Nivîskar û lêkolînerê emerîkî Michael Collins gotiye, taliya
Erdogan nêz e, ”rojên wî hindik mane û sebebê hêrs û hîdeta wî jî ji ber vê
ye.”
Michael Collins her wisa gotiye, ”Tiştê Erdogan û dostên wî
jê ditirsin ketina girtîgehê ye…”
Hêvî dikim texmîna Michael Collins rast be û ez wê rojê bi
çavê xwe bibînim.
Ji bo min ewê bextewariya herî mezin be roja ez destên Erdogan, Ala, Davutoglu û Hakan Fîdan di kelepçeyê da bibînim.
Ji bo min ewê bextewariya herî mezin be roja ez destên Erdogan, Ala, Davutoglu û Hakan Fîdan di kelepçeyê da bibînim.
Bi baweriya min jî ev ne xeyaleke vala ye, texmîneke cidî û
realîst e.
Min bi xwe jî çend caran gotiye taliya Erdogan ewê gelkî xerab were. Ji ber ku Erdogan li Sûriyê û li Kurdistanê sûçên pir mezin yên li hemberî însaniyetê kirine, bi sedhezaran însan daye kuştin, ev 5 sal in di her warî da alîkariya hêzên cîhadîst, Daîşê, Nusrayê û yên dike.

Di teqînên Diyarbekrê, Surûcê, Anqerê yên li hemberî HDPê da
sedîsed tiliya MITê hebû, bi emrê Erdogan û Hakan Fîdan hersê qetlîam hatin
kirin.
Li Sûriyê heta bigihîje çekên kîmyayî jî bi Daîşê û çeteyên
cîhadîst dan bikaranîn.
Yanî heger carê nigê wî bişemite, ji ser hukim da bikeve ewê ser serî here, xelasiya wî tuneye.
Yanî heger carê nigê wî bişemite, ji ser hukim da bikeve ewê ser serî here, xelasiya wî tuneye.
Ew jî bi viya zane û lema jî dixwaze sîstemê biguhere û xwe
bike serokkomar.
Lê ji dîrokê em zanin ku hema hema tu dîktator ji taliyeke trajîk xelas nebûye, ya hatiye girtin ya jî hatiye kurştin.
Lê ji dîrokê em zanin ku hema hema tu dîktator ji taliyeke trajîk xelas nebûye, ya hatiye girtin ya jî hatiye kurştin.
Ez dibêjim taliya Erdogan jî ewê ji ya dîktarorên din ne
cuda be, ew û çeteyên dora wî jî rojekê ewê cezayê xwe bibînin.
Michael Collins emerîkî ye, desê emerîkiyan dirêj e, bela
sebeb napeyivin. Hêvî dikim Collîn jî vala nepeyivîbe û ez û miletê kurd roja
girtina Erdogan û Davutoglu bibînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar