Teşbîheke xweş heye, fena ku ji bo me hatibe gotin, dibêje, "gundê hirçê bike muxtarê xwe, ancax kane di xewna xwe da hirmiyê bibîne..."
Miletê Erdogan û Bahçelî bike serokên xwe ancax di xewna xwe da rehetiyê,
demokrasiyê bibîne.
Hûn çi bikin jî, hûn çiqas ray bigrin jî Erdogan ewê tim qezenc bike. Heta sax be ev îş ewê wiha be.
Lê em kurd jî ji tirkan ne baştir in, heta em ji wan korfahmtir in.
Li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bala xwe bidin halê me, hûnê heq bidin
min.
XXX
-Hevalê te yê rê yekî kêmaqil be, rê çiqasî rast be jî ewê
te bibe felaketê.
Mewlana
Em kurd dev ji rêber û hevalên kêmaqil, xerab bernadin.
XXX
-Ji sofî pirsîne, gotine:
-Sofî, bi ya te deve kane bistirê?
Sofî kenîya ye, gotiye:
-Wele heger kerên lê guhdarî bike bibîne kane bistirê jî, kane çîrokan jî
bibêje.
Ji ber ku kesên ji wan ra li çepikan dixin hene hin kes bûne serokên netewî,
gelek kes bi serên wan sond dixun.
XXX
-Kesên ji soza ga bawer bikin gayê şîr bide wan, piştî
demeke kin ewê fêm bikin wek mangê tên dotin.
Ji me gelek kes bawer dikin him gayê şîr bide wan, him jî qantirê jî bizê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar