26 maj 2026

Her mirin çîrokekê li pey xwe dihêle


Mirina hevalekî meriv jê hez dike, ne tenê meriv xemgîn dike, di jiyana meriv da valahiyeke mezin jî peyda dike. Wek di rêwîtiyekê da hevalê te terka te bike, te bi tenê bihêle.

Ji do da ye ez li mirna hevalê xwe yê 50 salî Eyûb Alacabey difikrim, rojên me yên borî, yên li Wêranşarê, yên li Qmîşloyê, yên li Diyarbekir û li Stockholmê, sohbetên me yên bi hev ra tînim bîra xwe û berçavên xwe.
Gelek hisên tevlihev bi min ra çê dibin. Dibêjim çima ez zêde neçûm balê, xwe sûcdar his dikim.

Mirina hevalekî ne tenê dawiya jiyaneke fîzîkî ye, çîrokekê jî li pey xwe dihêle. Yê dimre, dihere, ji xwe ra xelas dibe. Lê çîrok naqede, di dilê meriv da, di dilê yên mayî da dewam dike. Ew jî êşeke giran e.
Mirin wek mêvanekî bêwext were, bêyî li derî xîne, te hew dît ket hundir. Û heta te bi xwe ra nebe naçe.
Wî mîvanê bêwext, pêr derengê şevê hevalê min ê 50 salî Eyûb Alacey girt û bir.
Do şîna wî bû, ew tunebû, tenê bahs û qala wî hebû.

Mirina hevalekî meriv ê nêzîk, hevalekî meriv jê hez dike yek ji êşên herî giran e mirov di jiyanê da dikişîne. Ev wendahî ne tenê xemgîniyê, di jiyana meriv a rojane da jî guhertineke mezin peyda dike.

Berî her tiştî, qebûlkirina mirina hevalekî di jiyana meriv da, meriv tim hevdu didît, telefonî hev dikir pir zehmet e.

Meriv êdî nikane li çarşiyê, li qahwexanê hevdu bibîne,  nikane telefonî hevdu bike.
Meriv di telefona xwe da navê wî/wê dibînî, lê nikane telefonî wî bik, pê ra bipeyive.
Ew êdî tunebe jî meriv naxwaze navê wî ji telefona xwe bavêje. Ez navêjim, navê gelek hevalan bi salan di telefona min da mane.
Hevalên nêzîk şahidên bîranîn, tarîx û sirin meriv in; gava ew diçin, beşeke ji tarîxa meriv jî bi wan ra diçe.
Min û Eyûb pir hevdu nedidît, lê me tim telefonî hev dikir. Me ji hev pir hez dikir, gelek tiştên me yê mişterek hebûn.

Di şînê da hiseke ecêb bi meriv ra peyda dibe. Do min bi birayê wî Mahmûd ra, bi Qudbedên Aliş ra, bi Medenî Marsîl ra qala wî, qala nexweşiya wî, qala bîranînên xwe yên pê ra kir. Vê yekê him dilê min givaşt, him jî rehetiyek dayê.

Meriv dibêje, xwezî min bêtir wext pê ra derbas bikira, xwezî min ev tişt, ev tişt jî jê pirsî ba. Bi hawakî meriv xwe sûcdar his dike. Meriv viya ji derdora xwe ra dibêje.
Lê çi be jî gotin, heznîtî, şîn ji bêdengiyê baştir e, dibê meriv qahrê berra hundurê xwe nede, ji hundurê xwe derxîne.
Meriv serpêhatiyên xwe yê pê ra bi hevalên din ra parve bike, wan bîranînên xwe teze bike baştir e.
Êşa tunebûna hevalê wefatkirî kêm nabe, meriv wî tu carî ji bîr nake, lê fêrî jiyana bêyî wî dibe…
Hevalê xwe yê ezîz careke din bi hurmet û bi hezkirin bibîr tînim û sersaxiyê û sebrê ji birayê wî Mahmûd û zarokên wî ra dixwazim...

2 kommentarer:

  1. Sipas. Hevalê min Eyûb hêjayî pesn û teqdrî ye. Dibê meriv bibêje...

    SvaraRadera