Tu tişt wek xwendinê baş û bi feyde tune ye, bi xêra xwendinê ev hemû keşif û îcad û pêşketina îro çêbûye.
Merivên kitêban dixwînin dinyayê ne bi çavên xwe tenê, bi
çav û hestên gelek însanên din jî dibînin. Hestên, fikrên gelek însanên din jî
fêr dibin, asoya xwe firehtir dikin, zanîna xwe kûrtir dikin.
Xwendin mifteya derîyê zanînê ye. Xwendin, mejîyê meriv bi pêş dixîne, meriv zanatir dike. Zimanê meriv zengîntir dike.
Xwendin wek sporê ye, spor ji bo laş baş e, xwendin ji bo mejî baş e. Xwendin spora mejî ye.
Xwendin bîr, hafiza însên xurt dike. Keçno, xortno, heta ji we tê bixwînin, zarokên
xwe fêrî xwendinê bikin, ji wan ra kitêban bikirin, bira di zaroktîyê da fêrî
xwendinê bibin.
Berê kitêbên zarokan bi kurdî tunebûn, nuha pir in. Ji zarokên xwe ra kitêbên
zarokan bikirin, bira kitêbxana wan hebe.
Bi xwendinê meriv him gelek tiştan fêr dibe, him jî xezîneya zimanê meriv
dewlementir dibe.
Xwendin rehetiyekê jî didemeriv, meriv ji sitresê, ji bîntengiyê, ji fikrê
xerab dûr dixe, meriv dibe cîhaneke din.
Çend gotinên xweş yên li ser feydeya xwendinê:
-Kesê dixwîne berî bimire hezar jiyanan dijî; kesê qet naxwîne tenê jiyanekê
dijî.
George R.R. Martin
-Mala bê kitêb wekî laşekî bê ruh e.
Marcus Tullius Cicero
-Xwendin axaftina bi merivên herî zana yên sedsalên borî ra
ye.
René Descartes
-Kitêb dostên herî bêdeng û herî dilsoz in; ew mamosteyên herî
aram û herî zana ne.
Charles W. Eliot
-Xwendinê tu carî nede sekinandin, çimkî jiyan tu carî fêrkirinê nade sekinandin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar