18 februari 2023

Tirkiye dewleteke tiroviro ye

Di erdheja Mereşê ya 6ê sibatê da eşkere bû Tirkiye ne tu dewlet e, dewleteke tiroviro ye, ji alî diz û keleşan ve tê îdarekirin.

Tirkiye bi nav dewlet e, lê tu xusûsîyet û fonsîyonên dewletê pê ra tuneye, organîzasyoneke zulmê ye, ne ya xizmetê ye.

Roja dibê biçûya gazî û hawara mexdûrên erdhejê, di wextê da neçûn, piştî çûn jî bêhazirî, neorganîze çûn. 

Hacet û edawatên di destan da têra tiştekî nekir. Ne tenê hacet û makîneyên wan kêm bûn, ew jî merivên nezan û ecemî bûn. 

Gava meriv wan û xelkê xerîb yên hatibûn alîkariyê miqayese dike, meriv dibîne hêzên welatên din ji yên tirk gelkî zane, organîze û efektîv bûn. 

Xerîban gelek can xelas kirin.

Derengî, nezanî û bêorganîzeya hêzên rizgarkirinê bû sebebê bi hezaran însan di bin xerabeyên xaniyên hedimî da bimrin.

Sebebên vê derngçûnê çi bin ferq nake, ev dewlet dewleteke pûç e, dagirker e, qîmeta însanan nizane û di rojên herî deng û xerab da jî bi çavê dijmin li kurdan dinêre, rê li ber alîkariyên kurdan digre, astengiyan derdixîne ji bo ku kurd alîkariya hev nekin.
Çimkî kurdan wek dijminê xwe dibîne, dixwaze miletê kurd biqedîne.

Dibê kurd giş fêm bikin ev dewlet ne dewleta wan e, dibê ji bindestiya vê dewleta cebrût derkevin û bibin xwedî dewleteke serbixwe.

 

XXX

Xaniyên sexte, kartonî firotin milet. Xanî bûn gorrên însanan.

Ji dêlî miriyên xelkê, cendekên di binê kavilên xaniyan da ne derxînin, bi lez û bez pera ji xelkê top dikin. Ji der û ji hundur bi milyaran pere bi ser Erdogan û rejîma wî ya faşîst da dibare.

Yên mirin, mirin, yên sax mane perîşan in. Ew bi gefan milyaran top dikin, ji bo ku îktîdara xwe pê saxlem bikin. Dibê tirk êdî derseke baş bidin van zalim û fêlbazan. Lê ez ji tirkan bêhêvî me. Piştî vê felaketa mezin jî li tu derê hukûmetê protesto nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE