17 februari 2023

Ferqa kot û ko

Wîkîferhenga kurmancî maneya ”kot”ê wek kêra ko îzah dike. Ji kêra ko, ne tûj ra gotiye kêra ”kot” û ev numûne daye:

-Kêra te kot bûye tişkî nabire.

Li ba me ”kot” û ”ko” tu tiştên cihê ne..

Kot, wek sînonîma xerxûteyê ye.

Em ji tiştên kevn bûye, nîvxerabeye, zêde bi kêrî tiştekî nayê, êdî bêqîmet e dibên kotekeke li dera hanê ye, kotek ereba min heye. 
Kerkotek jî tê gotin. Kerkoteke ereba me heye, em pê karê xwe dikin.

Yanî em di maneya biçûkkirinê, bêqîmetkirinê da bi kar tînin. Mesela kotek tivinga min heye, ez pê diçim nêçîrê. Kotek radoyaya min heye ez pê li xeberan gudarî dikim.

Meriv kane bibêje kotek kêr jî. Lê kot ne di maneya ko, ne tûj da ye, di maneya kêreke kevn e, pîs e, ji tiştekî ra nabe.

Kêra nuh û top jî ko dibe, ji bo ku tûj be dibê meriv carnan bisû.

Lê ji bo kêra nabirre, ne tûj e em dibêjin, ”ko” ye. 

Kêra me ko ye, tiştekî nake. Kêra me ko bûye, bi kêrî tiştekî nayê, dibê em yeka nuh bikirin.

Yanî em ”kot”ê di maneya ”ko bûnê”da bi kar naynin. Li ba me kêr ko dibe, kot nabe. 
Ken û kot jî heye. Meriv kane bibêje kevn koteke me heye.

Gelo li herêmên din ji bo kêra ”ko” dibîjin kot ?

Hin kesên ji herêmên cihê gotine em ji kêra ko ra dibêjin ”kêra me koh bûye, kuh bûye” û ”kêra me kone ye.”

 Lînka Wîkîferhngê.

Ferhenega Glosbe jî ji bo "kot" tiştên hin ecêbtir gotiye. Kesên li gorî van ferhengan binivîse ewê kurmancî bikin kêrmiya gavan û berdin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE