17 februari 2023

Dinya li hemberî vê irqçîtiya Tirkiyê bêdeng e


Tirkiyê neh roj in rê li ber alîkariyên Rêvebiriya Xweser ya Kurdistana Rojava şandiye Efrînê û herêmên
erdhejê girtiye, nahêle 50 wasiteyên alîkariyê herin Efrînî, Cindiresê û gund herêmên di binê dagirkeriya wan da ne.

11 roj in milet li Efrînê, li herêmên erdhejê li derve ye, bi hezaran zarok, kal û pîr li ber sar û sermayê ne, însan li çolê, li ber dîwaran ji birçîna dizikzik in, ew zalim, dilreş û neyarên qewmê kurd nahêlin alîkarî bigihîje kesên motajç alîkariyê, însanên perîşan.

Tiştê Tirkiye dike sûcekî li dijî mirovahiyê ye, wahşet e, sadîzm e, irqçîtiyeke nedîtiye.

Alîkariyên her kesî, her welatî qebûl vikin, ji dinyayê alîkariyê û piştgiriyê dixwazin, sipasî yên alîkariyî kirine dikin, lê alîkariya kurdên Kurdistana Rojava û HSDê qebûl nakin.

Û Neteweyên Yekbûyî, dezgehên mafên mirovan jî li hemberî vê barbarî û irqçîtiya Tirkiyê bêdengin, kes ji Tirkiyê ra nabêje mafê we tuneye hûn nehêlin kurd di rojeka wiha da alîkariya hev bikin.

Hûn bi xwe li Efrînî ferq û cidahiyê dixin nabêna kurd û ereban, hûn diherin hawara ereban, alîkariyê didin wan, lê kurdan paşguh dikin.

Yanî ne hûn bi diristî alîkariyan belav dikin, ne jî dihêlin kurd alîkariya hev bikin.
Dibê dinya li hemberî vê irqçîtiya tirkan a neînsanî, sadîstane bêdeng nema.

Lê serokê Tirkiyê Erdogan ne tenê NATO, Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî jî êsîr girtiye, ew jî newêrin vê wahşeta Tirkiyê, vê siyaseta Erdogan a jenosîdal mahkûm bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE