Rewşa me kurda li her çar perçeyên Kurdistanê jî nebaş e. Tiştên li Rojavayê Kurdistanê bi micadeleyeke bêhempa û bi xwîna bi sedan şehîdan hatibû bidestxistin hema hema gişk ji dest çûn. Rewş wer xuya dike.
Li Başûrê Kurdistanê jî rewş pir xerab e. Emerîkayê leşkerên xwe û sîstema
Patrîot ji Hewlêr rakiriye. Hukûmet tune, meclîs girtî ye.
Yanî serîhildan û qezencên li Kurdistana Başûr û rojava da hatibûn bidestxistin
hemû kanin ji destê me herin.
Çîroka kedîkirina(malofîkirina)fîlan pir balkêş e. Di psîkolojiyê da wekî "sendroma fîlê zincîrkirî" tê binavkirin.
Fîlê wek dêwekî çawa kane bi zincîreka ziravik were kontrolkirin?
Numûneya ”fîlê zincîrkirî”, ji bo însanên xwe bêçare his dikin wek numûne tê dayin, dibêjin "bêçaretiya hînbûyî".
Yanî gava însan fêrî qebûlkirina bindestiyê dibe.
Fîl wexta hîn pir biçûk e bi zincîreke qalind, bi darekê va
ya jî bi singekî saxlem va girê didin.
Fîlê biçûk ji bo ku xelas bibe bi rojan li ber xwe dide, dixwaze zincîrê biqetîne
û azad bibe. Hêza wî têrê nake, nikane zincîra qalind biqetîne.
Piştî demêkê fêm dike ew çi bike jî nikane zincîrê biqetîne û rizagar bibe. Dest
ji liberxwedanê ber dide. Êdî bawer dike qeweta wî têra qetandina zincîrê nake,
zincîr ji hêza wî xurttir e; liberxwedana wî beyhûde ye. Êdî liberxwe nade.
Dema mezin dibe, dibe wek dêwekî 6-7 ton, xwediyê wî wê zincîra mezin û qalind
ji nigan vedike, bi zincîreke ziravik, ya jî bi benekî girê dide.
Fîlê 6-7 tonî, wek hûtekî mezin kane bi yek hewildanekê sing ya jî dara pêva girêdayî
ji kokê da rake, lê naceribîne, bi wê zincîra ziravik bi darê va girêdayî
dimîne.
Çimkî di zaroktiya xwe da pir ceribandibû, nikanîbû rizgar bibe, ev bîranênên
wî yên zaroktiyê di bîra wî da ye, bawer dike ew nikane zincîrê biqetîne.
Fîl di serê xwe da, di mejiyê da êdî kedî(malofî) bûye.
Ev çîrok ji bo însanên dest ji ber xwe berdabin wek ”bêçaretiya hînbûyî û zincîrên
di hiş da” tê binavkirin.
Dema însan çend caran têk, piştî şert diguherin jî wer bawer dikin ew nikanin
bi ser kevin, çimkî berê ceribandine.
Çimkî em gelek caran di bin bandora têkçûnên xwe yên berê da dimînnin û careke
din hewildanê naceribînin. Ev şaş e, ji ber ku em berê bi ser neketin, nayê wê
maneyê dib em carek din neceribînin.
Hêza me ya îro kane ji hêza me do zêdetir be, şertên îro kane ji yên do baştir
bin.
Di serîhildanên xwe yên 50 sal, sed salên dawî da em bi ser neketin, lê sibe em
kanin bi ser kevin.
Lê belê ji bo serkeftinê dibê em bêhêvî û qudûmşikestî nebin
û zincîrên di hundirê hişê xwe da biqetînin.
Îro em nikanin zora dijminên xwe bibin, nayê maneya sibe jî emê nikanibin. Em mecbûr
in tim biceribînin; em sed carî jî bi ser nekevin, dibê em cara 101ê jî
biceribînin.
.jpg)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar