Di medyaya sosyal da ji bo ku kurdan berra hev bidin gelek profîlên sexte yên navekî kurdî li xwe
kirine hene.
Bi navê sexte dibin hevalê kurdan, dû ra jî xwe ji alîyekî, ji partiyekê nîşan
didin û êrîşî partiyeke din û hin şexsan dikin.
Profîleke bi navê ”nazê lê bi şev ranazê” di X´ê da bû hevala min, min jî
demakê ew taqîb kir.
Gava jinek min taqîb dike kêfxweş dibim, hevaltiya wê qebûl dikim, dibêjim belkî
hinekî kurdî fêr bibe.
”Înşelah ewê bibe nesîbê min jî. Ji her lîkê ra amînek.”
Ez matmayî mam!
Bi texmîna min, ne kurd e, ne jî jin e, ya troleke, ya jî ajanekî tirk e. Ji bo ku kanibe kurdan taqîb bike navekî bi kurdî li xwe kiriye.
Min ev şiroveya jêr li bin parvekirina wê parve kir:
”Te ez matmayî hîştim!
Nazê xanim, kurda bixwaze destê dagirkerê welatê xwe, kesê bi emrê wî bi hezaran kurd hatine kuştin û gelek gund û bajarên Kurdistanê wêran kirine maçî bike, mixabin pir bêşexsîyet e; evîndara celadê miletê xwe ye.
Ez te ji hevaltîya xwe derdixînim.”
Min ew him ji hevaltiya xwe derxist, him jî bloqe kir.
Dibê meriv ji her profîla bi kurdî ye bawer neke, gelek trol û ajanên dewletê
hene, dixwazin di malperên kurdan da fêsadiyê bikin, kurdan berra hev bidin.
Trol û hesabên sexte di Xê, Facebookê, TîkTokê, Înstagramê da
navên kurdî bi kar tînin û li dijî kurdan şerê psîkolojîk û îstîxbaratî
dimeşînin.
Amanca wan a sereke ne tenê propaganda ye, xirabkirina têkiliyên navxweyî yên
civakê ye.
Hesabên sexte bi gelemperî van rêbazan bikar tînin:
Provokasyon, fêsadî, xerakirina moralê însanan e,
belavkirina dezînformasyonê.
Yanî dibê meriv ji her kesê/kesa xwe hevalê partiyekê, hêzekê nîşan dide û
êrîşî hin hêz û şexsan dike bawer neke.
Gava ez rastî kesên wiha, profîlên sexte têm tavilê bloqe dikim. Hûn jî bikin. Dûro bi nûro.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar