21 september 2023

Swêda berê gundekî şên bû bûye Magadîşuyeke biçûk

Rojnameya alman Die Weltê di nivîseke xwe ya li ser şerê çeteyên Swêd da gotiye, ”Swêd berê gundekî şên bû, nuha bûye Magadîşuyeke biçûk.”

Bi rastî jî wisa ye, li tu dera Swêd êdî kes xwe di ewlehiyê da his nake. Her roj çete hevdu gulabaran dikin. Zarokên 12 salî,13, 14 salî ketine karê narkotîkayê û hevdu gulebaran dikin, dikijin.

Di 10 rojan da 7 kes bi gulebarankirinê hatin kuştin. Du sê roj berê li daeistanê termê zarokekî 13 salî dîtin, bera serê wî da bûn, kuştibûn.

Roj tuneye li Swêd yek dudu kes neyê gulebarankirin û bombe li çend ciyan neteqe.

Yanî bi rastî jî Swêd bûye Magadîşuyeke biçûk.  
Lê siyasetmedarên swêdî û medyaya Swêd tenê qala Rawa Majidê kurd(Kurdiska räven/Rûviyê Kurd) dikin.

Qala çeteyên ereb, somalî û afrîqî nakin, here were ”Rûviyê Kurd e. Fena ku Rawa Majîd tenê çete be û bi xwe ra şer dike.

Qala rûviyên, çeteyên ereban, somaliyan, afrîqiyan nakin, çimkî newêrin, çavên wan kurdan tenê dibire, lema jî her roj rismê Rawa Majîd dikin, rismê wî belav dikin.

Li gorî reqemên resmî li Swêd hetanî meha îlonî 40 kes bi gulebarankirinê hatine kuştin û 253 teqîn çêbûne.

Lê ev reqem kêm in, rastî ji viya zêdetir e, çimkî yên wenda hene, yên bi kêran hatine kuştine hene.
Îstîxbarata Swêd di bin navê hevkariya îstîxbaratî da di heqê Rawa Majîd, hevalên wî û kurdan da agahiyên pir muhîm dane Tirkiyê.

Derket ortê hemû agahiyên Swêd dane Tirkiyê giş di telefonên çeteyên din da hatiye dîtin.
Ev yek bû sebebê raqibên Rawa Majîd hevalên wî gişan nas bikin û wan yek bi yek bikujin.

Bi baweriya min tiştê Swêd daye MÎTa Tirkiyê ne agahiyên li ser Rawa Majîd tenê ye, di heqê bi sedan kurdên siyasî da jî gelek agahiyên muhîm dane Tirkiyê.

Dibê siyasetmedarên kurd, rojnamevanên kurd vê yekê ji hukûmetê bipirsin, bi dû vê meselê kevin.
Tirkiyê di heqê kurdên siyasî da ji Swêd çi xwestibe Swêd daye Tirkiyê.

Li gorî medya Swêd nivîsî herî kêm 120 çete, mahkûm, qatilên ji Swêd reviyana hemû li Tirkiyê ne. Û serokên Swêd newêrin viya bibêjin. Newêrin bibêjin çawa dibe hewqas çete, mahkûm, qatil reviyana Tirkiyê û giş jî bûne hemwelatiyên Tirkiyê?

Siyasetmedar û îstîxbarata Tirkiyê bi serokên Swêd dilîzin, bi çavê zarokên 4-5 salî li wan dinêrin, henekên xwe bi wan dikin. 

Bersîvên wer didin swêdiyan kenê meriv pê tê, lê berpirsên swêdî fêm newêrin wan aciz bikin. Tenê bi kurdan kanin, lema jî her roj êrîşî kurdan dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE