Sibe li welatê min Cejna Qurbanê ye...
Lê ez ne li welatê xwe û ne di nava gelê xwe da me.
Li welatê min, li bajarê min sibe însan, nas û dot, kesên ji hev xeyidî û ne li hev ewê herin cejna hev pîroz bikin û li hev werin, bi hev ra bikenin, bi hev ra xwarina eydiyê bixwin.
Zeyî, bi kincên xwe yên rengo rengo, ji derên dûr ewê têkevin riyan û herin cejna dê û bav û merivên xwe pîroz bikin.
Zarok, serê sihehan zû bi bêsebrî, bi heyecan û dilşadiyeke mezin ewê rabin, kincên xwe yên nuh bera ser bejna xwe bidin û ji bo topkirina şekir û eydaniyên xwe li kuçe û kolanan pahn bin, mal bi mal bigerin, herin destên mezinan maçî bikin û eydaniya xwe ji wan bixwazin.
Piştî nimêja eydiyê û xwarinê, mezin jî ewê berên xwe bidin goristanan, herin serdana miriyên gorran û şehîdên Kurdistanê.
Şehîdên welatê min ji yên hemû welatan pirtir in, loma jî sibe li hemû gund û bajarên wealtê min, gorristan ewê bibin weke qada haşermahşerê, bi sedhezaran kal, pîr, jin û zarok ewê herin ser gorrên ewlad, egîd, berdilk û evîndarên xwe, ewê bi nazenînî baqek gul deynin ber serên wan û bi hêsirên çavan axa gorrên wan şil bikin, dayik dîsa ewê ji kezebê bilorînin û kilaman bavêjin ser şervanên azadiyê...
Lê ezê ne li wir bim, ezê nikanibim biçim ser gorra hevalekî xwe yê şehîdê Kurdistanê, ezê nikanibim biçim ser gorra bavê xwe yê ku roja ji nava me koç kir jî ez ne li wir bûm û guleke sor deynim ber serê wî û jê ra bibêjim va ye ez hatim....
Li welatê min sibe Cejna Qurbanê ye.
Sibe li ber deriyên zindanên welatê min jî ewê bibe roja haşerûmaşerê, qehreman û canfîdayên azadiyê ji bo bîsteke pir kin be jî ewê dê, bav, xweşk, bira, zarok, hezkirî û evîndarên xwe bibînin, destên wan ewê bigihîje hev, bi hêsirên çavan ra bi sedhezaran dil, ji bo bîstekê be jî ewê şad bibin.
Lê ezê nikanibim biçim serdana êsîr û girtiyekî welatê xwe.
Li welatê min sibe Cejna Qurbanê ye, însan naxebitin, lê ezê weke her roj dîsa herim karê xwe, dîsa bixebitim, bêyî ku kes bizanibe li welatê min Cejna Qurbanê ye, rojeke dînî ya pîroz e....
Di dawiyê da, ez Cejna Qurbanê ji dil û can li hemû girtiyên zindanan, li şervanên serê çiyan, li xwendevanên xwe, li nas, dost û hevalan, li hemû kurdên welatperwer û li gelê xwe yê fedekar û têkoşer pîroz dikim.
Ez hêvî dikim ku Cejna Qurbanê ji bo me hemû kurdan bibe wesîleya nemana hemû dilsariyan û hevkarî û yekîtiya nabêna kurdan jî xurttir bike...
Bi minasebeta Cejna Qurbanê, Radyoya Dengê Huner jî di facebookê da ji min ra pîrozbahiyeke şandiye.
SvaraRaderaMala wan ava.
Her kesî Cejna min a Qurbanê pîroz kiriye, lê “Dengê Huner Yonetîmî” yanî “Komîteya Dengê Huner” Newroza min pîroz kiriye.
Min got belkî ez şaş im û bi rastî jî Newroz hatiye haya min jê tuneye, loma jî min ji xanimê pirsî, got na, tu şaş î, sibe ne Newroz e, eydiya Qurbanê ye.
Ji bo ku dilê min baş têkeve cî min li teqwîmê û înternetê jî nêrî, di hemûyan da digot sibe “Cejna Qurbanê” ye.
Pîrozbahiya hevalên Radyoya Dengê Huner bi çend zimanan e û wiha ye:
“Newroza We Pîroz Be. Newroza $ima Piroz Bo. Newroztan Pîroz Bêt. Bayraminiz Kutlu Olsun. Saygilarimizla Dengê Huner Yönetimi.
Ma bi ya we, sibe Cejna Qurbanê ye ya Newroz e?