Wele baranê îro erd îhya kir, barî û barî, erd têr kir. Axê ji mehekê zêdetir e çilkek baran nedîtiye, îro ji baranê têr bû, baş tîna xwe şikand.
Kulîlkên me, gîha hewaşa me jî kêf kirin, ew jî bêav bûn. Me carnan av didan lê têrê nedikir, av ne belaş e, me baş av nedida.
Dera av lê heye jiyan, xêr û bereket lê heye. Êdî erdê,
hawirdorê xweş bibe, ruhê bi axê da, bi tebîetê da were.
Dora meriv hişnayî be, bîna kulîk û gulan bifûre xweş e.
-Baran dibare erd pesnê xwe dide.
-Baranê xuşe xuşe, kêla genim hatiye quriş e.
XXX
Ev mehek bû em li bende baranê bûn, me digot baran, baran. Şikir wa ye îro
dibare. Erd bûbû kibrît, her roj daristan dişewitin. Gundî ji tirsa ketibûn
hev.
Ji ber kêmbûna çêrê gundî dewarên xwe zû difroşin qesaban, ev jî dibe sebebê zirarek mezin.
Ev baran tam di wextê da hat, heger baş bibare, xweza, erd ewê geş bibe. Ezê jî ji avdana gîha hewşê xelas bibim. Hêvî dikim îro dom bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar