19 juni 2023

Her kes wekîlê nefsa xwe û qelema xwe ye

Hin xwendevan, heval, nas, dost carnan nivîsên min bi tirkî şirove dikin.
Min çend caran gotiye ez şiroveyên bi tirkî qebûl nakim, rica min ji we bi tirkî şirove nekin, lê nikanim rê li ber vê gelşê bigrim.
Carnan hin kes şiroveyên bi tirkî dikin.

Ji ber ku do yekî dîsa nivîseke min bi tirkî şirove kir, min ev agahdarî belav kir:
”Agahdarî !
Gelî dost û hevalên ezîz, xwendevanên delal, rica min ji we nivîsên min bi tirkî şirove(komentar)nekin, ez şiroveyên bi tirkî, erebî, farisî qebûl nakim.

Şiroveyên bi tirkî radikim. Min ev tişt belkî sed carî gotiye.

Ev 16 sal in bloga min Hindik-Rindik heye, di medyaya sosyal da dinivîsînim, min rojekê jî ne bi tirkî nivsîye, ne jî şiroveyên bi tirkî qebûl kiriye. Ezê tu carî vê prensîba xwe neguherînim.

Her lehçeya kurdî ERÊ !
Tirkî, erebî, farisî NA !”


Dostekî min di binê vê nivîsa min da bi tirkî ji min pirsî:
-Ma ew jî ne ziman in ?”
Min gotibû ez şiroveyên bi tirkî, farisî, erebî qebûl nakim, wî jî gotiye, ”ma ew jî ne ziman in?”
Berî her tiştî ez ne mecbûr im şiroveyên bi zimanê ez naxwazim û zimanên ez nizanim qebûl bikim.

Ne ku ez tirkî, erebî, farisî ziman nahesibînim ya jî neyartiya wan zimanan dikim. Xwezî min erebî û farisî jî bizanîbûya.
Ez bi tirkî zanim, lê ez naxwazim bi tirkî binivîsînim û bi tirkî bipeyivim. Hetanî ez mecbûr nemînim ez ne bi tirkî dipeyivim, ne jî dinivîsînim. Ji bo ku bi tirkî bipeyivim dibê yê hemberî min kurdî nizanibe.
Yanî mesela min ne dijminatiya tirkî ye. Ez naxwazim ji kurdan bi tirkî binivîsînim û lema jî şiroveyên bi tirkî jî qebûl nakim.
Malpera min xurrî kurmancî ye, bêyî lehçeyên kurdî ez tirkî, erebî, farisî qebûl nakim.
Ez bi tirkî zanim, lê bi erebî, farisî nizanim.
Lê bizanibim jî qebûl nakim. Ez dixwazim weşana xwe tenê bi kurdî bikim.
Em bibêjin tu koverekê bi kurdî diweşînî, yek ji te ra dibêje, ez dixwazim tê da bi tirkî binivîsînim.
Ma tu yê qebûl bike?
Ma malpereke zimanê wê bi tirkî qebûl dike xwendevan şiroveyên xwe bi kurmancî, zazakî, soranî bikin?
Kes viya qebûl nake. Çimkî şaş e.
Lê li ba gelek kurdên me empatî tuneye, dema tu şiroveya wan a bi tirkî radiî, xwe aciz dikin, xwe ji te dixeyidînin.
Nivîsên min, malpera min bi kurmancî ye, ez dixwazim şirove jî bi lehçeyên kurdî bin, şiroveyên tirkî, erebî, farisî qebûl nakim.
Mimkûn e hin kes vê şêla min şaş bibînin, ez rast dibînim.
Lema jî ev 16 sal in min ji vê şêla xwe tawîz nedeya kesî. Ezê tu carî jî dev ji vê şêla xwe bernedim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE