Carnanan di medyaya sosyal da bi ber çavên min dikeve, hin kes dibêjin, ”gîha hewşê tahl e”!
Ne di kurmancî da, ne jî di zimanekî din da meteforeke wiha tune ye. Kes nabêje
”gîha hewşê tahl” e.
Çimkî gîha nayê xwarin ji bo ku gîha tahl û şîrîn hebe.
Di swêdî da metaforeke nêzî wê heye, wiha ye:
”Gräset är alltid grönare på andra sidan.”
Tercumeya îngilîzî wiha ye:
Yanî, ”gîha aliyê din her tim hişintir/kesktir e”.
Ya jî, ”gîha hewşa cîrên her tim hişintir/kesktir e.”
Belkî di îngilîzî, fransî, almanî da jî
metaforeke wek ya swêdî, ”gîha aliyê din, gîha hewşa cîrên tim hişintir e” heye…
Di tirkî da di dewsa metafora gîhê da, metafora, teşbîha mirîşk
û qazê heye. Tirk dibêjin:
”Komşunun tavugu komşuya kaz gorunur".
Yanî, ”mirîşka cîrên ji cîrên ra wek qazê xuya dike.”
Lê hin kesan ev metafora ”gîha aliyê din hişintir e” şaş
tercumeyî kurmancî kirine. Ji dêlî bibêjin, ”gîha aliyê din, gîha hewşa cîrên
hişintir e”, gotine, ”gîha hewşê tahl e”!
Şaş e, ne du kurmancî da, nej î di zimanekî din da metaforeke wiha tune ye.
Carnan ez dibînim hin nivîskar, hin kesên zana, entellektuel jî dibêjin, ”gîha
hewşê tahl e”.
Qet nafikirin, nabêjin:
-Ma gîha şîrîn heye?
Ji bo ku gîha hewşê bi xwediyê hewşê tahl be, dibê gîha were xwarin û ya şîrîn
jî hebe.
Gava meriv ji tiştê xwe ne razî be, tiştê xelkê ji yê xwe xwştir, baştir
bibîne, meriv metafora ”gîha aliyê din hişintir e” bi kar tîne.
Bi kurmancî jî miheqeq çend metaforên nêzî vê hene nuha nayê bîra min. Dengê
defê ji dûrva xweş tê jî metaforeke nêzî wê ye.
Slav mamoste, ez gelek caran nivîsên te li ser medyaya civakî dixwînim û bi rastî ji wan hez dikim. Lê li ser blogê ez nikarim bigihîjim nivîsên te (dibe ku ji ber qedexeyên dewletê be). Îro min hewl da ku bigihîjim blogê, lê nekariyem. Ez bê VPN li ser Elmanya'ye kêt blogê.. Gelo bloga te li Tirkiyeyê hatî qedexekirin, an jî ev pirsgirêk ji hêla interneta min ve ye?
SvaraRaderaMin nizanîbû qedexe kirine. Min ji AI pirsî, got bloga te li Tirkiyê qedexe ye. Xwendevan ancax "kanin bi bikaranîna VPN (wek Opera Browser an ProtonVPN) xwe bigihînin blogê."
RaderaXortê delal, şopînerekî min jî gotiye ew kane ji Tirkiyê têkeve bloga min. Ji bo çi tu nikanî ez nizanim. AI dibêje bloga te hatiye astengkirin, lê xwendevanek jî dibêje ew kane têkeve blogê. Problem çi ye ez nizanim.
RaderaXortê delal, min pirsî, blog li Tirkiyê nehatiye astengkirin. Problem ji xeta te ye.
Radera