12 augusti 2026

Kî însanan şiyar bike ew tim dibe hedefa neyar

Şevekê gur bi dizî xwe gîhand nêzî keriyê pez.

Dîk gur dît û bang da.
Kûçik bi dengê dîk şiyar bû û dest bi ewtînê kir.
Şivan bi xwe hesiya, rabû li der dora xwe nêrî.
Gundî bi qîjewîjê hesiyan.
Dewla gur bi avê neket, tirsiya, reviya. Kerî xelas bû.
Kûçik raket.

Xwediyê kerî ji kêfa pezê wî telef nebû dîk şerjê kir û serketina li hemberî gur pîroz kirin.
Li welatê me jî eynî tişt dibe. Kesên zana, kesên welatparêz, yên însanan şiyar dikin, yên şiûrê netewî didin însanan, yên li dijî daghirkeriyê serî hil didin berî her kesî dibin qurban, tim tên pelexandin, tim di hefs û zindanan da ne.
Şelaf û hevkarên neyar jî li rehetiya xwe dinêrin, li zulmê temaşe dikin.

XXX

Çeteyên ereb êrîşî kurdên vegeriyane Serê Kaniyê kirine, ji malên wan derneketine. Kurd mecbûr mane paş da vegerîyane.

Hêzên hukûmetê çima dihêlin çete êrîşî kurdan bikin?

Çima midaxeleyî çeteyan nekirin?

Çima çeteyên dagirker ji malên kurdan dernaxînin?

Ma mimkûn e çete bêyî destûra hukûmetê ji malên kurdan dernekevin?

Kanî xwedêgiravî peyman hatibû çêkirin kurdên vegerin malên xwe?

Gerek HSD, kurd vê dagirkeriyê qebûl nekin, çete werin cezakirin. Dibê hêzên kurd herin Serê Kaniyê, wekî din ewlehiya kurdan çênabe.

XXX

Kê gotibe rast gotiye, xweş teşbîh kiriye:

-Heger kûçikê te bi te da diewte, bizanibe hinekên din hestîyan davêjin ji ber da, wî xwedî dikin.

Miletê kurd gelek caran vê rastiyê fêm nake.

XXX

Yekî kor her şev gava derdiket derva panosek dida destê xwe.

Rojekê yekî jê ra got:

-Tu kor(kwîr)î, ma çi hewceyî vê panosê ye?

Yê kor got:

-Rast e, ji min ra ne hewce ye, lê ji bona ku hin korên biçav li min neqelibin ez wê bi xwe ra digerînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar