Merivên xerab, zalim, xedar bûne bela serê însên; dîktatorek kana bibe sebebê felekatên, malwêraniyên pir mezin.
Dostoyevskî gotiye, ”Di bin vî asîmanê hewqasî xweşik da,
hewqas însanên xerab çawa kanîbûn bijîn ?”
Bi rastî ne mimkûn e meriv vê pirsê ji xwe neke, di bin vî asîmanê muhteşem da çima hewqas merivên, serokên dewletan ên xerab û xedar hene, tu carî ji kuştinê, ji xwînê, ji wêrankirina bajaran têr nabin.
Rûsyayê dîsa bi dron û fuzeyên Krûz êrîşî Ûkranyayê kiriye, gelek juştî û birîndar hene.Zalimek, sadîstek kane xeberabiyên pir mezin bike, bi milyonan însanan bide kuştin, bajaran wêran bike.
XXX
Platforma X´ê bi bîra min xistiye, gotiye 14 sal berê, îro
tu tevî karwanê X´ê bû, dibê tu 14 saliya xwe ya bi me ra pîroz bikî. Facebook
rojên wiha tîne bîra meriv, cara pêşî ye dibînim X´ê jî tiştekî wiha dike.
Min nizanîbû 14 sal in X´ê di vê platformê da viz dibim,
dinivîsînim. 14 sal ne hindik e. Min ji sifirê dest pê kir, nuha 15.245 şopînerên
min hene. Jimareke ne pir e, lê ne hidik e jî.
Di van 14 salên buhurî da heta ji min hat, min îstîkrarek nîşan
da, her roj nivîsî.
Gelek sipas ji bo X´ê ji bo ku 14 saliya min a di vê
platformê da anîye bîra min
XXX
-Jiyan hunerekî balansê, hevsengiyê ye. Yê hişk be dişkê, yê nerm be
xwar dibe; hêza esasî yê kanibe di bahozê da vezele/xwar bibe, lê belê bibe wek
bamboya koka xwe bernade.
Leo Tzu
XXX
-Her hezkirina li derî azadiya însên xwe sipartibe çi jî, bi
rehetî kane vegere nefretê.
Yên ji alî aqil va îdare dibin,-yanî kesên di rêberiya aqil
da li berjewendiyên xwe digerin- ji bo xwe jî, ji bo hemû însanîyetê jî tu
tiştê xerab naxwazin, ji ber wê jî merivên adil, sadiq û bi şeref in.
Serbilindiya herî mezin û nezanîna herî mezin a meriv a li
ser xwe ye, xwe baş nas nake.
///Spînoza
Ez her roj berî xwe didim xalê min derheqî futbola Kurdî de çi nivîsîye lê mixabin her car ez dest vala dimînim...
SvaraRaderaJi Gurkêlê silav û rêz. M.R.
Rast e, li ser futbolê kêm dinivîsînim. Çimkî jê fêm nakim. Cara dawî heftak berê bû, min ev nivîsa nivîsî, belkî te nexwendibe.
Raderahttps://zinarexamo.blogspot.com/2026/09/amedspore-trabzonspor-hustuxwar-sand.html