Av di kortê da zêde bimîne genî dibe.
Gelşên siyasê zû neyên çareserkirin mezintir û girantir dibin. Û gava
mezin û girantir bibin jî çareseriya wan zahmet dibe. Û dikanin biteqin jî…
Li Kurdistana başûr ev saleke di nabêna PDKê û hemû hêzên din da(Goran, YNK
û partiyên îslamî) krîzeke siyasî heye.
Bêguman gava meriv nikanibe gelşên xwe çareser bike, ji dijmin ra jî fersend û îmkanên gelaciyê û tahrîkê çê dibe.
Bi qasî ku xuya dike li Kurdistana başûr rewş pir hesas û krîtîk e, li aliyekî krîza aborî û li aliyê din jî xeberên provakasyonan û şerê birakujiyê belav dibin. Di medyaya sosual da, di hin malperan da xeberên metirsîdar derdikevin.
Bi dîtina min ev ne elameta xêrê ye, dibê meriv van xeberan bi henek negre…
Ev yek qet ne baş e û pir tahlûke ye.
Ji ber ku krîza aborî jî heye rewşê hîn jî xetertir û naziktir dike.
Fena ku hemû partî li aliyekî û PDK li aliyekî be. Ev ne baş e…
Di demeke wiha da bêguman Îran û Tirkiye jî ewê rehet nesekinin û ji bo ku kurdan bera hev bidin çi ji destê wan were ewê bikin.
Û dikin jî.
Bi baweriya min ji bo ku kurd bi hev kevin Tirkiye û Îran a nuha jî pir aktîf dixebitin. Tirkiye, ji bo ku vê kela kurdan yanî Kudistana Federe ji ber xwe da bixîne, ji ortê rake, her bênamûsiyê, her qeleşiyê û provaksyonê dike.
Dibê
serokê Kurdistanê û berpirsiyarên hukûmetê vê yekê qet ji bîra xwe dernexin.
Ebeden guh nedin kenê tirkan yê sexte, hukûemta AKPê îro çiqasî li dijî PYDê
ne, hewqasî jî li dijî Kurdistana Federe û PDKê ne jî. Siyaseta tirkan ü
dewleta tirk, dibê kurd li tu beşekï Kurdistanê nebin xwedî dewlet û dishilat….
Serokê Kurdistanê û PDK dibê vê rewşa başûr ya hesas û tahlûke bibînin û di
zûtirîn wextê da gelşên xwe yên bi tevgera Goran, YNKê û hêzên din ra bi riyeke
demokratîk û aştiyane çareser bikin, ebeden rê nedin zorê û şîdetê. Û wek serok
û partî ji alî xwe da bi biryadarî li dijî meylên şîdetî û zorbatiyê derkevin.
Ji bo ku careke din kurd bi hev nekevin û mala xwe û kurdan wêran nekin dibê
yek ji ber yekî daxu, yek tawîzê bide yê din.
ji bo ku gelşa siyasî ya li başûr heye zû û bi riyeke aştîyane were helkirin,
ger hewece be dibê PDKê bêtir fedekariyê bike. Ev ji bo serokê Kurdistanê ne
këmasî ye, belovacî wê mezinayî ye.
Bira neheqî li partiyekê, li şexsekî bibe, lê kurd bi hev nekevin û dijminên me
bi me nekenin.
Bihevketina kurdan malwêranîye û vê yekê jî serok û siyasetmedarên kurdên
başûr, PDK û YNK ji her kesî bêtir dizanin.
Diyaloga herî xerab ji monologê çêtir e, aştî û lihevkirina herî xerab ji şer û
berberiyê baştir e. Ji bo selametiya giştî carnan meriv tawîzê jî dide raqibê
xwe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar