25 mars 2023

Tirkiyê hingivê sexte firotiye Yekîtiya Ewrûpayê

Hingivê Tirkiye îxracî welatên Yekîtiya Ewrûpayê dike gişk hingivê sexte û bi hîle ye. Nîvî şekir û av bûye. Ji 15 numûneyan 14 heb hingivê sexte derketiye.

Ev ne cara pêşîye Tirkiye di malên îxracatê da sextekariyê dike, hetanî nuha belkî sed carî sextekariyên wiha îfşa bûne, malên wan paş da lê vegerandine, lê li ber xwe nakevin, di sextekariya xwe da israr dikin.

Li gor lêkolîna resmî ya Yekîtiya Ewrûpayê ji 15 nimûneyên hingivê ji Tirkiyê hatiye îtxalkirin 14 jê ne hingivê sade bûye, bi hîle û sexte bûye. Nîvî av û şekir bûye.

Ji 15 numûneyan 14 heb sexte derkeve ji bo welatekî skandal û rûreşiyeke mezin e. 

Kurmê şîrî heta pîrî. Tu çi bike jî dêla kûçik rast nabe.

Tirkiye welatê sextekaran û hîlebazan e, sextekariyên wan ên di malên îxracatê da meşhûr e.

Vê sextekariyê ne di hingiv tenê da dikin, di zeytê da, di zeytûnan da, di êmîş da, di dexl û dan(hubûbat)da jî dikin. Yanî her tiştê kanibin pê bilîzin, têda hîle û sextekariyê bikin, dikin, hîlebazî, sextekarî ji xwe ra kirine pîşe.

Lema jî malên Tirkiyê li Ewrûpayê pir bêqîmet û erzan in, ewrûpî malên tirk nakirin, mişteriyên(bikirên)malên wan tirk û xerîb in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE