Camêrekî bi navê Sîdar Firat nivîsên min rexne kiriye, hin şîret li min kirine, gotiye, ”Tu ji sibê heta êvarê mîna nûgihiştan li ser Twitterê gilî û gazinan dikî, tu enerjiya negatîf li der dora xwe belav dikî.”
Dû ra jî gotiye, baştir tu dev ji van nivîsên bêwate berdî û ji xwe ra karekî
baştir, bi feyde bikî.
Ez nivîsên wî bersîvên xwe li jêr parve dikim.
"Tu ji sibê heta êvarê mîna nûgihiştan li ser Twitterê gilî û
gazinan dikî, xweperestî û kesparêziyê teşwîq dikî, îddîa dikî ku mirovahî di
bingeh de nankor û xêrnexwaz e û enerjiya negatîf li derdora xwe belav dikî.
Mirovên di temenê te de divê bi wê gihîştîbûna ku tecrûbeyê aniye bangaştir
tevbigerin, bibin hêvî ji bo ciwanan û enerjiya pozitîf li derdora xwe belav
bikin.
Her çend Kurd îro di bin çerxa dagirkerî û asîmîlasyonê de cewherê xwe winda kiribin jî, tu ji kevneşopiyên şaristanî yên qedîm ên wekî Med û Zerdeştiyê tê ku mirovahî û qenciyê dinavenda wê da bûye.
Ev her du mîrasên qedîm jî di cewherê xwe de kevneşopiyên herî mirovî yên cîhanê ne ku qencî, parvekirin, bedewî, bawerî û pozitîfbûnê li ber mirovan hîn kirine.
Mirovên ku ji derdora xwe, ji her kesî û ji her tiştî gilî û gazinan dikin; mirovên xweperest, qels û egoîst in û bêbawerî û xweperestiyê di nav mirovan de diçînin.
Pêşniyareke din jî ev e; di vê temenî de li şûna ku tu ji sibê heta êvarê wextê xwe li ser Twitterê derbas bikî (ku piranî ji ber ku tu hilberîn tune ye tu heman tiştan dubare dikî), tu dikarî karên bikêrhatî û bi feyde ji bo xwe bikî ku jiyana te rengîn bikin.
Bi xerckirina vê çend wextê bêwate li ser vê platformê, tu hem bi enerjiya negatîf tûjû dibî û hem jî enerjiya negatîf belav dikî.
Yên wekî te divê demên xwe yên dawî bi qencî û mijûlahiyên wisa derbas
bikin ku hem ji bo xwe û hem jî, heke ji destê wan bê, hem jî ji bo mirovahiyê
feydeyê wê hebe."
Sîdar Firat
XXX
Dema meriv karek kir hinek diecibînin, hinek naecibînin,
hinek jî wek te dixin binê erdê, dibêjjin tunebe çêtir. Çimkî karekî bi zirar
e.
Hersê celeb rexneyên pozîtîf û negatîf jî normal in. Her kes li gorî xwe rexne
dike.
Li gorî te ez karekî b pir xerab û bi zirar dikim, dev ji nivîsandinê berdim
baştir e.
Meriv kane nivîsên nivîskarekî neecibîne, rexne bike. Lê yê te ji rexneyê wêdit
e, tu dixwazî nivîsê li min qedexe bikî. Li gorî dîtina te bi nivîsên xwe ez
zirarê didim kurdan.
Diyar e kîndariya te ya li hemberî min gelkî mezin e. Ez wê jî normal dibînim.
Însan kanin ji hev nefret bikin.
Ez blogerê kurmancî yê ewilî me, 19 sal in bênabên dinivîsînim, bi hezaran
însan xêra min fêrî nivîsîna kurmanvî bûne.
Heta nuha min 10967 nivîsên li ser edebîyatê, tarîxê, mîzahê, çîrok, rexne,
bîranîn, pêkenîn, zargotin, ger û seyranê, zimên û gelek tiştên din nivîsîne.
di van nozde salan da, min ne rêzek bi tirkî nivîsîye, ne jî hîştiye kes bi
tirkî şirove bike.
Bi dîtina te nivîsên min gişk tiştên beradayî, bi zirar in û moralê ciwanan
xera dike.
Gelek sipas, mala te ava be, tu merivekî pir adil û qedirşînas î.
Zinarê Xamo
XXX
"Pêdivî bi van gotinan nîn e, tiştê ku ez dibêjim pir eşkere
ye. Rexnekirina aliyên te yên neyînî û anîna zimên a rastiyê, çawa ku keda te
ya heta îro kêm nake, te bi xwe jî biçûk nake.
Ez te ji nêz ve nas nakim, rastî nivîs û tewîtên te têm; loma tu sedem nîn e ku
ez ji te nefret bikim, çunkî di warê kesane de tu pirsgirêkeke min bi te re nîn
e.
Ez destnîşan dikim ku kesekî di temenê te de, li gorî çand û avahiya civakî ya ku jê tê, divê bêtir erênî, mirovane û hembêzker be.
Di serdemeke wisa xwebîn û durû de ku her kes çavê hev derdixe, gilî û gazinan ji her tişt û her kesî dike; divê ferdekî di temen û pêgeha te de, li şûna giliyên berdewam, banga îtidalê bike û di helwesteke yekker de bi cih bibe.
Helbet ez vê yekê tenê li ser gotarên siyasî nabêjim, bêtir qala nirxandin û nukteyên te yên der barê mirovan de dikim.
Rexnekirina ramanên çewt ên mirovan û bi bîr xistina ku ji
aliyê mirovayê ve nabe ew di wê pozîsyonê de bin, nayê wê wateyê ku mirov ji
wan nefret dikin.
Heke tu ramanên xwe di qada giştî de parve dikî, divê tu ji rexneyan re jî vekirî
bî; ger kompleksên te yên şexsî tune bin, ev yek te biçûk nake, te pêş dixe."
Sîdar Firat
XXX
Ez ji rexneyê aciz nabim. Te li nivîseke rexne negeritiye,
te gotiye tiştên ez dinivîsînim bêwete ne, gişk dubare ne û moralê însên xera
dikin. Û pêşniyara te jî ez dev ji van nivîsên beradayî, bi zirar berdim û ji
xwe ra karekî bi feyde bikim.
Çimkî nivîsên min moralê însên xera dikin, dubendiyê û nîfaqê dixin nava
însanan.
Ez dirêj nakim, sipas ji bo pêşniyar û şîretên te...
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar