Hin însan ji bo ku karekî nekin, wezîfeyekê negrin ser xwe gelek mahneyan, gelek hincetên pela pûçî dibînin.
Hin sîyasetmedar ji bo ku gelşa nabêna xwe çareser nekin, yekîtîya xwe, tifaqa xwe çênekin gelek hincetan didin pêş.
-Mahne, hincet, qal û qîl wek mû ye, li ba her kesî tê dîtin.
Lê belê aqil wek çareyê ye, çare li ba her kesî nayê dîtin. Gava aqil tunebe, ya jî kêm be, çare jî çênabe, tevlihevî dom dike.
Aqil taca zêrîn e, li ser her kesî nîne.
XXX
-Heger çenteyê li pişta we bi we pir giran tê, êdî hûn
nikanin rakin, ji pişta xwe deynin, bala xwe bidin tiştên tê da. Tiştên ne
hewceyî, ne hêjîyî hûn bi xwe ra bigerînin ji nav biniqînin, bavêjin. Ewê barê
we sivik bibe, hûnê rehet bikin.
XXX
Di jiyana tu kesî da cîyê her kesî ne garantî ye. Bi
guherîna dem û dewranê ra hinek tên, hinek diherin. Meriv bi hinekan ra
hevaltîya xwe, dostanîya xwe heta roja dawî didomîne, bi hinekan ra jî têkilîya
xwe qut dike, ji dûr va lê temaşe dike.
Lê meriv tenê vê hilbijartinê nake, kesên din jî li hemberî
meriv eynî tiştî dikin, ew jî ji meriv dûr dikevin. Gava fikir xatir ji hev
dixwazin, şûşa dil dişkê, dil jî ji hev sar dibin. Fikir zora dil dibe.Ya rast
jî ew e.
Bawerî ne fikreke, dera fikir lê disekine, nahêle meju karê xwe bike, bifikire. Dibê meriv nehêle bawerî rê li ber fikirandinê bigire.
-Hêrs pola ye. Ji bona bibe şûr sebir lazim e, aqil lazim e,
hostatî lazim e
-Ji dêlî tu di gelek karan da bibî şagirt, di karekî da bibe
hosta baştir e.
XXX
Îro li Amedê Hevbendîya Netewî ya Kurdistanê hate îlankirin.
Di nav Hevbendîyê da Pêlkurd, PDK-Bakur, PSK, PWK, Vejîn û gelek kesên serbixwe
hene.
Ser xêrê be, pîroz dikim û ji Hevbendîyê ra serketinê dixwazim. Însîyatîveke
baş e.
Hêvî dikim ew jî wek yên berî xwe piştî çend mehan belav nebe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar