21 november 2010

Bazên Diyarbekir Sporê dengê dîkên Denizliyê birrîn

Kurdino, mizgîniya min le we, çavên we hemûyan ronî be!
Taximê kela mêran û egîdan, kela şêr û şepalan Diyarbekir Sporê îro li Denzliyê, serê me hemû kurdan bilind û dilê me jî honik kir.
Egîdên Diyarbekirî, weke bazan xwe bera ser serên dîkên Denizliyê dan û piştî 11 xalîbiyetên li pey hev, cara pêşî ew têkbirin û ew basko kirin.
Diyarbekir sporê li Denizliyê 0-1 zora Denizlî Sporê bir û bi vî rengî piştî 16 hefteyan, cara pêşî li mala Denizliporê mexlûbiyet pê ta tamkirin.
Piştî vê têkçûnê, "Dîkên Denîzliyê" lal bûn û ji azandanê da ketin.
Ev 16 hefte bû "Dîkên Denîzliyê" bi qîqeqî Tirkiye û Kurdistan ji guhan kiribûn, bi wext û bêwext, gav û saetê wer azan didan, ji azana wan, milet êdî pembo kiribû guhên xwe.
Lê pêlewanên Diyarbekirî bi lîstika xwe ya bi cesaret û êrîşkar, lîstekeke pir mikemel pêşkêşî temeşevan û alîgirên xwe kirin.
Ji deqîqeya pêşî heta ya dawî performanseke pir bilind, bi pasdanake bi îsabet futboleke pir xweş lîstin, tim li golavêtinê geriyan û tu carî neketin psîkolojiya xweparastinê.
Lîstikvanê Diyarbekir Sporê weke taxim hemû jî baş bûn, di mucadeleyên yekoyeko da serkeftî bûn û pir ezim dilîstin.
Lê Qelebanê Diyarbekir Sporê û lîstikvanê bi navê Ahmet(heger navê wî şaş di bîra min da nemabe) li baskê çepê dilîst, herdu jî îro serkeftî bûn.
Bi taybetî jî hefteyima dawî, li gel ku egîdan kurdan 0-1 li pêş bûn jî, derbasî parastinê nebûn, heta deqîqeya dawî jî ji ber qeleya raqibên xwe li xola geriyan.
Heger Diyarbekir Spor her tim vê lîstikê bilîze tu sebeb tuneye ku di demeke kin da derkeve jorê tabeleyayê.
Bi lîstika xwe ya îro Diyarbekir Sporê nîşan da ku kapasîteya lîstikek baştir heye, dema moral û piştgiriya gel û alîgiran jî sist nebe di rojîn pêş da dikane gelek carên din jî wiha ruyê me sipî bike...
Her bijî egîdên peytaxte Kurdistanê, ji bo vê serkeftinê ez we hemûyan pîroz dikim.

19 november 2010

Dibê hemû siyasetmedarên kurd weke Bengî Yildiz bifikirin

Parlamenterê BDP-ê yê Êlihê (Batman) Bengî Yildiz, di hevpeyvîna xwe ya bi Maşalah Dekak ya di malpera Aknewsê da li ser zimanê kurdî dîsa gelek tiştên rast û baş dibêje.
Bengî Yildiz dibêje, ji bo ku kurdî bi pêş keve û di her qada jiyanê da bê bikaranîn, dibê zanebûna kurdî ji bo namzediya parlamenteriyê, şaredariyê, meclisên şaredariyan şert be.
Bengî Yildiz dibêje,“Heger ev şert bê danîn, em bawer in ewê hemû kes xwe hînê kurdî bike.”Ev rast e, dema ji bo namzediyê şertekî wiha hebe wê demê kesên kurdînezan ewê nikanibin bibin namzed, bi vî şiklî ewê rê li ber nûnerên kurdînezan were girtin.
Ji xwe dibê ev şer tji roja roj da hebûye, kesê bixwaze bibe siysetmedar û nûnereê kurdan dibê bi zimanê kurdan bizanibe.
Heger BDP bi rastî jî biryarke wiha bigre, ev yek ewê bibe gaveke dîrokî û destpêka tradîsyoneke nuh.
Li alî din li ser şêla dadgeha Amedê û qedexeyên li ser zimanê kurdî jî Yildiz tiştên pir hêja dibêje.
Bengî Yildiz dibêje:
”Kurd zîhniyeta qedexekirina zimên ewê tu caran qebûl nekin. Qanûn mecbûr e xwe li gorî gel, li gorî jiyana kurdan biguherîne. Mecbûr e ziman, çand û dîroka kurdan nas bikin. Ger qanûnek bibêje, ‘em 20 milyon kurd nas nakin’, ma ev qanûn ewê ji aliyê kurdan ve bê qebûlkirin? Niha siyaseta me, jiyana me, li ser meşrûiyetê û li ser hiqûqê ye. Em siyaseta xwe ne li gorî qanûnan, belkî li gorî hiqûqê dimeşînin. Çimkî qanûn be, qanûnên faşîstan jî hene. Qanûnên Hîtler û Mussolînî jî hebûn. Qanûnên Seddam Husên jî hebûn. Qanûnên hemû dîktatoran hene. Lê ew qanûn meşrû nîn in, ew qanûn hiqûqî nîn in. Ji ber vê yekê jî ew qanûna ku kurdan nas neke, siyaset, ziman û dîroka kurdan nas neke, em jî wan qanûnan nas nakin.”
Analîzeke pir rast e, nûnerekî kurdan dibê wiha bifikire, dibê xwediyê vê şêlê û vî şiûra netewî be.
Qanûnên ku hebûna kurdan, kultur û zimanê kurdan nas nekin, dibê kurd jî wan qanûnan nas nekin, li gor wan tevnegerin.
Ji ber ku ew qanûn ne meşrû ne, li dijî realîteya heyî ne.
Heger BDP, bi rastî jî di van herdu nuxteyên ku Bengî Yildiz li jorê qal kir (ji bo namzedan şertê zanîna kurdî û qebûlnekirina qedexeyên li ser zimanê kurdî), israr bike mesele diqede.
Di qanûna partiyên siyasî da dewletê gelek asteng daniye pêş zimanê kurdî û ev yek bi zanetî kiriye.
Divê siyasetmedarên kurd guh nedin vê yasaxê, di civînên partiyê da, di civînên bi gel re, yanî di hemû qadên jiyanê da zimanê bi kurdî bipeyivin û di vê yekê da bi israr bin.
Kurd ji dewletê perwerdeya bi kurdî dixwazin, lê ew bi xwe fêrî kurdî nabin û yên dizanin jî bi kurdî napeyivin.
Ev nabe, ya dibê meriv ji dewletê mafê perwerdeya bi zimanê kurdî nexwaze û gava xwest, wê demê jî dibê ew bi xwe jî bi kurdî bipeyive.
Bala xwe bidin van rêzên jêrîn û bibînin ku birêz Bengî Yildiz, mesele çiqas xweş aniye zimên.
”Heke em li parlamentoyê, di jiyanê de kurdî neaxivin, wê çaxê me asîmîlasyon qebûl kiriye.
Bi awayekî her roj zimanê dayikê ji dest diçe, zarokên me bi tirkî diaxivin.
Weke gel, em li kolanan, li bazarê, li dibistanan, di hemû warên jiyanê de bi tirkî diaxivin. Piştî ku ziman ji dest çû, mirov nikare tu tiştekî bike.
Kesekî ku bi zimanê dayikê nejî, mezin nebe, ew hest pê re çênebin, bi wê kulturê mezin nebin, sibê xwedî li zimanê dayikê jî dernakevin.
Heke me radyoya Êrîvanê guhdar nekira, me Karapêtê Xaço, Meyrem Xan, Eyşe Şan guhdarî nekira, ji me re bigotana ‘zimanê kurdî xweş e’, me yê çawa bizanibûya xweş e yan jî ne xweş e? Ji bo ku hesasiyeta ziman hebe, divê ziman di jiyana me de bi awayekî cih girtibe. Divê ziman hatibe tamkirin.”
Meseleyê meriv ancax dikane hewqasî xweş û fesîh bîne zimên.Wê demê di têgihîştina meselê, di zanînê da tu kêmasî tuneye, tiştê kêm tenê emel e, yanî praktîk e, ku ev jî were kirin emê biserkevin.
Di dawiya hevpeyvînê da Bengî Yildiz, li ser rola zimên ya pêkanîna yekîtiya kurdan tiştekî gelkî rast, xweş û balkêş gotiye ku sedîsed rast e.
Bengî Yildiz dibêje:
"Wexta ku siyasetmedar bi zimanê kurdî diaxivin, dewlet û faşîst nerazîbûnê nîşan didin, gelê me zêdetir yekîtiya xwe çêdike. Çep, rast, muhafazakar, sosyalîst, sosyal demokrat hemû li hemberî nêzikahiya ziman dibin yek. Çimkî zimanê kurdî zimanê lîberalan e jî, zimanê muhafazakaran e jî, zimanê sosyalîstan e jî. Ev zimanê me hemûyan e. Eger êrîşek hebe, kurd di vir de dibin yek. Ger kurd di warê ziman de dibin yek, wê çaxê divê em di vî warî de zêdetir hesas bin."
Bi rastî jî wiha ye, ziman ne yê komekê ya jî yê sinifekê ye, ew zimanê miletekî bi tevayî ye. Loma jî, zexte li ser zimên tesîrê li hemû ferdên wî miletî dike. Ev yek jî dikane di vî warî da bibe wesîleya yekîtiya netewî.

18 november 2010

Ji bo çi kurdên Sûriyê ji kurdên Tirkiyê kurdtir in?

Çendakî berê em çend heval mîvanê hevalekî bûn. Di nava sohbetê da hevalekî got, nizanim bala we jî kişandiye ya na, lê ya min kişand.
Ez çend caran çûm Kurdistana Sûriyê, li wir min dît her kurdê ku zanîngeh qedandiye, bûye bijîşk, abûqat, mihendiz û hwd, li Şamê ya jî li Helebê bicî nebûye, vegeriyaye welatê xwe, li Amûdê, li Qamîşloyê yanî li welatê xwe bicî bûye. Lê li ba me kurdên bakur ne wiha ye, yên me venagerin welatê xwe...
Bi rastî jî wiha ye, kurdên xwende bi welat û axa xwe ve negirêdayî ne, ji welat, milet û zimanê xwe hez nakin, heta meriv dikane bibêje ku jê direvin.
Li Kurdistana bakur, dema yek zanîngehê biqedîne û bibe xwedî dîplome û kursiyekê, heger mimkûn be naxweze vegere bajar û welatê xwe, dixwaze here li xerbê di nava tirkan da bicî bibe. Ji xwendevanên kurd yên zanîngehê diqedînin û dibin “tiştek” hejmareke pir hindik vedigerin bajarên xwe, li wir bicî dibin.
Lê dema li bajarên xwe bicî nebin, naçin bajarekî din yê Kurdistanê, rasterast berên xwe didin bajarên tirkan, li wir bicî dibin û bi tirkan ra dizewicin û dûra ew û zarokên wan dibin tirk.
Heta ne kesên xwendevan, mamûr û xwedî îş tenê, kesên teqawit dibin jî ji dêlî ku herin ya li bajarên xwe, ya jî li bajarekî din yê Kurdistanê bicî bibin, li bajarekî Tirkiyê bicî dibin, heta mirina xwe li wir dimînin.
Ev reva ji welat û miletê xwe li beşekî din yê Kurdistanê tuneye, tenê li ba me kurdên bakur wiha ye.
Ronakbîrekî mahabadî nareve Tahranê, yekî Silêmanî nareve Bexdayê, yekî amûdî nareve Şamê, li bajarên xwe, di nava gelên xwe da dimînin.
Ji bo çi wiha dibe, sebebên vê “reva ji welêt” çi ye ez baş nizanim.
Di vî warî da heta nuha lêkolîneke sosyolojîk nehatiye kirin, loma jî di destê min da tu zanînên ilmî tunene, tespît û analîza min tenê texmîn û li gor çavdêriyên min yên şexsî ne.
Bi baweriya min, dema hezkirina meriv li hember tiştekî kêm bibe, hestên aîdiyetê jî bi meriv ra namîne.
Ew aîdîyet, ew nasname ji bo meriv êdî dibe weke barekî giran, meriv dixwwze zû ji bin wî barî xelas bibe.
A ji ber ku xwenda û ronakbîrên kurdan ji bajarên xwe, ji welatê xwe, ji zimanê xwe hez nakin, ev hezkirin li ba wa kêm e li Kurdistanê bicî nabin, ji ber ku li hember bajar, welat û zimanê wan hestên aîdiyetê bi wan ra zeîf bûye.
Piştî qedandina zanîngehê, piştî teqawîtiyê ji dêlî ku herin li welatê xwe, li bajarên xwe bicî bibin û ji gelê xwe ra bibin çira û find, bibin pêşengê bicîbûna kultureke medenî û bajarvaniyê, direvin bajarekî tirkan, li wir, di nava tirkan da xwe vedişêrin.Lê xwenda, teqawid/malnîşîn û ronakbîrên amûdî, qamîşloyî, silêmaniyeyî, hewlêrî, duhokî, mahabadî, şinoyî yanî kurdên ji beşên din yên Kurdistanê wiha nakin, li bajar û li welatê xwe bicî dibin, di nava gelê xwe da dijîn.
Û ji ber vê yekê ye ku îro li gel ku nufûsa Amûdê 9-10 hezar e, lê bi dehan nivîskarên amûdî hene, bi dehan dengbêjên amûdî hene.
Mesela, Deham Evdulfetah, Bavê Nazê, Ehmedê Huseynî, Merwan Osman, Abdulkadir Mûsa, Nezîr Melle, Azer Osê, Beşîr Melle, Dilawerê Zengî, Hekîm Sefkan, Fewaz Husên, Helîm Yûsiv û gelekên din, hemû jî ji Amûdê derketine, lê nufûsa bajarê min Wêranşarê li dora 120-130 hezarî ye hîn yek nivîskarek jî, yek şairek, yek dengbêjekî meşhûr jî jê derneketiye.
Û ne Wêranşar tenê, ez dikanim Swêregê, heta Ruhayê û hemû qezayên wê jî têxim ser hev, lê dîsa jî nagihîjin Amûdê.
Amûda xwedî 10 hezar nufûs, bi nivîskar, şair û dengbêjên xwe li aliyekî û Ruha û hemû qezayên wê bi nufûsa xwe ya 1 milyon û 600 hezarî li aliyekî. Li Ruhayê û hemû qezayên bi qasî yên Amûdê nivîskarên ku bi kurdî dinivîsin tunene, lê Amûdê 12 heb min jimartin û ez bawer dikim zêdetir in jî.
Li Sûriyê jî zimanê kurdî qedexeye, li wir jî kurd bi zimanê xwe perwerde nabin, lê ji ber ku ronakbîrên wan li welatê xwe, di nava gelê xwe da dijîn, bi zanîn û tecrûbeyên xwe ji gelê xwe ra, ji cîlên nû ra dibin mînak, dibin rêber.
Û loma jî xortên wî bajarî dibin xwedî mîrateke çandî û edebî.
Lê ronakbîrên me heger bikanibin li Rojava bijîn, hema yekê nakin dudu û direvin bajarekî tirkan û li wir, xwe ji gelê xwe, ji zarokên gelê xwe, weke qaçax û mahkûman vedişêrin.
Loma jî li Amûdê, li Qamîşloyê, li Silêmaniyê, li Duhokê, li Mahamadê, li Şino û li beşên din yên Kurdistanê şair û nivîskarên kurd derdikevin, lê li ba me dernakevin, çimkî mezinên me, ji welatê xwe û ji gelê û ji zimanê xwe hez nakin, ew heyran û evîndarên Tirkiyê, civata tirk û zimanê tirkî ne, loma jî naxwazin li Kurdistanê di nava kurdan da, dixwazin li Tirkiyê, di nava tirkan da bijîn û li wir bimrin....
Ez bi xwe Wêranşara ku “kurdayetî lê ketiye gorrê” bi Stenbola tirkan naguherim.
Not:
Ji bo ku sernivîs zêde dirêj nebe min "kurdên Sûrîyê û kurdên Tirkiyeyê" bikar anî...

17 november 2010

Ji bo bîranîna Seyid Riza

Tam 73 sal berê di 15-ê mijdarê da(15/11-37)serokê serîhildana Dêrsimê Seyid Riza û 6 havalên wî ji alî rejîma kemalîst ve hatin îdamkirin.
Kurd îro li gelek deran van şehîdên xwe bibîr tînin û doza nîşandana gorrên şehîdên xwe li dewleta tirk dikin.
Weke gelek serokên kurdan yên din, gorra Seyid Riza û şeş hevalên wî jî hîn nayên zanîn.
Ev dewlet dewleteke hewqas zalim û qanûnnenas e ku cenazeyên miriyên kurdan jî nadin malbatên wan.
Ev, him û hovîtî û zilmeke pir mezin e û him jî sûcekî li dijî însaniyetê û hemû qanûnan e.
Hin dîroknas dinivîsin, dibêjin berî îdamê Seyid Riza ji celadên dewleta tirk ra gotiye:
"Ez bi derew û hîleyên we ra derneketim serî, ev ji bo min bû ders. Lê min jî li hemberî we serî netewand, bira ev jî ji we bibe ders."
Wezîrê Tirkiyê yê derve yê ra kevn Îhsan Sabrî Çaglayangil, di sala 1989-an da di bîranînên xwe da(Rojnameya Guneş, 19/8-89) qala ziravpilingî û mêraniya Seyid Riza ya li ber sêpiyê îdamê dike. Wê demê min ev beşê li ser îdama Seyid Riza wergerand kurdî û di rojnameya Armancê da weşand.
Nuha ew wergera min ne li ber destê min e biweşînim, ezê lê bigerim heger min bi dest xist ezê rojeke din biweşînim.
Çaglayan dibêje:
"Îdama Findik Hafiz qediya. Me Seyid Riza derxist meydanê. Hewa sar bû û li der û dorê kes tunebû. Seyid Riza, wek ku meydan tije însan be xîtabî bêdengiyê û valahiyê kir û got:
“Em ewladên kerbelayê ne! Em bêxeta ne! Eyb e, zulm e, cînayet e….”
Gurûziyê girt bedena min, pûrta min bû weke striyan. Ev merivê kal rep-rep meşiya. Qereçî dahf da. Ben kir hustuyê xwe. Bi nigê xwe pehînek li sandalyayê xist. Û înfaza xwe pêk anî…"

Û neviyên Seyid Riza jî mixabin bêyî şerm û heya îsal di hilbijartinên referandûmê da ji sedî 80-yî dengên xwe dan partiya qatil û celadên Seyid Riza û 6 şehîdên hevalên wî.
Kurdno, dîroka xwe û zulm û hovîtiya ku vê dewletê li bav û kalên we kiriye ji bîr nekin, bira hafizeya we ne zeîf be...

16 november 2010

Hesbihaleke li ser Cejna Qurbanê û halê min

Ji êvar da ye telefon tên û ez telefonî dost û hevalan dikim.
Tu cejnê wiha nebûbû, îsal telefona min wer zingîn a wê ye….
Berê, rojên eydiyan ya min û xanimê, tenê telefonî malbatên xwe, dê û bavê xwe, xwişk û birayên xwe dikir ya jî wan telefonî me dikirin.
Yanî her sal tim çend kes û tim eynî meriv bûn.
Lê vê cejna îsal, qey ji ber ku ez çûm welêt û hatim û min gelek kes dîtin û em bi hev hesiyan, loma jî ji êvar da ye telefon ji destê min da nakeve, telefon tên û ez telefon dikim.
Birayê min telefon kir, got, li gund milet kom bûye û li bende telefona te ye...
Berê, ne kesî şopa min zanîbû û ne jî min ya kesî, ne kesî telefona min zanîbû û ne jî min ya kesî û loma jî kes kom nedibûn û li bendî telefona min nediman.
Li gund jî bêyî çend kal û pîran, ku ew jî piranî mirine, ne kesî ez nas dikirim û ne jî min ew, hemû cîlên nuh in.
Lê piştî çûna me ya îsal, min hemû xortên gund yên nûhatî nas kirin, gelek heval dîtin û telefonên wan girt û telefona xwe da wan.
Yanî di yek rêwîtiyê da bi sedan meriv, nas, dost û heval ji min ra çêbûn.
Bi xêr cara duduya û sisiyan ev hejmar ewê qat bi qat zêde bibe.
Berê li bajarê min bi sedan tişt diqewimîn lê haya min pir dereng jê çêdibû, lê nuha ya di eynî rojê da ya jî roja din bi telefonê dibihîzim.
Axir li gor berê, nuha welat û Wêranşar gelkî nêzîktir bûne, însan nêziktir bûne, êdî ez jî hinekî wan û ew jî hinekî min nas dikin.
Êdî em pir ne xwerîbên hev in.
Berê, him min ”ew” ji bîr kiribûn û him jî wan, ez ji bîr kiribûm…
Piştî 30 sal dûrî, ne ew baş diahtin bîra min û ne jî ez diahtim bîra wan…
Lê bi yek serdanê ra me di cî da hev û du nas kir, em zû li hev baniyan ûzû hogirî hev bûn…
Berê, ne min xwe ji ”malê” dihesiband û ne jî wan ez ji ”malê” qebûl dikirim, lê nuha em piçekî hevûdu qebûl dikin, weke berê êdî ez xwe pir biyanî his nakim…
Bes bajarê min, piranîya însanên min hîn min nas nake, hîn deriyên dilê xwe ji min ra venekirine, dibê ez vê baweriyê bidim wan…
Îro hevalekî di telefonê da got, ”Siloyê Kor” li Amedê wefat kirye, emê herin cenazeyê wî.
Min bi henek got, yaho vê eyd û erefata bimbarek ma roja mirinê ye ku Silo mir…
Ez li ber ketim, Silo merivekî şên û rengîn bû, lawê malbeteke dewlemend bû lê tim feqîr bû, debara xwe nizanîbû.
Di vê çûna xwe da nebû qismet û min Silo nedît, birayê wî hat ba min, min jê pirsî got, weleh nexweş e.
Silo, çend salan ji min meztir bû, lê em zarokên eynî taxê bûn û dostên hev bûn. Berî salên 80-î ew jî bûbû ”sempatîzanê” me..
Bira gorra wî buhşt be û serê malbat û zarokên wî sax be.

Ev çendake ez çarînên Baba Tahirê Uryan dixwînim. Çend sal berê dema Sabah Kara wergerandibû min çend heb jê xwendibûn, lê dûra min qet nexwend.
Nuha min dîsa dest pê kiriye û ez dixwînim.
Baba Tahir derya ye, fîlozof û şairekî kurdan yê pir mezin e, pîr û "Bavê" hemû şairan e.
Lê mixabin kurdên bakur vî mamosteyê hemû şairên kurdan û rojhilata navîn nas nakin. Lê jêr ez çend çarînên wî plşkêşî we jî dikim.

*
Ku dil dîlber be, na xwe dîlber kî ye?
Heger dîlber dil be, na xwe dil çi ye?
Ez dil û dîlberê tevlihev dikim.
Nizanim ku dil kî ye û dîlber kî ye?

*
Werin Sotîdilan Em Lihevev Bicivin

Werin sotîdilan em lihev bicivin
Li ser derdê xwe pevre bipeyvin
Terazîyê bînin em derdan bipîvin
Derdê kê girane em tev bibînin

*
Xem û Derdê Min Ji Etar Bipirse

Xem û derdê min ji etar bipirse
Dirêjiya şevê ji nexweş bipirse
Hemû mexlûqat li halê min dipirsin
Tu ku can û dil î, carek bipirse

*
Xema Evîna Te, Çolperwerem Kir

Xema evîna te, çolperwerem kir
Hewesa bext, min ji ceng û perem kir
Te ji min re got, "sebûrî ke, sebûrî"
Sebûrî, ax û xwelî bi serêm kir

*
Xwedê Min Bê Ser û Saman Afirand

Xwedê min bê ser û saman afirand
Perîşan im, min perîşan afirand
Perîşanxatiran tev çûn bin axê
Xwedê min ji xweliya wan afirand

*

Xwezî Bi wê Rojê ku Têkevim Mezel

Xwezî bi wê rojê ku têkevim mezel
Li ser min bicivin giya, ax û pel
Du piyê min li qiblê û can azad
Bedena min di cengê de bi margel

*
Biçim ez ji vê alemê bider çim
Biçim ji Çîn û Maçînê dûrtir çim
Ez ê ji dildar re peyamkê bişînim
Ku ger dûrî xweş e ez ê dûrtir çim

15 november 2010

Cejna we ya Qurbanê pîroz be!

Sibe li welatê min Cejna Qurbanê ye...
Lê ez ne li welatê xwe û ne di nava gelê xwe da me.
Li welatê min, li bajarê min sibe însan, nas û dot, kesên ji hev xeyidî û ne li hev ewê herin cejna hev pîroz bikin û li hev werin, bi hev ra bikenin, bi hev ra xwarina eydiyê bixwin.
Zeyî, bi kincên xwe yên rengo rengo, ji derên dûr ewê têkevin riyan û herin cejna dê û bav û merivên xwe pîroz bikin.
Zarok, serê sihehan zû bi bêsebrî, bi heyecan û dilşadiyeke mezin ewê rabin, kincên xwe yên nuh bera ser bejna xwe bidin û ji bo topkirina şekir û eydaniyên xwe li kuçe û kolanan pahn bin, mal bi mal bigerin, herin destên mezinan maçî bikin û eydaniya xwe ji wan bixwazin.
Piştî nimêja eydiyê û xwarinê, mezin jî ewê berên xwe bidin goristanan, herin serdana miriyên gorran û şehîdên Kurdistanê.
Şehîdên welatê min ji yên hemû welatan pirtir in, loma jî sibe li hemû gund û bajarên wealtê min, gorristan ewê bibin weke qada haşermahşerê, bi sedhezaran kal, pîr, jin û zarok ewê herin ser gorrên ewlad, egîd, berdilk û evîndarên xwe, ewê bi nazenînî baqek gul deynin ber serên wan û bi hêsirên çavan axa gorrên wan şil bikin, dayik dîsa ewê ji kezebê bilorînin û kilaman bavêjin ser şervanên azadiyê...
Lê ezê ne li wir bim, ezê nikanibim biçim ser gorra hevalekî xwe yê şehîdê Kurdistanê, ezê nikanibim biçim ser gorra bavê xwe yê ku roja ji nava me koç kir jî ez ne li wir bûm û guleke sor deynim ber serê wî û jê ra bibêjim va ye ez hatim....
Li welatê min sibe Cejna Qurbanê ye.
Sibe li ber deriyên zindanên welatê min jî ewê bibe roja haşerûmaşerê, qehreman û canfîdayên azadiyê ji bo bîsteke pir kin be jî ewê dê, bav, xweşk, bira, zarok, hezkirî û evîndarên xwe bibînin, destên wan ewê bigihîje hev, bi hêsirên çavan ra bi sedhezaran dil, ji bo bîstekê be jî ewê şad bibin.
Lê ezê nikanibim biçim serdana êsîr û girtiyekî welatê xwe.
Li welatê min sibe Cejna Qurbanê ye, însan naxebitin, lê ezê weke her roj dîsa herim karê xwe, dîsa bixebitim, bêyî ku kes bizanibe li welatê min Cejna Qurbanê ye, rojeke dînî ya pîroz e....
Di dawiyê da, ez Cejna Qurbanê ji dil û can li hemû girtiyên zindanan, li şervanên serê çiyan, li xwendevanên xwe, li nas, dost û hevalan, li hemû kurdên welatperwer û li gelê xwe yê fedekar û têkoşer pîroz dikim.
Ez hêvî dikim ku Cejna Qurbanê ji bo me hemû kurdan bibe wesîleya nemana hemû dilsariyan û hevkarî û yekîtiya nabêna kurdan jî xurttir bike...

14 november 2010

Kurdistan 4-Tirkiye 0

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, do piştî ku ji Bexdayê vegeriya Hewlêrê, li balefirgeha Hewlêrê ya navnetwî di derbarê civîna parlamentoya Îraqê, pêvajoya pêkanîna hukûmeta nuh û statuya kurdan ya di hukûmetê da daxuyaniyek da rojnamevanan.
Barzanî di civînê da, di derbarê krîza avakirina hukûmetê û rola kurdan ya pozîtîv da got:
“İraq ketibû qeyraneke pir aloz, tenê kurdan şiyan(dikanîbûn) vê girêkorkê vekin. Yên ku digotin kurd hevkariya pêvajoya siyasî ya Iraqê nakin derewçîn derketin.”Mesûd Barzanî, di axaftina xwe da bal kişand ser rolû girîngiya yekîtiya kurdan û got, ”Bi xêra yekîtiya kurdan ev destkefta vê dawiyê ya li Iraqê hate bidestxistin.”Bi rastî jî wiha ye, heger kurdan bi vî rengî yekîtiya xwe neparastana nikanîbûn li hember hewqas hêz û dewlet(Tirkiye, Siûdî Erebîstan Sûrî û Emerîka) 8 mehan li ber xwe bidin.
Tiştê ku nehîşt kurd teslîm bibin tenê yekîtiya wan bû, kurdan(PDK-ê û YNK-ê) dev ji hev bernedan û nedan dû menfaetên şexsî û gurûbî.
Di derbarê rola yekîtiya kurdan da Barzanî got:
“Yekrêziya gelê kurd wiha lê kir ku em vê destkefta mezin ji bo gelê kurd bi dest bixin. Eger em di pêşerojê da jî vê yekîtiyê biparêzin, emê destkeftên bi vî rengî bi dest bixin. Gotina “ senga/cepheya kurdan lawaz bûye” nerast derket. Piştî civîna duhî Obama û hemû dinya ji bo vê serkeftinê bi telefonê pîrozbayî li min kirin.”Min heta nuha nebihîstiye Tirkiyê, Celal Talabanî û Mesûd Barzanî ji ber vê netîceyê pîroz kiribe.
Barzanî li ser meseleya zextên(fişarên) ku ji posta serokkomariyê li ser kurdan hebûn jî rawestiya û got:
“Fişareke pir mezin li ser kurdan hebû. Min di jiyana xwe de fişareke wiha nedîtîbû. Lê kurdan li hember wan fişaran stûyê xwe xwar nekir û dest ji serokomariyê ber neda. Hinek alî wiha difikirîn ku kurd ne hêjayî wergirtina wî maqamî ne, divê kurd her jêrdest bin. Lê ew nêrîn bi ser neketin…”Ji bo ku Celal Talabanî careke din nebe serokkomar, di pêşengiya Tirkiyê da Erebîstana Siûdî û Sûriye di bin ra li dijî kurdan pir xebitîn, lê biser neketin.
Heta di van demên dawî da li ser israra Tirkiyê, Emerîkayê jî ji kurdan dixwest ku ew dev ji vê daxwaza xwe berdin.
Lê wek birêz Mesûd Barzanî jî dibêje, bi xêra yekîtiya di nabêna hêzên kurdan da, kurdan li hember van zextan serî netewandin û di netîceyê da jî bi ser ketin…
Ev yek jî nîşan dide ku dema kurd bi hev nekevin, her yek nebin ”dost” û ”merivên” dewletekê, aliyekî kes nikane zora wan bibe, têkçûna wan pir û pir zahmet e.
Ev, ne ji bo başûr tenê, ji bo bakur jî wiha ye. Heger kurdên bakur û başûr, yanî PKK û PDK û YNK bi hev nekevin, li Kurdistana Tirkitê jî dewlet nikane zora kurdan bibe.
Heger kurdan berê jî ev aqil bikirana û yekîtiya xwe xera nekirana, nuha li bakur jî kurd li nuxteyeke din bûn.
Piştî xebat û serîhildaneke bêhempa ya 30 salî, sebebê ku kurd li bakur hîn jî wiha bindest in, nikanin di mahkemeyan da jî bi zimanê xwe bipeyivin ji ber bêtifaqiya wan e.
Dibê em kurd û hemû siyasetmedar û serokên kurdan baş bizanibin ku li hember dijmin çek û hêza me ya herî mezin yekîtiya me ye, dema di nabêna hêzên kurdan da hevkarî û tifaqeke netewî hebe, dijminatiya hev nekin, zû bi zû kes nikane zora wan bibe û li hemû perçeyên Kurdistanê jî emê bigihîjin azadiya xwe.
Dibê ev numûneya Îraqê û kurdên başûr ji bo me hemû kurdan bibe serpêhatî û tecrûbeyeke dîrokî û tu carî ji bîr nekin.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser şêla kurdan ya li hember hukûmeta ku ewê ava bibe jî got:
“Eger daxwazên kurdan ji aliyê kesên ku hikûmetê pêk tînin ve bi resmî neyên nivîsîn û îtîraf pê neyê kirin, wê demê kurd jî ewê ji hikûmetê vekêşin, beşdarî wê nebin. Piştî cejnê ewê pêvajoya damezirandina hikûmetê dest pê bike.”
Bêguman ev şêleke rast e, dibê kurd tim wiha bikin û hustuyê xwe li ber zextên der û hundur xwar nekin.
Heger kurd bi hev nekevin û yekîtiya xwe bi vî rengî biparêzin, di pêşerojê da jî ewê gelek qezencên din jî bidest xin.
Ji ber ku kurd li Îraqê êdî xwedî hêz û roleke serekî ne.
Netîce li Îraqê di şerê îktîdarê da kurdan 4-0 zora tirkan birin. Loma jî meriv dikane bibêje ku di maça di nabêna Tirkiyê û Kurdistanê da Kurdistanê maç 4-0 qezenc kir.Û ev serkeftin jî ji ber ku kurdan weke taxim baş lîst, baş pas dan hev û xwestin weke taxim qezenc bikin....

13 november 2010

Siyasetmedar jî weke şufêran dibê xwedî "ehliyeta" kurdî bin

BDP-ê (Partiya Aştî û Demokrasiyê) di civîna xwe ya dawî da bi biryar girt ku ji nuha û pê da di civîn û çalakiyên xwe da zêdetir giraniyê bidin zimanê kurdî.
Hefteya borî, endamên Komîteya Giştî ya BDP-ê bi parlamenter û serokên hemû bajaran ra civiya.
Di civînê da rewşa agirbestê, destûra nû, daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê, xweseriya demokratîk(otonomî) û hilbijartinên hezîrana 2011-an hatin nirxandin.
Di civînê da biryar hate girtin ku partî ji îro û pê da di hemû xebatên xwe da bêtir giraniyê bide zimanê Kurdî.
Piştî civînê, hevserokê BDP-ê Selahattin Demirtaş, beyanek da û got, di civînê da wan biryar girtiye ku ji niha û pê va li her derê ewê xwe bi Kurdî biparêzin, bi kurdî îfadeyê bidin.
Ji aliyê din va parlamnterê BDP-ê Osman Ozçelîk jî dîsa li ser mijara axaftina bi kurdî daxuyaniyek da û got, BDP ji bo parlamenterên xwe yên kurdînezan ewê qûrsên kurdî veke û wan fêrî kurdî bike.
Ozçelîk got, di destpêkê de ewê parlamenterên wek Ufuk Uras, Emine Ayna û Akin Birdal li qûrsê fêrî kurdî bibin.
Helbet ev tiştekî ne hêsa ye û ez bawer nakim ku ji bo van kadirên îroev yek mimkûn be jî, lê ji bo kadirên pêşerojê mimkûn e.
Bes li gel vê jî, meriv dikane bibêje ku ev biryara BDP-ê bi derengî be jî biryareke di cî da ye û pir jî pêwîst e…
Bêguman tiştê herî rast û tabiî jî ji xwe ew e ku siyasetmedarên kurd bi zimanê kurdan bizanibin û siyasetê jî bi wî zimanî bikin.
Heger BDP, bi rastî jî vê biryara xwe têxe praktîkê, ev yek ewê gelek netîceyên baş bi xwe ra bîne û bibe destpêka adet û kultureke netewî.
Heger milet zanîna bi kurdî weke şert bide ber siyasetmedaran, di serî da kesên ku bixwazin bibin nûner û siyasetmedarên kurdan ewê bi kurdî bizanibin.
Kesên ku bi kurdî nizanibin weke nuha, ewê nikanibin bibin nûner û berdevkên kurdan, ya ewê fêr bibin ya jî ewê nebin.
Çawa ku dema ehliyeta meriv tunebe, mafê meriv tuneye ku meriv bibe şufêr, her wisa kesên kurdînezan jî dibê mafê wan tunebe ku bibin siyasetmedarên kurdan.
Ji bo siysetmedarî û nûnertiye kurdan jî weke ehliyeta şufêriyê, dibê her kes xwedî ”ehlieyta zimanê kurdî” be.
Mesela di tîcaretê da ne milet, tucar, dikandar û esnaf xwe întîbaqî bazarê û daxwazên milet û mişteriyên xwe dikin.
Mişterî, gel çi bixwaze û bi kîjan zimanî bipeyive, tucar û dikandar jî ji mecbûrî bi wî zimanî dikevin bazarê û bi wî zimanî malên xwe difroşin gel.
Yanî ne gel, ne mişterî, tucar, esnaf û dikandar fêrî zimanê gel û mişteriyên xwe dibin.
Usûl û qaîde ev e.
Dema meriv bixwaze li bajarekî Sûriyê dikanekê veke dibê meriv bi erebî, li bajarekî Tirkiyê veke dibê meriv bi tirkî bizanibe.
Li cîhanê tenê li Kurdistana bakur ev şert ne pêwîst e, ne şert e ku li wealtê kurdan tu bi kurdî bizanibî, çimkî kurd ji kurdayetiyê dûr ketine.
Berî salên 1980-î, li Wêranşarê hema hema hemû esnaf, sinetkar û dikandarên Wêranşarê erebên mêrdînî, êrmenî, ruhayî û bajariyên swêregî bûn xwe, ku zimanê wan yê malê erebî û tirkî bû, lê hemû jî bi mişteriyên xwe ra bi kurmancî dipeyivîn, kesê ku bi kurmancî nizanîbûya nikanîbû li Wêranşarê bibûya esnaf û tîcaret bikira.
Dibê siyaset jî wiha be, kesên ku bi kurdî nizanibin weke nuha, dibê nikanibin bibin siyasetmedar û serokên kurdan, bibin muxtar, serokên belediyan û parlamenter.
Ev yek di destê milet da ye, gava milet milet be, dikane vê adetê û vî şertî bi cî bike.
Heger tu dixwazî bibî nûnerê min, dibê tu bi zimanê min bizanibî….
Û piştî ku zanîna zimanê kurdî bû şertê nûnertî û siyasetê, wê demê jî kesê kurdînezan ewê ya xwe fêrî kurdî bikin û ya jî dev ji doza nûnertî û seroktiya kurdan berdin û ji xwe ra bi tiştekî din mijûl bibin…

11 november 2010

Kurdên başûr careke din Tirkiye nekawt kirin

Li Îraqê piştî derbasbûna 8 mehan di ser hilbijartinên 7-ê adarê ra nîhayet îro hemû aliyên siyasî li ser avabûna hukûmetê li hev kirin.
Ev jî tê wê maneyê ku Tirkiye û hevalbendên xwe têk çûn û kurd û hevalbendên xwe bi ser ketin.
Piştî civîna li Bexdayê û beyana lihevhatinê, meclîs civiya û Osman Nucefî(ji Lîsteya el-Îraqiye)ji 295 dengan, 227 dengan girt û weke serokê parlamentoyê hate hilbijartin.
Parlamentoya Îraqê bi giştî 325 kursî ne.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di civîneke çapemeniyê da got, hemû daxwazên kurdan hatin qebûlkirin û Celal Talebanî jî ewê ji nû ve bibe Serokkomarê Iraqê.
Mesûd Barzanî, di civînê da got, “Rêberên Lîsteya el- Iraqiyeyê di dawiya civîna duhî ya serokên hêzên sereke yên Iraqê da bi berpirsiyarî hereket kirin û biryar dan ku beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê bibin.”
Barzanî da zanîn ku, meqamên girîng li gor hêzên siyasî bi awayekî adil hatine belavkirin û texmîna wî ew e ku hukûmeta nuh di nava mehekê da ewê were avakirin.
Di derbarê belavbûna postên girîng da serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got:
“Serokomarî ji bo kurdan serokwezîrî ji bo Hevpeymaniya Niştîmanî û Serokê Parlamentoyê jî ji bo Lîsteya el- Iraqiyeyê hatine dayin. Maqama Civata Niştîmanî ya bo Siyaseta Stratejîk jî ewê ji Eyad Ellawî ra were dayin.”
Barzanî, di derbarê rola kurdan û bi taybetî jî rola wî ya şexsî ya di vê lihevkirinê da jî got:
“Em wek kurd şanaziyê bi wê dikin ku me aliyên iraqî nêzî hev kiriye. Weke kurd ji bo me şanazî ye ku em bûne egera çareserkirina arîşeyên di navbera aliyên siyasî de. Hemû birayên me li Iraqê rêzê li helwesta me digirin.”
Li ser gelo kîjan daxwzên kurdan hatine qebûlkirin jî Mesûd Barzanî got:
“Hêsantirîn xalên ku lihevkirin li ser hatiye kirin yên ku têkildarî Herêma Kurdistanê bûn. Karnameya 19 xalî ya Herêma Kurdistanê hate qebûlkirin.”
Ji van gotinên serokê Herîma Kurdistanê Mesûd Barzanî, meriv wisa fêm dike ku hemû daxwazên kurdan hatine qebûlkirin, loma jî birêz Barzanî ji lihevkirinê gelkî memnûn xuya ye.
Tiştek pir vekirîye ku kurdan bi vê netîceyê careke din jî siyaseta Tirkiyê ya xerabkar, dijminane û li dijî kurdan pîç kir.
Sebebê esasî yê avanebûna hukûmetê heta nuha siyaseta Tirkiyê ye. Ji bo ku Celal Talabanî nebe serokkomar û Malikî nebe serokwezîr, çi ji destê tirkan hat kirin, lê siyaseta kurdan ya bi sebir hemû planên wan vala derxist.
Tirkiyê ji dêlî lîsteya Malikî û kurdan, dixwestlîsteya Îyad Allawî û erebên sûnnî ku piraniya wan merivên Saddam û Basiyên kevn û bi taybetî jî li dijî statuyta kurdan ya îro ne.
Tirkiyê, him ji bo kêmkirina tesîra Îranê û him jî ji ber ku li dijî kurdan e, bi xurtî alîkariya Allawî û Lîsteya el Îraqiyeyê kir.
Tirkiye di rû da bi kurdan ra dida distend, xwe wek dost nîşan dida lê ne rast bû, kurdan dizanîbû ku tirk li dijî wan û serokkomariya Talabanî ne. Erdogan û Davutoglu, ji bo ku serokkomariyê ji dest kurdan derxin û yekî sûnnî bikin serokkomar bi şev û roj weke xiltan dixebitîn.
Lê kurdan di rênga Îraqê da careke din ew naqawt kirin.
Nuha min bala xwe da beyana Davutoglu wezîrê Tirkiyê yê derve, min dît ji kurdan û Malikî ra bi rengekî sergirtî şelafiye dike, fena ku bi vê netîceyê kêfxweş bin wan pîroz dike.
Lê vir e, ev netîce ne li gor dilê wan e, lê tiştekî ku bikin jî tuneye, hemû qozên xwe bikar anîn biser neketin, loma jî nuha ji mecbûrî “pîroz” dikin.
Heta nuha ji ber ku ereb ne li hev bûn loma jî nikanîbûn li dijî kurdan tiştekî ne baş bikin.
Gelo piştî vê lihevkirinê li hember kurdan ewê siyaseteke çawa bimeşînin, ew jî pir girîng e, heta ciyê metirsiyê ye.
Do, di rewşên krîtîk da ereb li hember kurdan nikanîbûn bibin yek, lê îro ev yek hêsantir e, lê helbet nayê wê maneyê ku mimkûn e.
Bi îhtîmaleke mezin hemû hêzên eraban bi demê ra ewê xwe fêrî hebûna Kurdistanê û realîteya heyî bikin.
Têkbirina statuya kurdan ya îro êdî ne mimkûn e, xeyaleke vala ye, tirk jî û bermayiyên Saddam jî hêdî hêdî ewê fêrî vê realîteyî bibin.