25 mars 2023

Yek saliya Perxudres Podcastê pîroz be!

Perxudres Podcastê do li Amedê bi fitareka şahiyê 1 saliya xwe pîroz kir. Min jî mesajek şand, 1 saliya vê qeşana hêja pîroz kir. 

Xwediyê Perxudresê Emer Farûk Baran bi mesajên din ra, mesaja min jî dixwîne.
Hûn kanin him lê gudarî bikin, him jî bixwînin.

Fermo guh bidin weşanê. Hûnê pir jê hez bikin.


Ev jî teksta mesaja min e:

Ji xwediyê Perxudres Podcastê ra

Merheba ji we ra gelî guhdar, cimat û mîvanên fitara Perxudres Podcastê.

Min di medyaya sosyal da xwend, xwediyê Perxudres Podcastê Emer Farûk Baranê hêja sibe, di 24ê adarê da li Amedê bi fitarekê yeksaliya weşana Perxudres Podcastê pîroz dike.

Em bi hezaran km. ji hev dûr bin jî bi xêra mucîdên înternetê, vê îmkan û platforma muhteşem haya me ji hev û ji xebatên hev, ji şîn û şahiyên hev çê dibe.

Pîrozkirina yeksaliya weşanên Perxudres Podcastê biryareka rast û di cî da ye. Perxudres Podcast weşaneka hêjayî teqdîr û pîrozkirinê ye.

Karê baş dibê meriv qedir û qîmetê bidê, teqdîr bike.

Min gelkî dixwest nuha di nava we keç û xortan da bûma, bi we ra têra dilê xwe sohbet bikira, hetanî derngê şevê têketama şêwr û mişêwran.

Dilê min ji zûda ye keser û hesreta rojeke wiha dikşîne. Min gelkî bîriya welatê xwe, sohbeta we kiriye.

Lê çi heyf ev şevbêrk, ev şahî vê carê nebû qismet û nesîbê min; lê rojekê înşela ewê bibe.

14-15 sal in ez xwediyê Perxudresê Emer Farûk Baran nas dikim.

Nasîya me destpêkê xiyabî, ji dûr va bû, bi riya hin şiroveyên wî yên di bloga min da min ew nas kir.

Tavilê kêfa min jê ra hat, gotinên wî, komentarên wî bala min kişandin.

Di şiroveyên xwe da tiştê pir cidî û xweş digot.

Min fêm kir xortekî jîr û baqil e, cewherek tê da heye, qelema wî, edebîyata wî xurt e.

Yekî wiha dibê bibe nivîskarekî kurd, bibe edîb û şairekî kurd.

Dûra di sala 2012a da me li Amedê, li weşanxana Mihemed Ronahî rû bi rû hevdu nas kir, sohbet kir, hinekî bi hev ra gerîyan.

Ji wê rojê da ye dostaniya me bêyê ku xumamiyeke were ser, bêyî ku lekeyeke herî biçûk jî lêkeve dom dike.

Rê ji dila diçe dila. Her cara ez li camêr qesirî me, her cara ji bo blogê ji min ra alîkarîyên teknîkî lazim bûye, camêr qet texsîr û derax nekiriye, tim hatiya gazî û hawara min, bloga min xweşik kiriye.

Ji bo van alîkariyên wî, ez mînetdarê wî me.

Ji roja min xwediyê Perxudresê nas kiriye min ew di çav xwe ra kiriye, min tim hewil daye dev ji tirkî berde û bibe nivîskarekî kurmancî.

Berê bal û meyla wî zêde li ser tirkî bû, tiştên bi tirkî dinivîsî jî pir bi qalîte û xweş bûn.

Ji ber ku kurdekî ew tiştên xweş bi tirkî dinivîsî ez didexisîm, li ser goştê xwe hûr dibûm.

Min dixwest ew qelem bibe ya kurmancî.

Heger Emer Farûk Baran îro ne nivîskar û şairekî tirk ê bi nav û deng e, ji dêlî wê va nivîskar, rojnamevanekî kurd e, xwediyê malper û weşana Perxudres Podqastê ye, ez bawer dikim di vê serpîhatî û seruwena wî da rola min, tesîra min pir e.

Ji roja ewil da min ew di çav xwe ra kiribû, min digot dibê ev xort, ev qelem miheqeq bibe malê ziman û edebîya kurmancî, dibê tirk vê qelema xurt jî ji me nestînin.

Wek nêçîrvanekî tim li dû nêçîrê be, di medyaya sosyal da ez jî tim li dû qelemên xurt im, bala min tim li ser wan e.

Gava li derekê yek bi ber çavê min dikeve, pê ra dikevim têkliyê, jê ra dibêjim gerek tu bi kurdî binivîsînî, dibê yekî/yeka wek te ne bi tirkî, bi kurdî binivîsîne.

Ji ber vê dijayetiya min a li hemberî tirkî, di medyaya sosyal da hin xortan navê min kiribûn ”gurê manco”.

Gava yekî ya jî yekê bi tirkî dinivîsî, ji hev ra digotin ezê giliyê te bi ”gurê manco” bikim ha...

Meriv bi kîjan zimanî binivîsîne nivîskarê wî zimanî, wê edebiyatê, wî miletî ye.

Wek tê zanîn Nabî, Nefî û Fuzûlî kurd in, lê hersê jî şairên tirk in ên kilasîk in.

Çimkî ya muhîm ne qewmîyet e, zimanê nivîsê ye.

Yaşar Kelam jî, Orhan Kotan jî kurd in, lê herdu jî nivîskar û şairên tirk in.

Bi sedan kurdên wek wan hene.

Di vê şahiya xweş da ez zêde dirêj nakim, yanî min tim xwestiye kurd ne bi tirkî, bi kurdî binivîsin û ziman û edebîyata kurdî bi pêş xînin.

Ji ber ku Perxudres Podcast îro heye û weşana xwe bi kurmancîyeke meriv dibe heyran dike, ji ber ku em her pêncşem li dengê Emer Farûk Baran, li wê kurmanciya wî ya wek gezo şîrîn gudarî dikin, ez pir kêfxweş û dilşa me.

Ji Perxudres Podcastê û xwediyê wê ra temenekî dirêj û serketî dixwazim.

Ji welatekî dûr û sar, gelek silavên germ û ji dil li we keç û xortan hemûyan ra dişînim. We hemûyan yek bi yek himêz dikim.

Hevaltiya we, dostaniya we, muhebeta we zêde be, tu carî kêm nebe û Xwedê tirkî ji we dûr bixe, kurmancî, zazakî bi we şîrîn bike.

Zinarê Xamo

Stockholm

2023-03-23

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE