05 november 2026

Prof. Nesîm Doru li hemberî Ehmedê Xanî bêwefayî kirîye

Prof. Nesîm Doru, di malpera Independet Turkishê da li ser Ehmedê Xanî nivîsek nivîsîye. Prof. Nesîm Doru, di nivîsê da dibêje Ehmedê Xanî ne pêşengê, ne bavê milîyetçîtîya/nasyonalîzma kurdî ye, di serdema wî da tiştekî wiha tunebû.
Fikrê nasyonalîzmê bi Şoreşa Fransayê ra dest pê kiriye. Ji bo wê jî tiştên Ehmedê Xanî li ser serxwebûna kurdan û dewleteke kurdan a netewî gotîye nayê maneya nasyonalîzmê.

Li gorî dîtina Prof. Nesîm Doru, têgihên wekî "kurd" û "kurmanc" û tiştên Ehmedê Xanî di vî warî da gotine nayê maneya nasyonalîznê, çimkî di dema Xanî da ne xwedî maneyên netewî yên îdeolojîk bûn.
Prof. Nesîm Doru, akademîsyenekî zana ye, li ser Ehmedê Xanî xwedî zanîneke kûr e, meriv kane wî wek pisporekî Ehmedê Xanî bihesibîne.
Min qet texmîn nedikir akademîsyenekî wek Prof Nesîm Doru, waqifê îdeolojî û fikrê Ehmedê Xanî yên sîyasî, netewî bibêje Ehmedê Xanî ne bavê nasyonalîzma kurdî ye, vî alîyê wî yê sîyasî, netewî nebîne ya jî bi zanetî înkar bike.
Prof Nesîm Doru, beşên siyasî û netewî yên di Mem û Zînê da, beşên li ser yekîtîya kurdan û daxwaza dewleteke kurd ji nedî va tê, di nivîsa xwe da qala viya nake. Li gorî wî, Ehmedê Xanî tenê xwestîye kurdên koçer, eşîrên kurd bi tifaq bin û bibin bajarî, zimanê kurdî bi pêş keve, filan û bîvan.
Prof. Nesîm Doru, ji bo ku Ehmedê Xanî ji fikrên wî yên netewî û siyasî dûr bixîne, numûneyên, şîroveyên pela pûçî, yên ne zanistî li dû hev rêz dike, dibêje, ”ez îdîa dikim Ehmedê Xanî ne mîlîyetçî bû û delîlên xwe pêşkêş dikim.”
Di nivîsa Prof. Nesîm Doru da tu delîlekî ilmî tune ye. Ji bo ku tu ji Ehmedê Xanî ra bibêjî ”ne mîlîyetçî bû”, dibê tu mîlîyetçîtîyê tarîf bikî, meriv çawa dibe mîlîyetçî û ji kê ra dibêje ew mîlîyetçî ye?
Mesela gerek Prof. Nesîm Doru bersîva van pirsan bide: Ehmedê Xanî çi bigota, çi biparasta dibû mîlîyetçî?
Û fikrên kîjan kesên mîlîyetçî ji yên Ehmedê Xanî cihêtir in û ew fikir çi ne?
Yanî meriv çi bibêje, çi biparêze dibe milîyetçî?
Dibê Prof. Nesîm Doru bersîva van pirsan bide.
Prof. Nesîm Doru rast nabêje, bi gotineke herî sivik demagojîyê dike, dîtinên Ehmedê Xanî yên sîyasyî, milî û daxwaza wî ya dewleteke netewyî, heta daxwaza wî ya împaratorîyeke kurdî bincil dike, li ser wan tiştekî nabêje.
Delîl û îspata mîlîyetçîtîya Ehmedê Xanî ya herî barîz ev rêz in:
”Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêk ra bikira me înqîyadek
Rûm û ereb û ecem temamî
Hemîyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet
Temyîz dibûn ji hev meqalet
Mumtaz dibûn xudan kemalet”

Ehmedê Xanî di vê şiîra xwe da, bi zelalîya merivekî nezan jî, zarokekî dibistana destpêkê jî kanibe jê fêm bike, dibêje, heger yekîtîya me hebûya û me hevdu qebûl bikira, me bi hev ra peymanek çêkira, emê bibûna xwedî dewlet, ereb, tirk, ecem hemû ewê têketana bin destê me, xizmeta me, xulamtîya me bikirana.
Me yê dîn û dewleta xwe bêkêmasî tekûz bikira, me yê ilm bixwenda, emê bi pêş ketana.
Yanî yê bixwaze miletek bindest nemîne, serwerê, hakimê welatê xwe be, xwe îdare bike û miletên cîran jî têxe bin tehamkuma xwe nasyonalîst e.

Yê van gotinan bibêje merivekî nasyonalîst e, çimkî ne tenê dixwaze kurd ji bindestîyê xelas bibin, her wisa dixwaze kurd bibin împaratorîyeke mezin û rûman(tirkan), ereban û eceman jî têxe bin hukmdarîya xwe.
Ev gotin, hezar sal berê jî yekî gotibe, ew kes merivekî nasyonlaîst e. Çimkî him serxwebûna miletê xwe dixwaze, him jî dixwaze miletên din jî têxe bin desthilatdarîya xwe.
Nasyonalîzim ji xwe bi kurtî ev e. 
Kesê nasyonalîst bi kurtî, berjewendî, azadî û serxwebûna miletê xwe di ser her tiştî ra digire, dixwaze yekîtîya miletê xwe çêke û li welatê xwe bibe xwedî desthilat, xwe îdare bike.
Bingeha îdeolojîya nasyonalîzmê ev e, dibê her milet di nav tixûbên welatê xwe da azad be, xwedî mafê biryardanê be, xwe îdare bike û kultur, ziman û nasnameya xwe biparêze, nekeve bin destê tu miletekî din, tu dewleteke din.
Ehmedê Xanî jî ev xwestiye, ji bêtifaqîya mîran, began, axayan, kurdan gazin kiriye, ew rexne kirine, gotiye heger hûn mezinên miletê kurd bi tifaq bûna, we li hev bikira, emê jî nuha wek rûman(tirkan), ereb û ecem û gurcan bûbûna xwedî dewlet.
Ne cahilek, profesorekî kurd, pisporekî Ehmedê Xanî yê bi erebî, farisî, tirkî, îngilîzî zane çawa kane ji xwediyê van gotinan ra, ji Ehmedê Xanî ra bibêje ew ne nasyonalîst e, vî alîyê wî yê sîyasî, netewî red bike û têxe şikê?
Bi dîtina min Prof. Nesîm Doru li hemberî Ehmedê Xanî bi gotinek eherî sivik bêwefayîyê dike.
Li gorî Prof. Nesîm Doru, ne mimkûn e Ehmedê Xanî yekî nasyonalîst be, çimkî nasyonalîzmê wek îdeolojî 100 salî piştî mirina Ehemedê Xanî, bi Şoreşa Fransayê dest pê kiriye.

Prof Nesîm Doru:
”Kesên Ehmedê Xanî wek bavê nasyonalîzma kurdî qebûl dikin pir in. Şoreşa Fransayê wek çavkanîya serdema belavbûna fikra miletperwerîyê (milîyetçîtiyê) tê qebûlkirin.
Ma mimkûn e kurdekî 100 sal berî Şoreşa Fransayê wefat kiribe teorîsyenê fikra nasyonalîzma kurdî be?"

Dû ra jî dibêje, ”ez îdîa dikim, Ehmedê Xanî ne mîlîyetçî bû û delîlên xwe pêşkêş dikim.”
Ji alî ilmî da tu qîmeteke vê numûneya Prof. Nesîm Doru tune ye. Çimkî ya muhîm ne wext  û zeman e, gotin rast e ya na?
Kînga hatiye gotin ne muhîm e, dixwaze bira hezar sal berê hatibe gotin, tiştê Ehmedê Xanî gotiye nasyonalîzm e ya na û ev gotin wî dike bavê nasyonalîzma kurdî ya na?
Tiştê rast kînga hatibe gotin rast e. Ji ber ku dewleta me tunebû, zana û  fîlozofên me jî wek yên yûnanan, faris û ereb û ewrûpîyan nehatin naskirin.
Ev gotinên Ehmedê Xanî kîjan şair, fîlozof û zanayekî ewrûpî gotiba, sedîsed ewê ew kes kiribana bavê nasyonalîzmê.
Nasyonalîstên modern çi gotibin, Ehmedê Xanî jî 300 sal berê ew tişt gotîye, redkirina wê, belovacî kirina vê rastîyê demagojî ye û ne duristîyeke exlaqî û ilmî ye. Û her wisa bêwefayî ye jî.
Ev yek bi Prof. Nesîm Doru nakeve, kê bigota Ehmedê Xanî ne nasyonalîst e, ne bavê nasyonalîzma kurdî ye, gerek wî negota.

Tiştê Ehmedê Xanî li ser yekîtî, azadî, serxwebûna miletê kurd û daxwaza dewleteke kurdî gotiye, ne sed sal, hezar salî berî Şoreşa Fransayê hatibe gotin jî sedîsed nasyonalîzm e. 

Çimkî hedefa Şoreşa Fransayê jî eynî tişt bû, wan jî dixwest dawî li perçebûna milet, li deshilata qiralan û mîran were, hukim têkeve destê milet, dewleteke merkezî çêbibe. Ehmedê Xanî jî eynî tişt xwestîye. Xwestîye kurd bibin xwedî dewleteke netewî, zimanê xwe, edebîyata xwe bi pêş xin û dema xurt bûn miletên cîran jî têxin bin hukmê xwe.
Ji bo ku meriv bibêje Ehmedê Xanî bavê nasyonalîzma kurdî ye ne hewce ye meriv ji vir û wir, ji fîlozofan numûneyan bide û minaqaşeyan zêde dirêj bike. Mesele pir basît e, daxwazên Ehmedê Xanî ne. Daxwazên wî yên merivekî nasyonalîst e.
Di dema Ehmedê Xanî da Kurdistanan ji alî du dewletên mezin va hatibû dagirkirin, li Kurdistanê tim şer û ceng bû, kurd ji cî û warên xwe dibûn, di bin nigên leşkerên du dewletên mezin da dipelixîn.
Wek kurdekî zana, ronakbîr Ehmedê Xanî bi vê perîşanîya miletê xwe pir diêşîya, lema jî ji mîrên kurdan ra, ji miletê kurd ra got, heta em nebin xwedî dewlet emê tim werin perçiqandin, ewê tim zulm li me bibe. Ji bo ku zulm li me nebe, kes gund û bajarên me talan neke, me bi çolan nexin, dibê em tifaqeke netewî çêkin û bibin xwedî dewleteke serbixwe. Ancax dewlet hebe em kanin xwe biparêzin,

Çimkî yên xwedî dewlet zulm li kurdan dikirin, ji wan bi zor bac û leşker distendin. Ji ber ku xwedî dewlet bûn, ordîyên wan, sîlehên wan, pereyên wan, ala wan hebû.
Ehmedê Xanî ev yek didît û xwest kurd jî wek miletên din, wek osmanîyan û farisan û rûsan bibin xwedî dewleteke netewî.
Ev dîtina Ehmedê Xanî ji ber ku berî Şoreşa Fransayê bi sed salî ye pûç nabe.
Wek kurdekî ji dêlî Prof. Nesîm Doru bi vê mezinahîya Ehmedê Xanî fexir û serbilind bibe, pesnê wî bide, ji Ewrûpîyan ra, ji dinyayayê ra bibêje, binêrin fîlozofê me yê mezin Ehmedê Xanî, berî Şoreşa Fransayê bi 100 salî fikrê nasyonalîmê avêtiye ortê, ji miletê xwe ra azadî, serxwebûn, dewlet xwestîye.
Prof. Nesîm Doru, viya nabêje, ji dêlî wê va, dibêje ji ber ku Ehmedê Xanî 100 sal berî Şoreşa Fransayê wefat kiriye, ew nikane bibe teorîyesnê fikrê nasyonalîzmê û bavê nasyonalîzma kurdî.
Wele Ehmedê Xanî nasyonalîst e û bavê nasyonalîzma kurdî ye û em bi viya pir serbilind in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar