11 november 2012

Bira Kurdistan çêbibe kî çêdike bira çêke



Ez dibêjim bira Kurdistan çê bibe, kî çê dike bira çêke, kî tê ser hukim bira were ser hukum, ji bo min qet ferq nake.
Ferq nake ji ber ku ez zanim ku tu kes ne nemir e, rojekê ewê bimre û serok û partiyeke din ewê were ser hukim.
Loma jî ya girîng avabûna Kurdistanê ye, bidestxistina statuyeke siyasî ye, ne ku kîjan partî tê ser hukim û kî dibe serok.
Ma nuha li başûr bi serokatiya Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Talabanî çi zirara me heye?
Ma ji dêlî wan ve kurd hîn bindest bûna, Seddam hîn li ser hukum bûya qey ewê baştir bûya?
Bîlekis, li başûr miletê kurd bûye xwedî statuyeke siyasî, xwedî welatekî nîvserbixwe. Sibe, Barzanî û Talananî ewê herin, hinekên din ewê werin dewsa wan.
Ji bo bakur(Tirkiyê)û rojva(Sûriyê) jî wiha ye. Bira li Tirkiyê Kurdistan çê bibe, kurd bibin xwedî statuyeke siyasî bira PKK were ser hukim û bira Abdulah Ocalan jî bibe serok.
Bira li Kurdistana rojava Kurdistan çê bibe, bira PYD were ser hukim û Salih Muslim bibe serok.
Kî dibe bira bibe, dixwaze bira hêzeke îslamî be, bira sosyalît be, bira lîberal be dîsa ez ne li dij im.
Ne ku fikrên min di heq van kes û hêzan hemûyan da tuneye û ez hemuyan jî baş û rast dibînim.
Na, mesele ne ev e.
Helbet ez hemû kes û hêzan wek hev nabînim, hinekan dûrî xwe û hinekan jî nêzî xwe dibînim. Ev tiştekî din e.
Ji bo min îro kî xurt e, kî kane ji bo kurdan tiştekî ji dijmin bistîne ez piştgiryê didimê û dixwazim xurttir bibe.
Bi baweriya min dibê meriv li dij dernekve, neyartiya wî serokî û wê hêzê neke.
Ji bo min, serokê kurd yê herî xerab, ji serokê tirk yê herî baş, partiya kurd ya herî xerab, ji partiya tirk ya herî baş çêtir û baştir e.
Ez bi vî çavî li PKK-ê, BDP-ê û PYD-ê dinêrim û loma jî dixwazim li hemberî dijmin biserkevin.
Hemû welatên Ewrûpayê jî di destpêkê da ji alî dîktatoran ve hatin avakirin. Lê bi wextê ra ew û dewrana wan çû û nuha Ewrûpa bûye merkeza demokrasiyê.
Ev yek ji bo me kurdan jî wiha ye. Loma jî kesên ku li başûr neyartiya PDK-ê û YNK-ê, li bakur neyartiya PKK-ê û BDP-ê û li rojava jî neyartiya PYD-ê dikin şaşiyeke mezin dikin.
Bi dîtina min wek kurd dibê em xurtbûn û serkeftina van hêzan bixwazin.
Helbet dema pêwîst be dibê ji bo baştirkirinê meriv rexne bike, fikrên xwe bibêje, ew tiştekî din e, ez qala vê nakim, ez neyartiya hêzan û serokan şaş dibînim.



Ez ne "dijminê" tu serokekî kurd im



Li ser nivîsa min a derbarê kongreya Hakparê da biraderekî Hak-Parê gotiye:
”Bi rasti ev dijminatiya te li dij Burkay ez fam nakim…”
Bi dîtina endam û hevalbendên partiyan be dibê tu kes rexneyekê li serokê wan negre, ji partî û serokên wan ra nebêje hilêbilê, dema di meseleyekê da rexne bike, fikrê xwe bibêje, ev dibe ”diminatî”!
Dema tu du gotinan li ser kirineke Burkay, li ser dîtineke wî dibêjî, hevalên wî tevilê diqîrin û dibêjin:
 ”Bi rastî ez vê diminatiya te ya li hemberî Burkay fêm nakim…”
Tu li ser beyanek ya jî dîtineka Ocalan tiştekî dibêjî, dîsa eynî qêrîn: ”Dev ji vê dijminatiya xwe berde”!
Tu li ser siyaseta Mesûd Barzanî ya jî Nêçîrvan Barzanî tiştekî dibêjî, rexneyekê lê digrî, tew mala te dişewite, hin şelafên ji bakur tavilê dikin qîrîn û hawar, raporan li ser raporan didin başûr û dibêjin:
” Evê hanê neyarê serok û malbata Barzaniyan e, nehêlin bira wek turîst jî were Kurdistanê.”
Tu di deftera reş da tê qeydkirin, bi derewan, li ciyê rehetiyê tu dibî ”dijminê” Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî.
Yanî şelaf mohreke wisa li te dixin…
Hevalên DDKD ên nuh hîn min prova nekiriye. Çend sal berê, di dema avabûnê da min tiştek nivîsî malik li min şewitandin, ji çarhawêl da êrîş anîn ser min, gotin ji xwe ji berê da tu merivekî belavkir û xêrnexwazî.
Min ji tirsan devê xwe girt û li malika xwe rûniştim.
Ez hêvî dikim ku hevalên nuh ne wiha bin, dibê meriv rojekê biceribîne…
Welhasil here were di destê meriv da dimîne Şerafetîn Elçî û Celal Talabanî, dibê meriv tenê berê xwe bide wan û qîma xwe bi wan bîne.
Wisa xuyaye ku yên herî bêxwedî û bêşelaf ev herdu serok in, li gorî yên din meriv bêtirs dikane wan rexne bike.
Belkî jî ev azadiya rexnekirinê ne ji ber demokratbûna wan, ji ber bêkesiya wan e, yanî şelaf û şûrkêşên wan hindik in.
Lê axir sebeb çi dibe bira bibe, wek yên din meriv ji wan pir natirse.
Gelî birayên hêja, ez bi xwe ne ”dijminê ”tu partiyeke kurd û ne ”dijminê” tu serokekî kurd im.”
Hurmeta min ji hemû partî û serokên kurdan ra heye û ez pêşketin û xurtbûna hemûyan dixwazim, dixwazim hemû jî siyaseteke hîn kurdistanîtir û kurdîtir bimeşnin.
Heger carnan rexneyekê li vê ya jî li wê partiya kurd, li vî ya jî li wî serok û siyasetmedarê kurd digrim, ev ji ber vê nêta min ya kurdperweriyê ye; ez dixwazim partiyên kurd dijminatiya hev nekin û li hemberî neyar bêtir pêştgiriya hev bikin û xêra hev bixwazin.
Lê dibe ku di fikrên xwe da carnan şaş bim, ev tiştekî din e, wê demê dibê meriv nebêje ”tu dijminatiyê dikî”, bibêje ev dîtina te şaş e, rastî wiha, wiha ye…

10 november 2012

Miletek bûye murîdê gorrekê


Îro 10-ê mijdarê(kasimê)roja mirina Ataturk e. Min di telewîzyonê da bîstekê bala xwe da civîn û merasimên bîranînan.
Serokkomar, serokê meclîsê, serokerkan jî di nav da, bi sedan parlamenter, wezîr û giregrên dewletê qefle bi qefle dibeziyan ser gorra Ataturk û li hemberî mozeleya wî diketin hazirolê, hinekan jê ra methiye nivîsîn, hinek digriyan.
Her kesî bi hawakî ji mecbûrî murûzê xwe tirş û tahl dikir û xwe pir xemgîn û şînî nîşan dida.
Mezin, serok û rêberên her miletî heye, di dîroka her miletî da hin kesan rolên pir mezin lîstine û xizmetên pir mezin kirine. Lê tu milet wek tirkan nebûye koleyê gorra miriyekî.
Ez matmayî dimînim, miletek, siyasetmedar û ronakbîrên miletekî çawa dikanin hewqasî bibin êsîr û murîdê miriyekî?
Tirkan, Mustefa Kemal kirine şêx û ewliyayekî pir mezin û ew jî wek milet bûne mirîdên wî. Ev yek ji bo miletekî trajediyeke pir mezin e.
Dema meriv ji der ve da li merasiman û li tiştên dibin temaşe dike aqilê meriv nagre, bi meriv wek piyeseke komedî tê…
Çi heyf ku dijminên me ne biaqil in, pir cahil in, pir paşdamayî û ji medeniyetê bêpar in. Xwezî hinekî din biaqil bûna, ewê karê me jî rehettir bûya…


XXX
Vê sibehê saet li dora 07-a helîkoptereke Artêşa Tirk ya Skorsky li Sêrtê li herêma Berwariyê ket ya jî ji alî gerîlayan ve hate xistin. Li gorî beyanên berpirsiyarên hukûmetê helîkopter ketiye, yanî bûyer qeza ye. Bi îhtîmaleke mezin ne wisa ye lê bira wisa be…
Di helîkopterê da 14 tîmên taybet , pîlotek û 2 leşker, 17 kes hebûne û hemû jî mirine.
Min li beyana serokkomar Gul û ya berdevkê hukûmetê Bozdag guhdarî kir. Li gel ku dibêjin helîkoptera wan ketiye, lê herduyan dîsa jî êrîş birin ser PKK-ê û gotin ”dibê her kes bizanibe ku şerê wan yê li dijî terorê ewê heta û heta dom bike..”
Bi taybetî jî agir ji devê Gul dibarî, bi hêrseke pir mezin got, ”ewê şerê xwe heta dawî bidomînin.”
Kurdên ku bi çavê milyaketan li Gul dinêrin bi ji kerema xwe ra careka din guh bidin beyana wî ya li ser ketina helîkopterê...
Li gorî beyana wan, ew çûne êrîşê, helîkoptera wan li zinrekî ketiye û ketiye xwar, lê sûcdar dîsa PKK-ye, dîsa xwe li kurdan û PKK-ê radikşînin.
Yanî çi Gul û çi jî Erdogan, tu nêteke wan ya rawestandina şer tuneye, Gul jî û Erdogan jî eynî tiştî dibêjin: Şer, şer, şer, şer…


XXX
Li Sûriyê ne ereb tenê, kurd jî hîn baş ne li hev in û nakokiyên nabêna xwe hîn berteraf nekirine. Loma jî nikanin beşê di bin destê xwe da jî baş kontrol û îdare bikin. Li wan deran jî di nabêna kurdan tim şer û pevçûn derdikve. Ev yek pir xerab e û tahlûkeyeke mezin e.
Ji bo ku PKK(ji ber ku hêza herî organîze û çekdar ew e) bikanibe vî beşê Kurdistanê baş îdare û kontrol bike yek, dibê bi hemû hêzên din ra, çi biçûk çi mezin li hev be.
Ya duyem jî, dibê li hemberî şaşiyan kesên siyasetmedar, ronakbîr û medya bêdeng nemînin, bi rengekî pozîtîf û dostane kêmasî û şaşiyan destnîşan bikin. Ne êrîş, lê rexneyên pozîtîf pêwîst in û dibê meriv bike…
Ne şer tenê, kurd mecbûr in fêrî desthilatdariyê û îdarekirina civatê jî bibin.Eynî wek Kurdistana başûr, ew jî bi demê ra fêr bûn…


XXX
ûlisên tirk bi gazê û bi ava bi tazyîk êrîş birine ser kurdên li ser nimêjê û nehîştine ku kurd nimêja xwe ya îniyê temam bikin.
Erdogan ne tenê li dijî gerîla ye, ew li dijî her tiştê kurdî ye, heta nimêj jî be, gava ji alî meleyên kurd ve were kirin ew li dijî nimêja kurda ye jî.

09 november 2012

Roja em dev ji neyartiya hev berdin emê biserkevin



Bi qasî ku kurd li bende hev in, heger hewqasî jî xwe bidina bende dijmin, bi qasî ku kurd şerê hev dikin, heger hewasî jî şerê neyar bikirana, bi qasî ku kurd gorra hev dikolin, heger hewqasî jî gorra neyar bikolana nuha ji zûda Kurdistan çêbûbû.
Û roja ku hemû partî, siyasetmedar û ronakbîrên kurdan dev ji neyartiya hev berdan û xêra hev xwestin û her kesî ji tenga xwe ve berê xwe da neyar, di demeke pir kin da li bakur kurd ewê partiyên tirkan ji welatê xwe biqewirînin û bigihîjn azadiya xwe.
Azadiya me ji tirkan bêtir di destê me da ye, girêdayî tifaq û şêla me ya li hemberî hev e.
Em li ser hev bin, neyartiya hev nekin û hevûdu ji dijmin ra navêjin erdê dewleta tirk ne problem e, miletê kurd îşê Erdogan û yên din zû diqedîne…


XXX
Lawê parlamenterê AKP-ê yê Hekariyê yê berê û namzwdê AKP-ê yê belediya Geverê Mustefa Zeydan , bi 750 kesî ve ji AKP-ê îstîfa kir û derbasî BDP-ê bû.
Karekî herî rast û herî bi şeref kiriye. Ji ber vê biryara bi xîret ez wî û 750 kesên pê ra pîroz dikim.
Mustefa Zeydan, di axaftina xwe ya merasimê da gotiye, ”di jiyna xwe da min îmza xwe ya herî bi şeref avêt” û dû ra jî bang li hemû kurdên di nava AKP-ê da ne kiriye, gotiye dibê ew jî ji AKP-ê îstîfa bikin.
Êdî ne rast e tu kurdê bi rastî kurd û bi xîret di nava AKP-ê da bimîne. Ev yek pir vekirî û zelal e. Ez hêvî dikim ku kurdên mayî jî wek Mustefa Zeydan îmzeyên wiha bi ”şerf ” bavêjin û ji AKP-ê îstîfa bikin.
Ne şert e ku biçin BDP-ê, bira herin partiyeke din, bira partiya xwe ava bikin, lê ya girîng îsîfakirina wan e.

XXX
Bi sedan keç û lawên kurd di zindanên Tirkiyê da li ber mirinê ne. Ji bo ku kurdbûna xwe, hebûna miletê xwe, perwerdeya bi zimanê xwe bi vê hukûmeta zalim bidin qebûlkirin canên xwe feda dikin, bi baweriyeke mezin diçin mirinê.
Kurdên ku li hemberî vê zulmê bêdeng bimînin û hîn jî ji axaftinên Erdogan yên zalimane û sadîstwarî ra li çepikan xin ew ne însan in, ew jî bi qasî Erdogan sûcdar in.

XXX
Bediuzzaman Seîdê Kurdî gotiye:
”Însan bi nexweşiyan, bi musîbetan kamil dibe, di netîceya zor û zahmetiyên tên serî, ruhê wî paqij dibe…”
Ez jî îşev hinekî nerehetim, bi bapêşê ketime, arsimî bûme. Bi qewlê swêdiyan ” bi bapêşa zivistanê”ketime, loma jî îşev karek ji min nayê, nuha radibim û xwe davêjim nava nivînan.
Hêvî dikim ku piştî vê nexweşiyê ez jî hinekî ”kamiltir” bibim...

07 november 2012

Hamlet jî di kurdan geriya


Do bi şev bû qismet ku ez, xanim û zarok li Hamletê bi kurdî temaşe bikin.
Li Stockholma xopan, li Sodra Teatra dîrokî me li lîstika Shakespeare ya herî meşhûr temaşe kir. Li gel ku şeva duyem bû, lê salon dîsa jî tije bû. Vê yekê bi qasî lîstikvanan ez jî gelkî kêfxweş kirim.
Wek destpêk lîstik ne xerab bû. Li gorî îmkan û tecrûbeya tiyatraoya kurdî serkeftineke, bêguman her ku here ewê hîn baştir bibe… Hamlet muhteşem bû, pir serkeftî bû.
Ji bo kurdên Swêd û Stockholmê li Sodra Teatrê li lîstika Hamlet temaşekirin bi serê xwe ciyê serbilindî û kêfxweşiyê ye.
Ji bo vê lîstika bi nav û deng ez wergerê piyesê Kawa Nemir û hemû kedkar û lîstikvanên lîstikê ji dil û can pîroz dikim...
Bi dîtina min muzîk hinekî zêde bû, dikanîbû muzîk hinekî kêmtir û dîyalog zêdetir bibûya.
Dîsa kurdiya keça Polonius Ofelia jî ne baş e, ji bo telafuzke hîn baştir dibê hinekî din bixebite.
Bi giştî dibê hinekî din jî li ser zimên bixebitin, dibê gotin werin fêmkirin.
Û bûyereke prowakatîv ya pir ne xweş.
Di axaftina dawiya lîstikê da piştgiriya grewên mirinê yên girtîgehan û serîhildana şoreşa kurdên Sûriyê jî hate kirin û hat gotin ku serokê PYD-ê Salih Muslim jî di şevê da mîvan e û wî silav dikin.
Li ser vê, yek ji nava temaşevanan qîriya û got, ”ew kesê hûn silav dikin destê wî di xwîna bi hezaran kurdî geriya ye.”
Ev gotin, him li hemberî lîstikvanan bêhurmetî bû û him jî ji bo şevê prowakasyoneke pir mezin bû. Xwedê kir ku hinekan yê provaktor tavilê derxistin der û nehîştin bûyer mezin bibe. Lê li gel vê jî dilşahiya şevê li milet bû jahr û madê her kesî geriya, însan bi xemgînî û bi dilekî şikestî ji salonê derketin.
Yê do bi şev ew provakasyon kir argumentên wî çi dibe bila bibe, ew merivekî provaktor e û bi vê kirina xwe tu nemabû ku bibe sebebê bûyereke pir mezin.


XXX
Kovara Turk Solu, di manşeta xwe da dîsa ya dilê tirkan aniye zimên, li ser grewên birçîbûnê gotiye:
”Em piştgiriya grewa we ya birçîbûnê dikin. Ji birçîna GEBER BIBIN!”
Dibê em baş bizanibin ku yên ji însaniyetê dûrketine ne Turk Solî tenê ye, hukûmet jî û piraniya tirkan jî wiha difikirin. Heger ne wiha bûya kovareka legal ewê nikanîbûya tiştekî wiha binivîsanda, li hmerî miletekî ku pê ra dijî ev nifira nemirovî qebûl bikira. Li welatekî demokratîk sernivîsake wiha sûc e, berpirsiyarên wê tên girtin. Lê li Tirkiyê her kes dikane li hemberî kurdan her tiştî bibêje. Çimkî qanûn jî û huqûq jî nîjadperest in û li dijî kurdan e.

XXX
Kurdan hêviya xwe ya bi serkeftinê, bi qezenckirinê tu carî wenda nekirin û loma jî heta nuha neheliyan û teslîm nebûn. A xêra vê biryardariyê û hêviya biserketinê, qezenkirinê ye ku kurd li hemberî çar dewletan şer dikin û di demeke nêz da miheqeq ewê zoara wan jî bibin.
Baweriya bi qezenckirinê nîvê qezenckirnê ye…

05 november 2012

Kemal Burkay dîreksiyon ji destê Bayram Bozyêl girt !

Di kongreya 4-em ya Hak-Parê da Kemal Burkay wek serokê Hak-Parê hat hilbijartin. Bi xêr û xweşî be, jê ra serkeftinê dixwazim.
Burkay, ji şufêriya Bayram Bozyêl ne razîbû, loma jî di konreyê da dîreksiyon ji destê Bozyêlê 51 salî girt û wek şufêrekî 75 salî yê xwedî tecrûbe û ji xwe bawer, ew derbasî ser dîreksiyonê bû. Îdîa şufêrê 75 salî ew e ku ewê vê ”wasiteyê” ji Bozyêlê 51 salî baştir bajo. Ez bi xwe bawer nakim.
Li Ewrûpayê kesên 75 salî bira serokatiya partiyeekê li wir bimîne, ehliyeta xwe wek yadîgar datînin malê û dev ji ajotina erebê berdidin. Lê li ba me eksê wê ye.
De hela ka em binêrin ewê çawa bibe... Hêvî dikim ku şufêrê nuh li ser dîreksiyonê ranekeve û qezayeke mezin neke. Ji be ku refleksên kesên di salên wî da kêm dibin…

XXX
Di kongreya 43-em ya Baroya Diyarbekrê da abûqat Tahir Elçî bi piraniya dengan wek serokê Baroya Diyarbekrê hat hilbijartin.
Ez birêz Tahir Elçî pîroz dikim û ji nuha da jê ra serkeftinê dixwazim.

XXX
Temaşekirina Hamlet bi kurdî heyacaneke din e
Ez, xanim û zarokên me Serhat û Rojan, roja sêşemiyê emê herin li Sodra Teatrê li Hamlet temaşe bikin. Serhat nuha ji mer ra cî veqetand. Lîstik bi kurdî ye.
Min bi swêdî li Hamlet temaşe kiriye. Lê ev cara pêşîye emê bi malbatî li piyeseke bi kurdî temaşe bikin.
Hamlet bi kurdî ewê pir xweş be. Ji nuha da heyecanê ez girtime…

XXX
Kurdekî bi navê Ferît Ateşbakan, di facebokê da li ser plaketekê bi tirkî wiha nivîsîye:
”Min sê dewran ray da AKP-ê. Ez ji kurdan uzrê xwe dixwazim.”
Pêşktineke baş e, milet hêdî hêdî Erdogan nas dike û ji ber ku heta nuha ray danê gelkî poşman in.
Lê hin siyasetmedarên xwedêgiravî dibêjin ew kurdperwer in, welatparêzin dev ji Erdogan bernadin û ji bo piştgiriya xwe ya heta nuha ji kurdan uzrê xwe naxwazin. Hinek şekere û hinek jî veşartî hevkarî û piştgiriya xwe didomînin.

XXX
Rojnameya Der Spiegel, hin perçeyan ji belgeyên WİKİLEAKS yên derbarê Tirkiyê û hukûmeta AKP-ê da diweşîne. Di belgeyan da qala dijayetiyên di nabêna Gul û Erdogan da jî tê kirin û tê gotin ku Gul ji Erdogan bêtir li dijî Xerbêye. Di belgeyekê da li ser Gul wiha tê gotin:
”Bi eksê Erdogan Gul, bi îngilîzî dizane û bêtir demokrat xuya dike. Gul, merivekî ji Erdogan îdeolojîktir e û bêtir li dijî Rojava ye.”
Tiştekî ecêb e, heta nuh li ser Gulmin bi dehan caran eynî tişt gotine. Min tim gotiye dibê meriv bi rûkenî û nermiktiya Gul nexape, Gul merivekî pir îdeolojîk û bi bin e, durû ye.
Lê tiştê xerîb, hemû kurd li gorî Erdogan, bi çavekî hîn baştir û pozîtîftir li Gul dinêrin, li ba kurdan îmaja Gul ji ya Erdogan gelkî baştir e, ku ev ji kok da şaş e.
Gul, ji Erdogan îdeolojîktir e, ji Erdogan bêtir li dijî çareseriya mesela kurd e û ji Erdogan bêtir li dijî endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê ye.
Lê van dîtinên xwe nade der, ji bo ku bigihîje hedefa xwe her kesî îdare dike.

XXX
Dibêjin raqibekî Fenerbahçeyê gotiye, ”Heta ku Fenerbahçe nekeve kumeyê li Tirkiyê mesela kurd çareser nabe”.
Weleh belkî ne Fenerbahçe, lê heta ku Erdogan ji serokwezîriyê û ji ser hukim nekeve mesela kurd çareser nabe…

04 november 2012

Gîha hewşê tahl e


Hak-Par sibe kongreya xwe li Anqereyê çêdike. Min fêm nekir çima ne li Diyarbekrê, ne li Wana birîndar, lê li Anqereya zulimkar?
Sibe bi sedan kurd ji Kurdistanê ewê berên xwe bidin Tirkiyê. Lê dil dixwest ku kurdan ji Tirkiyê berên xwe bidana Kurdistanê.
Helbet ev jî netîceya îdeolojî û siyasetekê ye, siyaseta ku Tirkiyê wek welatê xwe û Anqerê jî wek paytexta xwe dibîne.
Ji bo ku meriv hundurê mala xwe xweşik bike û dûzanekê bidê, dibê meriv di wê malê da bijî. Kurd bi çavê mala xwe li Kurdistanê nanêrin.
Gîha(giya) hewşê tal e.

XXX
Hin siyasetmedar, hunermend û ronakbîrên kurd ji Diyarbekrê, Wanê, Ruhayê, Mêrdînê bêtir ji Stenbolê, Anqerê û Îzmîrê hez dikin û loma jî li wir dijîn.
Hin kes bi vî hawî ya jî bi wî hawî mecbûr in ku li Tirkiyê, li bajarekî Tirkan bijîn. Lê hinek jî ne mecbûr in, ji kêfî, ji ber ku giringiyê nadin jiyana li Kurdistanê loma venagerin welatê xwe. Kesên mecbûr meriv fêm dike, lê yên ne mecbûr meriv fêm nake.
Hin kes ji xwe evîndarê Stenbolê ne, dema qala Stenbolê dikin şorik ji devê wan diherike. Bîstek berê min di kanala Gelî Kurdistan da li çend kesên wiha guhdarî kir, bi evîndariyeke mezin qala Stenbolê dikirin.
Welatê meriv dayika meriv e, çi kur û kêmasiyên dayika meriv hebin jî dibê meriv dev ji dayika xwe bernede. Ne welatê xelkê dibe welatê meriv û ne jî dayika xelkê dibe dayika meriv.
Stenbol, Anqere, Îzmîr û bajarên din yên Tirkiyê ji bo kurdan aş in, zû dereng ewê wan bihêre û li nufûsa tirkan bike zêdayî…

XXX
Darê ji bivir ra gotiye, weleh te nikanîbû ez bibiriyama lê ez çi bikim ku doxa te ji min e.
Weleh hukûmeta AKP-ê jî nikanîbû ev zulm li min bikira lê ez çi bikim ku hin kurd bûne doxa bivirê Erdogan…

XXX
Li başûrê Kurdistanê PDK, YNK, Goran, Yekgirtî, Komela Îslamî, PÇDK, YNDK jî di nav da, gelek partî û rêxistinên kurd îro li Hewlêrê ji bo piştgiriya grewên biçîbûnê yên di girtîgehan da hatin ba hev û piştgirî dan girtiyan.
Ev piştgiriya hêzên başûrê Kurdistanê di esasê xwe da piştgiriyeke derengmayî ye, dibê ji zûda da ev piştgirî bihata nîşandan.
Lê bi derengî be jî baş e. Dibê kurd li her derê li hemberî vê zalimiya hukûmetê dengê xwe bilind bikin. Di roja ku zarokên me di zindanên Tirkiyê da hêdî hêdî dihelin û dimrin, dibê em bêdeng nemînin û li mirina wan temaşe nekin.

XXX
Dibêjin di Cejna Qurbanê da 2 milyon 683 hezar qurban hatine şerjêkirin. Yanî qetlîamek mezin çêbûye. Hela hûn bala xwe bidin vê sosiretê, vê ecêba giran, yê gunehkar însan e, lê yê bedela wê dide û dibe qurban heywanö reben in!
Û him jî bi şiklekî hovane…

XXX
Hin siyasetmedar ji bo ku karên xwe yên veşartî û rastiya xwe ji gel veşêrin derewên bi boçik dikin. Lê nikanin baş cî bidinê, her dizane ku tiştên dibêjin derew e.

03 november 2012

Camêriya du xortên licî



Bi çend gotinan ez dixwazim qala rêwîtiya xwe ya Diyarbekrê û bûyereke ez li wir jiyam bikim.
Berê jî min bi kinî  qal kiribû. Çend roj berê diya min ji nişka ve nexweş ket û ji dilê xwe emeliyat bû. Loma jî di 25-ê meha borî da(25/10-12)ez bi lez çûm Diyarbekrê. Pênc rojan li wir mam û di 30-ê mehê da vegeriyam.
Hersê rojên eydiyê jî wer şilî û şepelî bû, baranek pir barî.  Meriv nikanîbû bi rehetî bigeriya. Lê baranê payizxêr bi xwe ra anî û loma jî kêfa gel dihat.
Lê li alî din tirs û hewa grewên birçîbûna mirinê ya di girtîgehan da jî li Diyarbekrê atmosfera siyasî pir xemgîn kiribû. Xemgîniya grewên girtîgehan wek konekî reş girtibû ser Diyarbekrê, meriv ev yek li her derê his dikir...
Roja pêşî ya eydiyê ez û xweşik û birayên xwe em çûn ser gorên miriyan; ser gorra bavê xwe, ya Yilmaz(Selîm Bakaç), ya Wedat Aydin û Mahmût Baksî.
Ev cara pêşî bû ez diçûm ser gorra Mahmût Baksî, bi vê çûna xwe ez kêfxweş bûm.
Li ser gorran min çend risim jî kişandin, lê yek jî derneketiye. Ez nizanim çawa bû.
Li Diyarbekrê ez bûm şahidê bûyerek pir mûcîzewî, ez dixwazim li vir him qala wê û him jî sipasiya wan herdu xortên kurd yên licî bikim.
Ez bawer dikim roja dudu ya jî sisiyê eydiyê bû, ez û birayên xwe Fûad, Metîn, Barzan û Faîk danê êvarî em çûn ”Sanat Sokagi” yanî Kuçeya Huner. Li wir em rastî qahwexaneyekê hatin, li ser kaxetekê nivîsîbûn  ”Kurt Kahwesî” heye. Yanî qahweya kurdî heye. Kêfa min ji vê reqlam û tekstê ra hat û em dageriyan wir. Ji ber ku ji sala 2010-an û virda ye li Diyarbekrê ez çûme kîjan qahwê, dema wan gotiye ”turk kahvesî”, min gotiye, çima ”turk kahvesî”, bibêjin qahwa kurdî” û min tim qahwa kurdî xwestiye.
Axir em li wir rûniştin, me qahwa kurdî vexwar û em rabûn çûn ku li derekê nanekî bixwin. Ez bawer dikim em çûn aşxaneya Muharem Hoste.
Bi rê da telefonek ji Fûad ra hat, tiştek ji hev ra ra gotin û Fûad navê aşxaneya em diçûnê ji kesê telefon dikir ra got.  Fûad, hinekî matmayî ma, sipas kir û got ez li filan derê li bende we me.
Tu nabêjî Fûad cuzdanê xwe bi rêve xistiye, ji dêlî ku têxe bêrîka pantor  ya dawî, bera erdê daye.
Şev bû û baranek pir jî dibarî. Du xortên licî, navê yekî Gezgîn Kaya û yê din jî Firat Taîk bû, cuzdan dîtine.
Di nava cuzdan da nav û telefona Rengîn Elçî jî hebû. Rabûne telefonî Stenbolê, Rengîn Elçî kirine, telefona Fûad jê girtine û dû ra jî telefonî Fûad kirin, gotin va ye me cuzdanê te dîtiye, tu li ku yî emê bînin wir. Û Fûad jî ciyê me ji wan ra got.
Ez zêde dirêj nekim, piştî 20 deqîqeyan herdu xort hatin aşxaneyê û cuzdanê Fûad teslîm kirin. Me kir ne kir pariyek nan jî nexwarin.
Li hemberî sipasiyên min yên zêde, camêran gotin, me wezîfeya xwe kiriye, ne hewceye hûn zêde mezin  bikin.
Min soz da wan ku dema vegeriyam, ezê bi nivîsekê sipasiya wan bikim.
Li Swêd heta nuha min jî çend caran cuzdan, çente û tiştên xwe yên din wenda kiriye, lê carekê jî li min venegeriya ye…
Nuha hûn meraq dikin, dibêjin gelo di cuzdan da çuqas pere hebû?
Di cuzdanê Fûad 600 lîrayê Tirk, 120 Euro û 50 Dolarê Emerîkî hebû. Û herdu xortên licî tenezul nekirin hewqas pere bera bêrîka xwe bidin…
Belê, di nava kurdan da, li Diyarbekrê û ji Licê mêr û camêrên wiha jî derdikevin.
Ez li vir careka din jî sipasî van herdu xoratan dikim û dibêjim we ya herî rast kir, her bijî ji we ra!

01 november 2012

Li Kurdistanê şewatek mezin heye



”Heger li derekê şewat hebe û yek te dawetî îbadetê bike, bizanibe ku ev dawet ya xayinekî ye.”
///Alî Şerîatî
Îro li Kurdistanê şewatek pir mezin heye, wezîfa me ya herî pêşî vemirandina vî agirî ye, dibê em nehêlin şewat berfirehtir bibe. Dibê em herin gazî û hawara birayên xwe, girtiyên hefsan û li hemberî êrîşên neyar bibin yek dil û yek dîwar.
Ji bo Erdogan û hukûemta AKP-ê em kurd hemû pîvaz in, pîvaz ha sor, ha sipî ferq nake, pîvaz pîvaz e…

XXX
Hidayet Şefkatli Tuksalê di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Tarafê da gotiye:
Edaleta Erdogan û ”dîndarên tirk yên AKP-yî ew e ku dibê tirk ”serdest” bin, lê belê li hemberî kurdan hinekî ”adil” bin û zêde zilmê li wan nekin.
Rast e, mirêkan eynen wiha difirkirin.
Hemû kurdên bi xîret û bi şexsiyet bi vê siyaseta Erdgan û AKP-ê dizanin. Ya girîng dibê kurdên ku ruhê xwe û ûjdanê xwe ji bo çend quriş perê rezîl û meqam firotine Erddogan bizanibi

XXX
Dibêjin li Japonyayê şexsek salê teqrîben25 kitêban dixwîne. Lê li Tirkiyê 6 kes kitêbekê dixwînin. Yanî 150 tirk salê ancax bi qasî japonekî dixwînin.
Ê ji xwe heger ne wiha bûya Tirkiye nediket destê kesên wek Erdogan, Bahçelî û Kiliçdaroglu.
Îdarekirina civata paşdemayî û însanên cahil rehet e, bi kîlok şekir, kîlok birinc û çend kîlo komir û sofîtiya bi derewan li siwar siwar dibin û tepa wan ji ser serê wan kêm nabe.

XXX
Bi mirina Arjen Arî, stêrkek gelkî bi şewq ji asîmanê helbest û edebiyata kurdî xuricî.
Li asîmanên edebiyata miletan stêrkên wiha bi şewq zû bi zû peyda nabin, ji bo peydabûna stêrkên nuh, yên wek Arjen Arî sal û zeman dixwazin…
Li vê cîhanê mirin jî bêedalet e, ew jî zulimkar û ne adil e…

XXX
Min nuha di facebookê da di destê keçeke kurd da plakateke bi slogana, "Dijminên me yek in, çima em nabin yek?" dît.
Sloganeke pir rast û di cïda ye. Bi rastî jî dijminên kurdan li hemberî kurdan tim bûne yek, yên yekîtiya xwe ava nekirine kurd in. Û ev yek jî bûye sebebê esasî yê bindestiya me.
Kurdan heta nuha ev yek baş fêm nekiribûn. Nuha, hêdî hêdî fêm dikin, lê dîsa jî ne temam e, hinekî din jî lazim e...