18 juni 2023

Bavo, bi navê te em tim serbilind in !


Ji milê çepê yê bi berçavk bavê min Bûboyê Xamo ye*

Îro bi minasebeta Roja Bavan, gelek kes rismên bavên xwe belav dikin, bavên xwe bibîr tînin.

Kêfa min ji tiştên wiha ra nayê, guh nadim roj-mojên wiha.  
Lema jî hetanî nuha min tu carî ne rojeke wiha bibîr anîye, ne jî bi vê minasebetê rismekî bavê xwe par ve kiriye.

Lê ji vê sibê da ye gelek nas û dost rismên bavên xwe belav dikin û bavên xwe bibîr tînin.
Li ser vê, min jî biryar da ez jî rismekî xwe û bavê xwe yê bi hev ra par ve bikim.

Ev cara pêşî ye di ”Roja Bavan” da ez vî rismî belav dikim. Jixwe ez bawer nakim bêyî vî rismî, rismekî din ê min û bavê min bi hev ra hebe. Nayê bîr amin.

Bi diya min a rahmetî ra gelek rismên min hene, lê bi bavê min ê rahmetî ra ez dibêjim wekî din tune ye, tenê ev foto ye.

Hin bav hene zarokên wan, neviyên wan, qewm û merivên wan bi navê wan serbilind in.

Bavê min, BÛBOyê XAMO jî yek ji wan bavan bû. Em zarokên wî, malbata wî bi navê wî, bi tarîxa wî, bi micadela wî ya ji bo kurd û Kurdistanê û azadiya miletê kurd serbilind in.

Li her dera navê BÛBOyê XAMO tê hildan, li her dera gav însan dibihîzin em zarokên wî ne, însan bi hurmet û bi hezkirin qala wî dikin.

Ev nav, ev tarîx ji bona me sermîyanekî herî mezin e wî ji me ra haîştiye.

Bavo, di vê Roja Bavan da te û dayika xwe ya ku bi evîneka pir mezin ji te hez dikir bibîr tînim. Gorrên we herduyan jî bihuşt be.

*Wêranşar, mala me. Ji alî çep bavê min Bûboyê Xamo, merivên me Sînoyê Hecî Omo, Mihemedê Silêmanê Buro û ez.
Xortê biçûk yê di orta me da rûniştiye, birayê min Mihemed Berzan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE