13 mars 2025

Wer xuya dike rawestgeha dawî ya jiyana min ewê Hanînge be


Piştî 22 salan êdî wext hatiye em xatir ji ALBY´a şîrîn bixwazin koçî herêmeke din bikin. Me îro ew gava pêşî avêt.

Me li herêma Hanîngeyê xanîyekî sê odeyî ji xwe ra kirî.
Me îro çû peyman îmze kir. Em di xanîyekî bi hewş(rêzxanî,radhus)da dimanîn. 

Xaniyê me pir xweş e, bi hewş e, havînî, biharê em li hewşa xwe rûdinin, kêf dikin.

Me dahîreyeke 3 odeyî kirî. Xanî mezin e, 90 M2 qarê ye. Emê bikin çar ode).Têra me dike.
Xanî nuh hatiye tahmîr kirin. Emê tu mesrefê lê nekin.
Lawikê me yê biçûk Rojan li Hanîngeyê dimîne, gedakî wan ê biçûk heye, yek jî bi rê da ye.
Çûyin û hatina me û wan pir zor e, emê herin bibin cîranê wî. Ji bo ku em kanibin jê ra bibin pîbar û carnan li zarokan binêrin.
Sebebê barkirina me yek jê ev e.
Alby, herêma em nuha lê dimînin pir xweş e, daristan heye, gol heye, ciyên gerr û seyranê pir in.
Lê di van salên dawî da swêdî qet neman, çete pir bûne, kuştin, şêlandin zêde bûye. Çete narkotîkayê eşkere difroşin.
Yanî demografî hatiye guhertin, herêma me gelkî ne xweş bûye.
Sebebekî din ê barkirina me ev e, tahma vir nemaye,em dixwazin ji vir xelas bibin.
Ya din j wek min got, çûna ba lawikê me ye. Em dixwazin bibin cîranê wî, belkî alîkariyeke me bigihîjê.

Xwazaya Hanîngê jî pir xweş e, gelek park û rezerwên xwazayî li Hanîngeyê hene.Ciyên gerr û seyranê lê pir in. Ji Alby li dora 30-40 km dûr e. Ji herêma me otobozaek ji nîv seetê carê dihere, çûn û hatin pir zor e.
45 salên jiyana min li Swêd, li Stockholmê derbas bû.
Gava hatim Swêd demek kin li Uppsalayê mam. Dûra min bar kir Stockholmê, li otêlekê mam.
Dûra min bar kir herêma Tensatayê. Ji wir min bar kir Bagermossenê.

Ji Bagermossenê çûm Hogdalenê. Ji Hogdalenê min bar kir Arsta yê.
Di sala 2003´a da min xaniyê xawe yê Arstayê firot, xaniyê Albyê kirî. 22 sal in em li Alby dijîn. Nuha jî em bar dikin Hanîngeyê.
Qederê ez pir gerandim, wer xuya dike rêwîtiya min,
 jiyana min ewê li Hanîngeyê biqede. Dîyar e rawestgeha dawî ya jiyana min ewê Hanînge be. Her rêwîtiyek, her jiyan dawiyeke wê heye. Ez hatim dawiya rê.
Helbet ne ez tenê, ji bo xanimê jî rawestgeha dawî ye.

2 kommentarer:

  1. Li ser xêrê be xalo, baş e ku hûn karibin alîkariya wan bikin, jiyana wan jî û ya we jî dê baştir be. Bi hêviya ku salên dirêj û bê nexweşî di xaniyê xwe ya nû de bijîn.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek sipas xortê hêja. Mala te ava be. Jixwe em jî ji bo ku fêdake me bigihîje wan bardikin wir.

      Radera

PARVE BIKE