06 november 2026

Baş e ku zana û kurdperwerên me yên wek Necat Zanyar hene

Baş e ku nivîsên Prof. Nesîm Doru û Muhsîn Kizilkaya bêbersîv neman. Bi vîya pir kêfxweş bûm.
Gelek kesên kurdperwer li ser xelata serokkomarê Tirkiyê daye Ehmedê Xanî û nivîsên Prof. Nesîm Doru û Muhsîn Kizilkaya yên dixwazin Ehmedê Xanî ji nasyonalîzma kurdî bişon tiştên pir xweş nivîsîn, rexneyên baş li Doru û Kizilkaya girtin. Ji wan kesan yek jî Necat Zanyarê hêja ye. 
Li ser van mijaran di malpera ”Noerra” da bi Samîra Kuçukbîltekîn xanimê ra hevpeyvîneke pir xweş kiriye.

Baş e ku yên wek Necat Zanyarê me hene, li hemberî êrîşên ser miletê xwe, ser mezinên xwe yên netewê tu carî bêdeng namîne, bersîvên baş dide kesên dixwazin ruhê kurdan yên netewî zeîf bikin, bikujin û kurdan entegreyî tirkan bikin.
Tiştê Muhsîn Kizilkaya û Prof. Nesîm Doru yên wek wan dikin, di esasê xwe da piştgirîya sîyaseta Evdila Ocalan a entegrasyona miletê kurd e. Wek Evdila Ocalan, ew jî dixwazin kurdan entegreyî Tirkiyê bikin.
Evdila Ocalan viya eşkere dibêje, ew eşkere nebêjin jî ji nivîsên wan meriv vîya fêm dike. Bi zimanekî şîrîn û xapînok dibêjin gerek kurd dev ji daxwaza, xeyala serxwebûnê, dewleteka kurdî berdin û entegreyî Tirkiyê bibin; yanî asîmîlasyonê, tirkbûnê qebûl bikin.
Necat Zanyar di malpera ”Noerra” da li dijî van kesan derketîye, li ser xelata serokkomarê Tirkiyê daye Ehmedê Xanî û nivîsên Prof. Nesîm Doru û Muhsîn Kizilkaya tiştên pir baş gotine. Hevpeyvîneke mikemel e.
Xwedê kir kesên me yên wek Necat Zanyar zana, dildarên azadîyê û serxwebûna miletê xwe jî hene.
Necat Zanyar, di bersîvên xwe da nivîsên, teorîyên Nesîm Doru û Muhsîn Kizilkaya û sebebê xelatkirina Ehmedê Xanî ji alî dewleta tirk ve pir xweşik analîz kiriye û şaşîyên îdîayên wan, nêta wan a sîyasî raxistiye ber çavan.
Hevpeyvîneke pir mistewabilnd e, hêjayî xwendinê ye.
Ji ber ku ez nivîsên bi tirkî parve nakim, min hevpeyvîn parve nekir.
Navê hevpeyvînî bi tirkî, ”Xanî dewletten buyuktur/Xanî ji dewletê mezintir e.”
Nivîs di malperên Necat Zanyar/Necat Zivingî yên FB û Xê da hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar