rojên giran da em tim li ba Îranê bûn û lema jî di rojên pêş da jî dibê em bi hev ra bixebitin…”
Tirk di siyaseta xwe ya Sûriyê da tik û tenê mane, bûne wek kûçikê kurmî, her kes ji wan direve, her kes dizane ku hevalê Daîşê ne.
Bêyî alîkariya Tirkiyê, Daîş , Nusra û hemû çeteyên din nikanin mehekê jî li ber xwe bidin…
Ji ber ku rezîl bûne, li dinyayê û li herêmê kes bi wan ra nemaye, lema jî ji mecbûrî xwe davêjin dexlê Îranê ji bo ku di mesela kurdan da ew û Îran bi hev ra hereket bikin.
Di mesela Sûriyê û pêşeroja Sûriyê da ew û Îran li dijî hev in, ne mimkûn e li hev bikin. Lê di mesela kurdan da helbet Îran jî bi qasî wan li dijî kurda ye û naxwaze kurd li Sûriyê bibin xwedî maf. Di vir da ewê rehet li hev bikin.
Lê bi kurtî gurrî bûne û xwe di dîwaran didin, hemû derdê wan li Sûriyê kurd nebin xwe dîmaf…
Ji xwe hebûna bi tunebûna kurdan ve girê dane, lema jî wek dewlet 24 saatan ji bo tunekirina kurdan dixebitin.

XXX


Erdogan bûye zîhakî(ejderhayekî)pir mezin, dixwaze berê kurdan daqultîne û dû ra jî hemû raqibên xwe.
Dîrok ewê binivîse, Erdogan ji Stalîn û Hîtler ne kêmtir e. Tiştê îro aniye serê kurdan ji yên Daîşê, Esed û Seddam xerabtir e.

05 mars 2016

Kovara BAR li hemû xwendevanên kurd pîroz be !




Bi xêra medyaya sosyal(civakî) meriv ji gelek tiştan, ji tiştên baş jî û xerab jî haydar dibe.
Berê ne wiha bû, heta me xebereke dibihîst di ser ra wext û zeman derbas dibû. Lê ”kafiran”  ev dinya bêserî û bêdawî  ji gundekî jî biçûktir kirin.
Çend keç û xortên mûşî kovarekê derdixin ez li Stockholmê tavilê pê dihesim û di cî da wan pîroz dikim.
Û ew jî di eynî bîstikê da nivîsa min dixwînin û bersîvê didin min…
Di rewşê wiha da diya min dibêje ”îşê Xwedê çi xerîb e!”
Lê ji îşê Xwedê bêtir, îşê ”KAFIR”an e.
Yanî îcadên van ”kafiran”  ji însaniyetê ra kirine  dûrî aqilê me ye.
Ji ber ku aqilê misilmanan naçe ser tiştên wiha.
Bi xêra Facebookê do min dît hin keç û xortên serhedî(mûşî)zend û bendên xwe vemaltine û di van rojên tarî, rojên mişt êş û jan da kovareke bi navê ”BAR” derxistine.
Bi qasî min fêm kir kovar bi kurdî ye. Lê kovar ewê salê çend hejmar derkevin ez nizanim. Li ser peryoda weşanê û naverok û zimanê wê tu agahdariyeke min tuneye. Min tenê xebera derketina wê xwend.
Bi dîtina xebera li ser kovarê ez gelkî kêfxweş bûm û min bi vê nivîsa li jêr derketina kovarê(BAR) pîroz kir.
Bi vê nivîsa xwe min xwest him mizgîniya derketina kovara ”BAR” bidim we, we ji hebûna kovara ”BAR” haydar bikim û him jî nivîsa xwe ya pêrozbahiyê bi we ra parve bikim.
Bi minasebetên wiha meriv dibîne ku keç û xortên evîndarên zimanê xwe ne, kesên zanin bi kurdî binivîsin û bixwînin ne hindik in, pir in.
Meriv vê yekê bi xêra medyaya sosyal dibîne.
Ev yek him min dilşa dike û him jî hêviyekê dide min.
Çimkî  ji bo berdewamiya zimanê kurdî dibê nifşên(cîlên)nuh bi kurdî bizanibin û binivîsin, berhemên bi kurdî bidin gelê xwe.
Yanî di nabêna nifşan da dibê berdewamiyeke hebe.
Hin kes li pey tiştên “bêqusûr” û mukemel in, berhemên ne li gorî zewq û pîvanên wan bin pîs dibînin û tu feydeyekê di hebûna wan da nabînin.
Heta tiştên wiha, berhemên wiha bi zirar jî dibînin.
Ez bi xwe wer nafikirim, di edebiyata nivîskî da tu berhemeke “pîs” û bi “zirar” tuneye.
Bi her zimanî tiştên, berhemên yek ji yekî xweştir hene.
Ev qaîde ji bo kurdî jî derbas dibe.
Di kurdî da jî helbet hin berhem hene di warê zimên, naverok û hostatiya edebî da ji hin berhemên din baştir in.
Lê ev nayê wê maneyê tunebûna hin berheman ji hebûna wan çêtir e.
Ez bi xwe her tiştê bi kurdî tê nivîsîn muhîm, baş, bi feyde û hêja dibînim.
Û ji xwe meriv bi derbekê da nabe hoste, ev îş qonax bi qonax e, meriv berê dibe şagirt, dû ra dibe xelfe û dû ra jî dibe hoste.
Lê dibê em ji bîr nekin ku hosteyê di ser hev ra jî hene, her hoste bi qasî hev ne hoste ye, hosteyên hesteyan jî heye…
Careke din ez kovara BAR pêroz dikim û ji hemû nivîskar û kedkarên wê ra serketinê dixwazim.

“Xortê xoşewîst û kurdperwer Bîlal Ata Aktas, ji ber ku çend we keç û xortên kurd biryara weşandina kovara ”Bar” daye ez we hemûyan ji dil û can pîroz dikim.
We biryareke rast girtiye û akrekî hêja û ji bo kurdan bi feyde daye ber xwe.
Erê we bi ”Bar”, barekî giran daye ser milê xwe lê hêjaye meriv wek xort, wek keç û lawê kurd tëkeve bin vî barî.
Heger hûn, yanî keç û xortên nuh radibin û li zanîngehan dixwînin nekevin bin barên wiha, berpirsiyariyên wiha negrin ser milên xwe ma kî ewê bike?
Ya din jî ji ber ku hin keç û xortên mûşî dest avêtine karekî wiha gelkî kêma min hat. Çimkî van mêrdinî diyarbekriyên ëdî em merezarï kirin efendim. Tu kïjan kevirî radikî yekî mêrdînî ji bin derdikeve û carnan jî diyarbekrî.
Ji me ruhayiyan(îsotçiyan) hey tu tişt sadir nabe, qenekê serhedî bira zend û bendênn xwe vemalin û wek şêr û şepalan dakevin qada xebatê û ji van mêrdiyan ra bibêjin, ” bes e zirtan bidin xwe, va ye em jî hene û ji w ene kêmtir in jî…”
Bêguman derxistina kovareke kurdî ne hêsa ye, gelek dezavantaj û zahmetiyên wê hene. Lê her kar wiha ye, dibê meriv netirse û xwe tevê ke.
Meşa herî dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike.
Û ji bo berdewamiyê jî dibê meriv îstîkrarê nîşan bide, dibê meriv zû neweste…
Hêvî dikim ”BAR”, bi xwerû bi kurdî ye, heger xwerû ne bi kurdî ye, tevlihev e, bi baweriya min ne baş û hûn dernexin baştir e.
Bi dîtina min di roja îro da her tiştê ne bi kurdî, çi dibie bira bibe, rojname, kovar, kitêb, telewîzyon, radyo, malperên internetê û hwd, ne li kara kurda ye, ji karê bêtir zirarê dide kurdan, pir hindik ji asîmîlebûna kurdan ra xizmetê dike.
Kovar, rojname, telewîzyon, malper û hwd. kurdan hogirî zimanê tirkî û edebiyta tirkî dike û ji kurdî bi dûr dixe.
Heta gelekê caran însanan ji kurdayetiyê jî sar dike.
Lema jî heger merivê derxe dibê kovareke xwerû bi kurdî derxe, ne kurdî-tirkî tevlihev.
Lê heger ji bo karekî wiha kadir û îmkan tunebe, bi dîtina min dibê meriv ji tirkî ra jî xizmetê neke.
Dera tirkî lê hebe kurdî bo pêş nakeve.
Ez viya ne ji bo kovara we tenê dibêjim, ev 35 sal in ez xwediyê vê fikrê û vê baweriyê me û tim û tim jî dubare dikim.
Ji nuha da ji we ra, ji kovara ”BAR” a xwerû bi kurdî ra serketinê dixwazim….
Gelek sialvên dostaniyê.”
Zinarê Xamo

04 mars 2016

Miletê tirk ji wahşet û qetlîmên dewleta xwe pir memûn e

Miletê tirk ji wahşet û qetlîmên dewleta xwe pir memûn e û dixxwaze dewlet vê siyaseta xwe ya li hemberî kurdan bidomîne
Li gorî lêkolîn û anketên li Tirkiyê di nava tirkan da hatine kirin miletê tirk ji wahşet û qetlîamên dewletê li Kurdistanê kirine pir memnûn e û dixwaze dewlet van operasyonên xwe yên li Kurdistanê bidomîne.
Ji xwe Erdogan jî li gorî van anketan hereket dike, gava dibîne milet miletê tirk ji wêrankirina bajarên kurdan û qetlîaman memnûne dom dike û bêtir dikuje û bajran wêran dike, dide ber tank û topan.
Heta serokên PKKê xwediyên vî aqilî û vê siyaseta malwêran bin, kurd ewê ji dewleta tirk ra tim nêçîr bin, dewleta tirk ewê hîn pir me bikuje û di nava kavilên bajaran da pir û perîşan bike…
Bêyî bi sedan keç û xortên di buhara jînê da jiyana xwe wenda kirin û gelek bajarên kavilbûyî we çi bi dest xist, we ji gelê xwe ra çi ahvil kir?
Bi sedhezaran însanên li kuceyan mane nuha ewê çi bikin û bi ku da herin?
Gava meriv vîdeo û rismên bajarên kavilbûyî dibîne kezeba meriv diperite, lê belê ev yek ne zikê kesî têr dike û ne jî ji wan ra dibe star.
Lema jî dibê bi lez û bez PKK, HDP û hemû partiyên kurd bi hev ra organîzasyoneke alîkariyê çêkin û herin hawara gelê Cizîrê, Sûrê, Dêrikê û Nisêbînê.
Em mecbûr in tiştekî bikin, ev, berpisiyarî û wacibekî me yê siyasî, exlaqî, însanî û kurdayetiyê ye.
Dibê alîkarî were organîzekirin, dibê hesabekî alîkariyê zû were vekirin ji bo ku însan kanibin alîkariyê bikin.
Dibê nuha em dev ji reqabet û minaqeşeyên siyasî berdin û bi hev ra herin hawara gelê Cizîrê û derên din…

XXX


Fermo, tiştê dewleta tirk û hukûmeta Muhsîn Kizilkaya, Orhan Mîroglu, Mehdî Eker, Mehmet Şimşek, Cevdet Yilmaz, Mehmet Metiner û hemû kurdên AKPê layiqî kurdan dîtiye bibînin.
Baş bala xwe bidinê dewleta tirk û hukûemta AKPê çi aniye serê me kurdan. Cizîra hûn dibînin bûye Stalîngrad û Dresdeneke nuh.
Perçên bedenên zarokên me di nava van xerabeyan da bîn didin. Dewleta tirk û hukûmeta Davutoglu, ji bo ku kurd bîna genîbûna termên zarokên xwe bigrin, ji bo ku dest, nig û serên wan ji nava molozan top bikin ev bajarê wêran ji me ra hîşt.
Ji bo ku kurd û dinya bibîne ku tirk dikanin çi hukmê bikin !

03 mars 2016

Kî dikane bibêje boriyên petrola Kurdistanê Tirkiyê neteqand?


Çend roj berê di hin malperên kurdî û di medyaya sosyal da hat îdîakirin ku PKKê boriyên petrola Kurdistanê teqandiye û bi vê kirina xwe bi milyonan dolar zirar daye Kurdistana Federe û gelê başûr.
Ji ber vê yekê jî PKK gelkî hat rexnekirin û li ser teqîna boriyên petrolê jî gelek texmîn û spekulasiyon hatin kirin.
Berdevkê hukûmeta Kurdistanê Sefîn Dizayî bi xwe got, ”PKKê 100 milyon dolar zirar gîhand Kurdistanê û me hişyarê da PKKê.”
Heta hat gotin ku PKKê ev sabotaj li ser daxwaza Îranê kiriye û gelek îdîayên wek vê bi cî û war hatin parastin.
Lê dû ra, piştî bûyerê bi çend rojan serokwezîrê Kurdistanê Nêçîervan Barzanî got, ”ew nikane bibêje PKKê borî teqandiye.
Do jî Fermandeyiya Navenda Parastina Gel (NPG) di beyanekê da îdîeya teqandina boriya petrolê red kir û got ”ne wan û ne jî hêzeke din ya PKKê boriya petrola Kurdistana başûr neteqandiye, ev îddîa vir e û propagandeyeke li dijî wan e.”
Berpirsiyarê KCKê Demhat Egît jî piştî bûyerê daxuyaniyek da û got:
”Me nekiriye û em nizanin kê kiriye, di vî warî da tu zanîneke me tuneye.
NPG di beyana xwe da dibêje ”dibe ku îstîxbarata Tirkiyê û koma kontra ya MITê ev kar kiribin…”
Bi baweriya min jî ev ne îhtîmaleke beradayî û dûr e. Gelek sebeb hene ku Tirkiye tiştekî wiha bike, ji bo ku him kurdan bera hev bide û him jî li Kurdistanê krîza aborî kûrtir bike.
Ez li beyana Nêçîrvan Barzanî geriyam lê min nedît. Esas di beyana wî da jî li ser şiklê teqandina boriyan hin gotinên manîdar hebûn. Lê min beyan nedît.
Ji xwe heger şikeke din tunebûya, ji hêzeke din şik nehata kirin Nêçîrvan Barzxanî ew beyan nedida û nedigot ez nikanim bibêjim PKKê kiriye.
Maneya xwe hukûmeta Kurdistanê ji PKKê bêtir ji hin alî û hêzên din şikê dike.
Em dizanin nuha li Kurdistanê di warê siyasî û aborî da krîzeke mezin heye, hukûmeta Kurdistanê ev çend meh in nikane meaşê karkir, mamûr û pêşmergeyan bide. Ev yek di nava milet da bûye sebebê nerazîbûneke mezin.
Di demeke wiha nazik û krîtîk da ji her kesî bêtir tirk ewê bixwazin sabotajeke wiha bikin, ji bo ku kurd him nikanibin petrola xwe bifroşin û him jî bûyerê têxin hustiyê PKKê û bi hawî hukûmeta Kurdistanê û PKKê bera pêxîla hev bidin.
Kurdên başûr li hemberî PKKê tahrîk bikin û bînin hemberî hev.
Yanî pûştiyeke wiha ji tirkan tê û dibê kurdên başûr û hukûmeta Kurdistanê bizanibin ku kesên ew pê ra kaban davêjin, ew pê ra ”hevaltiyê” dikin ne dost in, neyarên wan in, ji bo ku zirarê bidin wan dikanin her bênamûsiyê, her namerdiyê bikin.
Kî dikane bibêje boriyên petrola Kurdistanê Tirkiyê neteqandiye û Tirkiye karekeî wiha nake?
Ez dibêjim Tirkiye dike û dikane tiştê ji viya xerabtir jî bike...
Ji bo Tirkiyê îro tiştê herî muhîm û di dereceya herî pêşî da bêguman qelskirina PKKê ye.
Dewlet dixwaze li her derê dijminan ji PKKê çêke, kurdan ji PKKê dûr bixe, wan bike dijberên PKKê.
Û ji bo tiştekî wiha jî sabotajeke wiha mikemel e, provaksyoneke ji viya xweşiktir nabe.
Tirk dibêjin ”bi kevirekî du çivîk kuşt”, yanî îhtîmaleke pir û pir mezin e ku dewleta tirk borî dabin teqandin.
Û heta ez dibêjim miheqeq ew in.
Ji bo ku him hukûmeta Kurdistanê û kurdên başûr li hemberî PKKê gurgîn bikin û him jî derbeke mezin li çaviya çavkaniya hatina kurdan xin û bi vê yekê jî li Kurdistanê krîza aborî kûrtir bikin.
Dibê berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê bizanbin ku tirk, dewleta tirk û hukûmeta AKPê çiqasî dijminê PKKê ne hewqasî jî dijminên wan in.
Tirk îro ne xêrxwaz û dostên kurdên başûr in, dibê ev yek baş were zanîn. Dewlet li bende fersenda xwe ye, nuha PKK di dora yekem da ye, prîorîterînga wan nuha PKK ye, lê ev nayê wê maneyê ku ew xêra kurdên başûr dixwazin, ew dostên wan in.
Baweriyeke wiha, xeyaleke wiha pir tahlûke ye, tirk mar in, dûpişk in, dibê meriv tu carî bawerîya xwe bi dûpişkê neyne û weselam…
Dixwazim çend gotinan jî li ser fesad û gelacan bibêjim.
Di destpêkê da dema hat gotin ku borî ji alî PKKê ve hatiye teqandin, gelek  fêsad ”bekoewanan” tavilê êrîş birin ser PKKê û gelek tiştên ajîtatîf gotin.
Lê li gel ku Nêçîrvan Barzanî bi xwe jî got ew nizane kê borî teqandiye, heta ew nizane borî hatiye teqandin ya jî nehatiye teqandin û ew nikane bibêje PKKê kiriye, lê van fêsadan qet qala van tiştan nekirin.
Yek, Nêçîrvan Barzanî dibêje ne PKK ye û ya din jî dibêje dikane Tirkiye be. Bi kêmanî gotinên wî tên wê maneyê jî.
Lê van fêsadan di qet qala van tiştan nekirin. Ev jî tiştekî gelkî balkêş e.
Not:
Min beyana Nêçîrvan Barzanî dît. Beyan wiha ye:
”Borî hatiye teqandin ya jî nehatiye teqandin, ya jî ev çalakî PKKê kiriye ya jî nekiriye ez nikanim tiştekîli ser bibêjim.”




Kî çi mal e derket ortê

Êrîşên dewletê ser Farqînê, Cizîrê, Sûrê, Dêrikê, Nisêbînê, Şirnexê û Hezexê kesên kurdperwer û xayin, kesên bi namûs bênamûs, kesên hevalên gelê xwe û hevalên dewletê, kesên dilsoz û dilreş baş ji hev gerand.
Namûs cewhereke nexuya ye, gelekê caran kesên ji wê bêpar in fena ku xwedînamûs bin xuya dikin.
Lê belê êrîşên dewletê yên van sê çar mehên dawî yên ser bajarên kurdan ev nediyarî ji ortê rakir,
kî çi mal e,
kî çi rûvî û çi keftar e,
kî canfîda û kurdperwer e,
kî dilxwaz û destikê neyar e baş xuya kir.

XXX
22 sal berê, di dudiyê adara 1994a da meclîsa tirk bi lez, di nava çend saetan da parlamenterên HEPê Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Ahmet Turk,Selîm Sadak, Sirri Sakik, Leyla Zana û Mahmut Alinak ji parlamenteriyê da xistin û polîsan bi heqareteke mezin ew girtin bin çavan û dû ra jî avêtin zindanê.
Û dadgega tirk ya nîjadperest û tiroviro 15 sal ceza da Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Selîm Sadak,Alinak.
Ji wê rojê heta nuha li Tirkiyê ji bo kurdan bi qasî misqalekî jî tiştek neguheriye û berbî başiyê ve neşûye. Heta meriv dikane bibêje rewş xerabtir bûye, wek mîza devê bi paş da çûye.
22 sal berê jî dewletê nedixwest hebûna kurdan qebûl bike û mafê wan yê netewî bide, îro jî naxwaze, îro jî eynî siyaset e.
22 sal berê jî dewletê wisa bawer dikir bi girtinê, bi terorê, bi kuştinê ewê kurdan teslîm bigre û hêdî hêdî bike tirk, îro jî eynî meju û eynî mentix e.
Hovîtiya li Cizîrê, li Sûrê, li Dêrikê, li Nisêbînê û li Hezexê kirine û hîn jî dikin, ji wahşet û hovîtiya 22 sal berê pir û pir xerabtir û dirindetir e...


2016-02-03

02 mars 2016

Ji Kurdistana başûr xeberên bi xof tên

Av di kortê da zêde bimîne genî dibe.
Gelşên siyasê zû neyên çareserkirin mezintir û girantir dibin. Û gava mezin û girantir bibin jî çareseriya wan zahmet dibe. Û dikanin biteqin jî…
Li Kurdistana başûr ev saleke di nabêna PDKê û hemû hêzên din da(Goran, YNK û partiyên îslamî) krîzeke siyasî heye.

Wek dîktatorekî umrê Erdogan hindik ma



Nivîskar û lêkolînerê emerîkî Michael Collins gotiye, taliya Erdogan nêz e, ”rojên wî hindik mane û sebebê hêrs û hîdeta wî jî ji ber vê ye.”
Michael Collins her wisa gotiye, ”Tiştê Erdogan û dostên wî jê ditirsin ketina girtîgehê ye…”
Hêvî dikim texmîna Michael Collins rast be û ez wê rojê bi çavê xwe bibînim.
Ji bo min ewê bextewariya herî mezin be roja ez destên Erdogan, Ala, Davutoglu û Hakan Fîdan di kelepçeyê da bibînim.
Bi baweriya min jî ev ne xeyaleke vala ye, texmîneke cidî û realîst e.
Min bi xwe jî çend caran gotiye taliya Erdogan ewê gelkî xerab were. Ji ber ku Erdogan li Sûriyê û li Kurdistanê sûçên pir mezin yên li hemberî însaniyetê kirine, bi sedhezaran însan daye kuştin, ev 5 sal in di her warî da alîkariya hêzên cîhadîst, Daîşê, Nusrayê û yên dike.
Di teqînên Diyarbekrê, Surûcê, Anqerê yên li hemberî HDPê da sedîsed tiliya MITê hebû, bi emrê Erdogan û Hakan Fîdan hersê qetlîam hatin kirin.
Li Sûriyê heta bigihîje çekên kîmyayî jî bi Daîşê û çeteyên cîhadîst dan bikaranîn.
Yanî heger carê nigê wî bişemite, ji ser hukim da bikeve ewê ser serî here, xelasiya wî tuneye.
Ew jî bi viya zane û lema jî dixwaze sîstemê biguhere û xwe bike serokkomar.
Lê ji dîrokê em zanin ku hema hema tu dîktator ji taliyeke trajîk xelas nebûye, ya hatiye girtin ya jî hatiye kurştin.
Ez dibêjim taliya Erdogan jî ewê ji ya dîktarorên din ne cuda be, ew û çeteyên dora wî jî rojekê ewê cezayê xwe bibînin.
Michael Collins emerîkî ye, desê emerîkiyan dirêj e, bela sebeb napeyivin. Hêvî dikim Collîn jî vala nepeyivîbe û ez û miletê kurd roja girtina Erdogan û Davutoglu bibînin.



01 mars 2016

Dawiya bênamûsan nayê



Dawiya bênamûsan nayê
Dibêjin di wext û zemanekî da camêrekî kûpê namûsê hebûye. Bibihîsta li ku derê yekî bênamûs heye, bi pê diket, diçû ew dikuşt.
Hal û karê wî kuştina bênamûsan bû. Dixwest dinyayê ji bênamûsan paqij bike.
Nêta wî, hesabê wî ew bû.
Gerek li dinyayê bênamûsek nemûnî....
Welhasil bi vî hawî gelek bênamûs kuştin.
Dawiya dawî rojekê hat girtin û ew derxistin ber hakim.
Hakim, kesên kuştibûn yek bi yek jê pirsî.
Wî jî bi diristî bersîva hakim da.
Hakim digot:
Çima te filan kes kuşt?
Wî jî dirêj nedikir, digot:
-Bênamûs bû !
Hakim çuqas sebeb jê dipirsî, wî jî tim digot:
-Bênamûs bû. Lema min kuşt.
Ji ber ku gelek kes kuştibûn û hemû jî qebûl dikir, lema hakim cezayê îdamê dayê.
Wî jî îtîrazî biryara hakim nekir û îdama xwe qebûl kir.
Hakim daxwaza wî ya dawî jê pirsî.
Bîstekê fikirî û got:
-Ez dixwazim tu ji bo şevekê min berdî, soz ezê sibe vegerim.
Gelkî li ber hakim geriya. Dawiya dawî hakim rabû ew ji bo şevekê berda.
Ji zûda li pê bênamûsekî bû, dixwest wî bikuje, lê fersend nedîbû. Bi şev çû ket mala yê bênamûs û jê ra got rabe ser xwe ezê te bikujim! Bira tu bibî bênamûsê dawiyê.
Mêrik rabû ser xwe û jê ra got:
-Baş e em bibêjin te ez kuştim, lê tu yê cîranê min çi bikî? Wî jî ev bênamûsî, ev bênamûsî kiriye. Em bibêjin te ew jî kuşt. Lê cîranê min yê din jî bênamûs e, tu yê wî çi bikî? Em bibêjin te ew jî kuşt, lê felan kes jî bênamûs e. Tu yê wan çi bikî? Ma tu dikanî bi kuştinê dawiya bênamûsan bînî? Bênamûs pir in û bi kuştinê dawiya wan nayê.
Bi vî hawî mêrik bi dehan bênamûsên ji xwe gelkî bênamûstir ji kûpê namûsê ra jimartin.
Kûpê namûsê dev jê berda, ew nekuşt û çû teslîm bû.
Roja din hakim jê pirsî, got te çi kir?
Wî jî çîroka xwe ji serî heta dawî ji hakim ra ta bi têve kir û got:
- Min xwest herim bênamûsekî bikujim, lê min ew nekuşt. Çimkî min fêm kir ku dawiya bênamûsan nayê, lema jî min ew bênamûs nekuşt…
Li ser vê, hakim got, :
-Madem tu ev mêr î, ez jî te efû dikim. Lê hay ji xwe hebe, tu jî wekî nebe…
Bi rastî jî bênamûs pir bûne, êdî wek berê fedî medî jî nemaye, di medyayê da dengê wan ji kesên binamûs bêtir derdê, ji kesên binamûs cesûrtir hereket dikin. Ji ber ku bûne havalên dijmin, dewlet li pişt wan e. Di telewîzyonan da, di rojnameyan da wek abûqatên dewletê her roj êrîşî kurdan dikin û qetlîamên dewletê diparên.
Lê helbet ev dewran jî ewê derbas bibe û rojekê were,
dewletê wan ji ber deriyê xwe biqewitîne…
Ez pir meraq dikim wê wextê ewê bi ku da herin û bibin zilamên kê?





Çavên wan derxistibûn, guh û pozên wan jêkiribûn.

Malbatên zarokên wan li Cizîrê hatin qetilkirin qala wahşeteke nedîtî dikin. Dibêjin hemû cenaze şewitandibûn, kiribûn qirik.
Malbatan nasnameyên zarokan ancax bi testa DNA ê tespît kirine.
Bavê mudûrê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş, Firat Aktaş gotiye:
”Gava min cenacê lawê xwe û cenazeyên din di wî halî da dît, hemû bûbûn arî, me ji çavên xwe bawer nekir. Çavên wan derxistibûn, guhên wan jêkiribûn, pozên(bêvilên, kepîyên) wan jêkiribûn. Di kîjan dînî da, di kîjan huqûqê da tiştekî wiha heye, yê dizane bira bibêje?”
Di dînê tirkan da, di qanaûna tirkan da heye.
Li dinyayê tu zulm, tu wahşet, tu namerdî, tu bênamûsî, tu bêşrefî, tu segbavî û pûştiya dewleta tirk li hemberî kurdan neke tuneye.
Bavê Derya Koçê Kemal Koç jî gotiye, ”Me cenazeyên perçebûyî, şewitî dît. Ez bawer nakim Daîş jî viya bike.”
Bavê Weysî Bademkirin, Mehmet Bademkirin, nîvê bedena(laşê, cenazeyê) lawê xwe li Mêrdînê û nîvî jî li Dîlokê(Enabê) dîtiye. Mahmet Bademkiran jî gotiye:
”Ez heqê xwe helal nakim, ezê li van qatilan gilî bikim.”
Lê ya bi min gelkî zor tê, pirştî vê barbariya ji ya Daîşê jî gelkî hovtir hîn jî pozê gelek kurdî naşewite, hîn jî yek kes ji van qatilan neqetiya ye, hîn jî bi sedan kurd ji van faşîst û nazîstan ra parlamenteriyê, wezîrtiyê û şêwirmendiyê dikin.
Û ji van hevakrên neyar, şêwirmendê Davutoglu, bêyî ku ji vê îxaneta xwe şerm bike, dewleta tirk, serokê vê hukûmeta faşîst û fermandarê qatilên li Cizîrê cavên zarokên kurdan derxistine, guh û pozên wan jêkirine diparêze û dibêje ”gerek kurd minetdarê dewletê bin”, ji ber ku dihêle ew li Tirkiyê bijîn.
Berê ne wiha bû, lê nuha dewran bûya ya xayinan, êdî xayin pir cesûr bûne û dengê wan ji yê her kesî bêtir derdikve…



XXX
Sîteya Diyarnamê vê hefteyê ez bi xwendevanên xwe dame nasîn, li ser jiyan û xebatên min hin agahdarî dane xwendevanên xwe...
Mala Diyarnamê û kurdperwerê hêja Zekî Ozmen ava be.
Gelek spas ji bo Zekî Ozmen û sîteya Diyarnamê û hemû xebatkarên wê.