Do rojbûna 999 hevalên ên Facebookê bûye. Outlookê bi bîra min xistiye, gotiye ji bîr meke, îro rojbûna van hevalên te ye, dibê tu rojbûna wan pîroz bikî.
Min bala xwe da jimaran ez matmayî mam.
Bavo bi Xwedê pîrozkirina rojbûna hewqas kesî ne karê aqil
e, dibê ez rojekê karekî nekim, tenê rojbûna wan pîroz bikim.
Wele ez wiya
nakim. Him ez dev ji karê xwe yê rojana bernadim, him jî pir e, ezê pir
biwestim.
Lê hema li ser hev, rojbûna we gişan pîroz be, qeda û bela
ji we dûr be. Xwedê umrekî dirêj û jiyaneke bextewar bide we.
Lê ev dua min ji
bo kesên baş e, kesên welatparêz e, ez kesên ne welatparêz li derî vê dua xwe
dihêlim.
Ez dibêjim hewqas bes e. Hûn sax, ez silamet.
XXX
Hêzên Komara Îslamî ya Îranê dîsa xwîna kurdan herikandine.
Li Kurdistanê di protestoyên li dijî rejîmê da 5 kes kuştine, gelek jî birîndar
in. Ev rejîma xwînxwar dibê hilweşe!
Heta Îrana meleyan û rejîma Erdogan hilneweşin ne ji kurdan
ra, ne jî ji dunyayê ra rehetî tune ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar