Veysî Aktaşê li Îmraliyê endamê sekreteriya Evdila Ocalan bû do li Stenbolê di civînekê da wek pantirkîstekî li dijî azadî û serxwebûna kurdan derketiye, gotiye Îsraîl dixwest Kurdistanekê çêke, PKKê, Evdila Ocalan evplan red kir
Weysî Aktaş:
”Îro ji bo ku Îsraîl kanibe hebûna xwe bidomîne li Rojhilata Navîn hewcedariya
wê bi Kurdistanekê, bi Îsraîleke duyemîn heye. PKKê ev qebûl nekir. Ocalan ev
red kir. Sebebekî destpêkirina pêvajoyê jî ev bû.”
Merivekî viya bibêje, tu ferqa wî ji pantirkîstekî tune ye, merivekî sedîsed li dijî azadîya miletê kurd e. Mêrik vê neyartiya xwe ya bi kurdan ra venaşêre, dibêje Îsraîl xwest Kurdistanekê çêbike, lê PKKê û Evdila Ocalan qebûl nekir.
Kurdê hîn jî hevaltiya vî kesî, vê tevgerê û Evdila Ocalan bike, maneya xwe ew jî li dijî azadî û serxwebûna miletê kurd e, naxaze kurd bibin xwedî dewlet, dixwaze kurd di bin destê tirkan da bimînin û hêdî hêdî bibin tirk.
Heger meriv van dîtinên Weysî Aktaş naparêze dibê dev ji hevaltiya wan berde. Yê dev jê bernede ew jî wek Weysî Aktaş difikire, tiştê Weysî Aktaş gotiye diparêze.
Mêrikan eşkere dibêjin, em li dij in kurd bibin xwedî dewlet. Kurdên wiha nafikirin dibê êdî têkiliya xwe ji van kesan qut bikin.
Evdila Ocalan daxwaza Îsraîl red kir
XXX
”Xwedayê di mesela qûlên xwe yên mêr da ewê çi li xwe kin,
çawa li xwe kin gotinek negotiye, gava mijar bûye jin heta kanîbûye qaîde li dû
hev rêz kirine.
Mêrên, ew û jin ji eynî dînî ne heta hûn bixwazin rehet in,
lê belê jin girtine bin zextê. Ev yek ne fikrê Xwedê, bêyê fikrê mêrên şît ên
ereb ne tiştekî din e."
///Turan Dursun
Vê pirsê gerek hemû jin ji xwe û ji mêran, ji alimên îslamî
bikin.
Çima mêr serbest in, kanin her tiştî li xwe kin, çima dibê
jin xwe bipêçin, xwe pakêt bikin, têkevin nav konê reş?
.jpg)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar