Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1986-09-20
Şeva Komela Stockholmê li Kungsholmens gymnasiumê çêbû. Pir
qelebalix bû. Min sipîkêriya şevê kir. Li ser axaftina şevê di nabêna min û
Nebî Bal da minaqaşe çêbû. Ji ber ew serokê komelê ye axaftin wî hazir kiribû.
Di axaftinê da bi zimanekî ne xweş êrîşî sîstema Federasyonê ya berê dike.
Ez
li dijî viya derketim, min got ne hewceye meriv van tiştan di vê şevê da
bibêje, ne ciyê wê ye.
Wî qebûl nekir, israr kir.
Dûra endamên Komîta Karger Emer, Roman û Firat piştgiriya min kirin, wan jî got
ne hewce ye. Li ser vê, me nivîs guhert.
XXX
1996-09-20
Li Brukselê û li hin bajarên din pûlisan girtine ser Studyoya Telewîzyona MEDê
û avahiya Parlamentoya Kurd li Derevayî Welêt. Li gorî medyaya Tirkiyê operasyoneke
pir mezin e û gelek kes jî girtine.
Miheqeq tiliya tirkan tê da heye.Tirkiye dixwaze MED TEVê bide girtin, ji bo wê
jî zextê dide ser Belçîkayê. Bi baweriya min ne zora Tirkiyê be pûlisê belçîkî
tiştekî wiha nake. Sibe dusibe mesele ewê zelaltir bibe.
XXX
2019-09-20
Merheba kekê Nacî!
Min nuha li profîla te nêrî, min dît lawê te Hebûn ev saleke di zindanê da ye.
Ez pir li ber ketim û pê êşiyam. Min bizanîbûya tu bavê girtiyekî ye û dilê te
berê tije kul û derd e, minê bi hawakî din bersîv bida te.
Hemû dê û bavên
girtiyan û şehîdên Kurdistanê li ber dilê min ezîz in.
Min tiştekî xerab û ne
li rê negotiye, lê dîsa jî heger min bi bersîva xwe tu êşandibe li qusûrê
nenêre. Bi silavên biratiyê û hêvî dikim di demeke kin da Hebûn bigihîje
azadiya xwe.
XXX
2009-09-20
Hawar Netê hin pirs ji min kirine
Birêz Zinarê XAMO,
Em wek HAWAR NET dixwazin di vê pêvajoya ku çareseriya
pirsgirêka Kurd di rojevê de mijara serekeye, nêrînên sîyasetmedar û
nivîskar û rewşenbîr û hunermendên Kurd jî ragihînin raya giştî ya
Kurdistanî.
Eger hûn pirsên me bi bersivînin û bişînin me wê di
rêze dosyeya taybet a HAWAR NETê a bi navê "Kurd nexşerêya pêşaroja xwe
eşkere dikin" de were weşandin. Dê nêrînên we ne bi nêrînên din bi hev re
wekî nûçeyeke, bi tenê were weşandin.
Em dê bi weşandina nêrînên we yên giranbûha gellek
kêfxweş bin. Ger hûnê bersiva pirsên me bişînin ricayeke me ye din jî eve ku
hûn divê jiyannameya xwe kurt jî bişînin me.
Roj Baş
Pirsên me ewin;
-Gelo li gorî we ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li
bakûrê Kurdistanê di dema nêzik û navîn de dewleta Tirk divê kîjan gavan
bavêje? (Herî kêm 5 made)
-Gelo ji bo bi dest xistina mafên xwe yên netweyî û ji
bo pêşerojeke bihêz di dema nêzik û navîn de divê Kurd çi bikin? (Herî kêm 5
made)
HAWAR NET / Beşa têkîliyan
Bersîvên min:
Ez ji Wêranşara qeza Ruhayê me. Li wir hatime dinê û heta 30 saliya xwe li wir
jiya me.
Di destpêka salên 70-î da di nava tevgera KÎP/DDKD-ê da min dest bi siyasetê
kir û heta van salên dawiyê jî wiha mam.
Lê nuha bi tu rêxistinê ra naxebitim.
Ji sala 1980-î virda ye ez li Swêd di li surgûnê me û heta
nuha jî nikanim herim welatê xwe.
Ez zewicî me, sê law(Azad, Serhat Arda, Rojen) û keçeke min(Rûken) heye.
Heta nuha du kitêbên min(Hindik-Rindik û Antolojiya çîrokên
zarokan)derketine.
Bêyî van herdu berhemên min, min ji swêdî jî romanek(Bide dû dilê xwe ya
Susanna Tamaro)wergerandiye kurdî.
Ji sala 1980-î û virdaye min di gelek rojname, kovar û malperên kurdî da
nivîsîye û di hinekan da jî(Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn, Netkurd) endametiya
redaksiyonê û redaktorî kiriye.
Ji sala 2007-an û virda ye blogeke min(Hindik-Rindik)heye, ez her roj
meqalyekê, tiştekî têda dinivîsim.
-Gelo li gorî we ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li bakûrê Kurdistanê di dema nêzik û navîn de dewleta Tirk divê kîjan gavan bavêje? (Herî kêm 5 made)
Ji bo çareseriya mesela kurd berî her tiştî dibê li Tirkiyê
qanûna esasî(ana yasayê)were guhertin û qanûneke nuh ku hebûna kurdan weke
milet qebûl dike were qebûlkirin.
Dibê di vê qanûna esasî û qanûnên din da hebûna kurdan, navê
Kurdistanê, ala kurdî, merşa kurdî yanî miletê tirk xwedî kîjan maf û heqî ye,
dibê miletê kurd jî bibe xwediyê wan mafan.
Mesela kurd bi soz û ehdên devkî, bi hin gavên taktîkî, weke
TRT6, di hin zanîngehan da vekirina beşê zimanê kurdî, paşdedana navên gundan
yên kurdî nayê çareserkirin.
Heta ku hemû mafên hatine dayin û yên ku ewê werin dayin
nekevin binê garantiya qanûnan, dibê kurd ji samîmiyeta dewletê bawer nekin û
doza garantiyên zagonî û qanûnî bikin.
Heger dewlet bi rastî, bêyî hîle û xapandin dixwaze mesela
kurd çareser bike, wê demê mafê dide dibê bigre bin garantiya qanûnan.
Kî dikane garantiya wê yekê bide ku dewlet van ”gavên
demokratîk” û ”pakêta kurd”, ”hewildana mesela kurd” weke perçeyekî şerê
çekdarî yê şikandin û têkbirina tevgera kurd ya netewî nabîne û ji bo vê
armancê van ”gavên” taktîkî navêje.
Ji ber ku him serokwezîr û him jî serokerkan gelek caran
gotine ”teror” tenê bi çekan ji ortê ranabe, li gel çekan dibê aliyên
meselê yên kulturî, aborî û zimnan û nasnameyî jî were dîtin.
Esas bi danîna navê kanala ”pirzimanî”(TRt6), ji dêlî kanala
kurdî û beşê ”zimanên zindî”, ji dêlî beşê zimanê kurdî, dewletê sinyala
nesamîmiyetê û xapandinê nîşan daye.
Dibê siyasetmedarên kurd û kurdên ku di nava AKP-ê da ne û
baweriya xwe bi ”pakêtên” AKP-ê tînin sebebê guherandina van hrdu navan ji
dewletê bikin.
Dibe ku dewlet weke taktîk van ”tawîzan” dide, ji bo
ku kurdan bîne hember hev û dûra jî piştî guherîna hukûmetê her tiştî dîsa bibe
wezna berê.
Ji bo em bawer bikin ku armanca dewletê ne ev e, dibê dewlet
tiştê dide bigre bin garantiya qanûnan.
-Gelo ji bo bi dest xistina mafên xwe yên netweyî û ji bo pêşerojeke bihêz di dema nêzik û navîn de divê Kurd çi bikin? (Herî kêm 5 made)
Bersîva vê pirsa we, min di pirsa pêşî da daye, yanî tiştên ku dibê dewlet bike, dibê kurd jî bixwazin û ji wan daxwazan bi qasî misqalekî jî danekevin.
Ji bo ku kurd bikanibin bi tirkan ra bijîn, dibê ew jî weke
wan xwediyê eynî mafan bin û ev jî teqabulî federasyonê dike.
Heta ku dewleta tirk mirinê nebîne bi tayê razî nabe, loma
jî dibê kurd ji nîşandana ”mirinê” danekevin.
Helbet ev nayê wê maneyê ku dema dewlet hin gavên biçûk
bavêje dibê em li dij derkevin û nexwazin.
Na, dewlet bi xwe çi gavan davêje bira bavêje, ya girîng
dibê hêzên kurd, ronakbîr û nûmerên miletê kurd bi îdîea û argumenta dewletê
netirsînin, xwedêgiravî ev daxwaz îro ”ne realîst in” dev ji daxwaza serxwebûnê
û herî kêm jî federasyonê bernedin, doza miletê kurd li ciyê rehetiyê hewqasî
danexin û erzan nefroşin.
Çimkî tirk hîn me weke mixatab jî qebîl nakin, hîn bi me ra li ser amsê rûneniştine û dest bi bazarê jî nekirine, loma jî tu sebeb tuneye ku em xwe bi xwe bibin bûk û zava û dev ji daxwaza xwe ya dewletbûnê berdin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar