Sîyasetmedar, abûqat Mahmûd Alinak, li ser girtîyên 4-5 sal
di ser cezayên wan ra derbas bûye, dewlet dibêje, hîn baş terbîye nebûne, ji
ber wê jî wan bernadin, vîdeoyek parve kiriye.
Mahmut Alinak, di vîdeoyê da qala Nedîme Yaklav, Sevgî Saymaz û gelek kesên din dike. Dibêje, Nedîme Yaklav, di girtîxana Sincanê da ye, 7 car in texlîyeya wê tê bipaşxistin.
Jineke din jî Sevgî Saymaz e. Ew jî ji sala 1992a vir ve di girtîxana Kandirayê da girtî ye; cezayê wê yê muebetê(30) salî qedîya ye, lê bi hincetên dîsîplînê nayê berdan. Her du girtiyên jin jî weke mînakên barbarîya bêemsal a berbiçav tên nîşandan.Li dinyayê dewleta herî barbar, herî wahş ya ji edalatê bêpar jî girtîyekê ji ber ku teslîm û terbîye nebûye 4 salan zêde, 34, 35 salan di di zindanê da nahêle.
Li dinyayê numûneyeke din ya wiha tune ye.
Lê ya xerab, bêyî malbatên van feqîran haya bîrûraya giştî ya kurdan û haya dinyayê jî rindikî vê zalimê û bêedaletîya tirkan tune ye.
Partîya DEMê û parlamenterên wê ji bo Evdila Ocalanê di vîlaya dewletê da kêfa xwe diqetîne her roj li kuçe û kolanan pêsîra xwe diçirînin, ji bona girtîyên 4 sal bi ser cezayê wan ketîye dewlet wan bernade meşekê, protestoyekê nakin. Di meclîsê da tevgereke cidî nakin. Bîr û Dinyayö, medyaya Ewrûpayê ji vê barbarîya hukûmeta tirk agahdar nakin. Ne dinya tenê, civata kurd jî nizane li Tirkiyê çend girtîyên 3-4 sal bi ser cezayên wan ketîye, dewlet wan bernade.
Partîya DEMê û parlamenterên wê, ji dêlç ji bo van kesan qîyametê rake, her roj bikin qîrîn û hawar, dinyayê bi vê zulma vê dewleta barbar bihesînin, ji bo evdila Ocalanê di vîlayê da, di luksê da dijî xwe diçirînin.
Û miletê me jî hewqasî gêj, bêhiş û bêûjdan bûye zilamên Evdila Ocalan rexne nakin, nabêjin çima hûn ji bona bi hezaran kurdên dewletê êsîr girtiye û bernadin tiştekî nakin?
PKKê, civata me, însanên me yên herî sîyasî, xwedêgiravî herî şiyar jî kerr û kor kirine, bi milyonan bûne murîd û leşkerên Evdila Ocalanê hevalê dewletê.
Ji ber ku milet dengê xwe nake, ji her karê Evdila Ocalan û PKK ra dilîrîne, li çepikan dixe, partîya DEMê jî ji azadîya bi hezaran girtîyan bêtir, ji bo rehetîya Evdila Ocalan dixebite.
Li gorî raporên saziyên mafên mirovan, Komeleya Mafên
Mirovan(ÎHD)di girtîxaneyên Tirkiyê da, di serî da girtiyên 30 salên xwe
qedandine, zêdetirî 342 girtî bi biryarên "Lijneya Îdare û Çavdêriyê texlîyeya
wan hatiye sekinandin, yan jî bipaşxistin.
Nêzî 9 hezar girtî bi biryarên van licneyan hevsan mafê wan
ê berdanê hatiye sekinandin û taloqkirin.
Dewlet bi hincetên, "hîn nehatîye ser rîya rast, ya jî hîn tab baş nebûye înfaza
wan dişewitînin û wan bernadin.
Piştî min li vîdeoya Mahmûd Alinak temaşe kir, ez pir xemgîn bûm, kezeba min peritî. Min ev mesele
hinekî vekola, hin tiştên nuh fêr bûm. Li hemberî vê wahşetê kezeba meriv perçe dibe.
Medyaya kurd jî bi qasî ji %1ê qala”statuya Evdila Ocalan” û ”Tirkiyeya bêteror”
dike, qala Nedîme Yaklav, Sevgî Saymaz û 9 hezar girtîyên cezayê wan qedîya ye lê nayên berdan nake.


Inga kommentarer:
Skicka en kommentar