17 februari 2023

Ax û eman ji derdê vê kota kompîtorê

Ev kota(xerxota) kompîtora min jî pir ecêb e, tu dibêjî belkî cinên wê hene, carnan dixebite, carnan naxebite.

Vê min vekir xebitî, lê çer min pê li bişkoka Facebookê kir got çirt û sekinî û viz bû, û viz bû… hetanî dîsa xebitî ez kevzikî kirim.
Tim li min wiha dike. Ez bawer dikim ew jî wek min êdî kal bûye, umrê wê ji 10 salan zêdetir e, lawikê me derxistibû îskartay. Ya min xera bû, camêr ew da min.

Ez pê îdare dikim, lê carnan min diwestîne, tam di orta karekî da îstop dike û viz dibe.


XXX

Tirkiye ji roja ava bûye û vir da ye bûye mukir û bela serê cîranên xwe û Ewrûpayê, bûye qîr û teniya bi don û di xelkê geriya ye.

Wek însanê bi problem, Tirkiye welatekî problem e, tim bêîstîkrar e. Milet birçî û pîrîşan e. Çêdikin û dişînin derve, ser xelkê.

Bi siyaseta xwe ya hetenî nuha Ewrûpayê, Amerîkayê, Natoyê nikanîbûn Tirkiyê biguherînin, bikin welatekî bi îstîkrar û demokratîk.

Ewrûpa, Amerîka, Nato gerek siyaseta xwe ya li hemberî Tirkiyê biguherin, bi bertîlkirinê û dana xûgiyê Erdogan bela xwe ji wan venake.

XXX

Bîyolog û fîlozofê fransiz Jean Rostand gotiye:

”Rojekê emê enerjîya atomê serbest berdin, emê di nabêna sitêrkan (planetan)da rêwîtiyê bikin, emê umir dirêj bikin, emê nexweşiya tuberkulozê û kanserê tedawî bikin, lê belê emê tu carî nikanibin sirrê îdarebûna ji alî merivên herî bêmistewa ve fêr bibin.”

Camêr ev gotin jî kiriye:

”Em ji kesên yekî bikuje ra dibêjin qatil, ji yê bi milyonan bikuje ra dibêjin cîhangîr û ji yê her kesî dikuje ra jî dibêjin Xwedê.”


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE