21 september 2023

Giş mişkên qulekê ne

Partiyên tirk cihê bin jî, serokên wan raqibên hev bin jî di mesela kurd û Kurdistanê da siyasetmedarên tirk tim hemfikir in, tim mitefikên hev in.
Rî dibe bihost, dijmin nabe dost.

Bi dev ”dost” bin jî, bi dil dijmin in. Gişên wan bi devekî dixun, bi qulekî dirrîn. Dibê em vê rastiyê baş bizanibe.
Ji dijmin ra zarê xweş, pişta saxlem lazim e. Dibê em tu carî bi virên siyasetmedarên tirk, faris û ereb nexapin. Giş mişkê qulekê ne.

Gava Tirkiye li vî beşê Kurdistanê û li wî beşê Kurdistanê balafirxaneyan, ereban bombebaran dike, kurdan dikuje ji yekî deng dernayê, çimkî tiştê dewlet dike bi dilê wan e jî.

XXX

Li Qerebaxê piştî şerê rojekê êrmenîyan ala sipî hildan. teslîmî hêzên azerî bûn. Ermenîstan nikanîbû biçûya hawara wan, tenê lê temaşe kir.

Nuha jî bi hezaran ermenî ji Qerebaxê direvin.

Zor, zêr û devê tivinga mor her tim pere dike.Trajediya ermenîyan ne xema kesî ye.

Careke din jî eşkere bû Rûsya ne dîwarekî saxlem e, dibê meriv tu carî baweriyê bi rûsan neyne. Baweriya bi Rûsyayê li ser ermenîyan pir biha rûnişt.

XXX

Rektorekî zanîngeha Tirkiyê gotiye li Tirkiyê her ku jimara kesên xwenda, kesên bi tahsîl zêde dibe hinavê min diqete. Çimkî bi zêdebûna wan ra felaket nêztir dibe.

Bi baweriya min tespîteke ne xerab e, çimkî di sîstema perwerdeya Tirkiyê da, di zanîngehan da însan ne tiştên baş, tiştên xerab, irqçîtiyê, faşîzmê, neyartiya kurdan, fikir û îdeolojiya dagirkeriyê fêr dibin.

XXX

Dewlet bi destê hin kurdên îslamî û di bin maskeya dîn da zarokên kurd dikin merivên dewletê.

Dewlet dixwaze bi perwerdeya dînî zarokên feqîran ji kurdayetiyê dûr xînin, bikin zilam û şûrkêşên dewletê.

Dibê partî, siyasetmedar, civata sivîl li vê xebat û organîzeya dewletê temaşe nekin. Dibê meriv nehêle bi hezaran zarok têkevin vê feqa dewletê.

 Li Amedê bi hezaran zarok kom kirine, kumên sipî dane serên wan û bi gişan nimê didin kirin. 
Dixwazin van zarokan ji pêşketinê, ji perwerdeyeke modern bêpar bihêlin, bi riya dîn wan bikin merivên dewletê.

XXX

Tirkiye gava dixwaze li başûr û rojavayê Kurdistanê bi droneran çend kurdan dikuje, balafirxaneyan bombebaran dike.

Li dera nikane droneran bi kar bîne, nava bajêr e, li wir jî bi ajanên xwe dikuje û jê ra dimîne.

Başûrê Kurdistanê bûye hêlîna ajanên tirk, li her derê wek kurm û kêzikan xelexila wan e.

Êdî li welatê me, li ser axa rizkirî, di mala xwe da jî ewlehiya kesî tune ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE