22 april 2022

Tirk dixwazin rojava û başûrê Kurdistanê dagir bikin !

Tirkiyê dest bi topbarana Kobanê kiriye. Li Kurdistana başûr jî eynî tiştî dikin, her roj çend gundên başûr topbaran û bombebaran dikin û hukûmeta Kurdistanê jî bêdeng e.

Ev yek îşareta destpêka êrîşeke mezin e. Tirkan nêt heye Kobanê jî wek Efrînê dagir bikin.
Rûsya dengê xwe nake, lê heger Amerîka li dij dernekve ewê biceribînin.

Talûkeya li pêş me kurdan, him li başûr û him jî li rojava pir mezin e. Tirk dixwazin herdu herêman jî dagir bikin. Hilweşandina Kurdistana Federe bi qasî hukûmeta rojavayê Kurdistanê hedefa Tirkyê ye. PDK û YNK û hêzên din vê pilana tirkan nabînin.

Tirk herî kêm dixwazin Zaxo, Dihokê, Mûsilê, Kerkûkê û tevahiya Kurdistana rojava dagir bikin. Ji bo vê yekê haziriyên mezin kirine.

Ev yek baş xuya dike.

 

XXX

”Gava mişk digre pisik şêr e, lê gava bi piling ra dikeve şer dibe mişk.”

///Şadî Şîrazî

Li hemberî me tirk tim şêr in, tim xurrîn ji wan tê, lê li hemberî Rûsyayê û Amerîkayê, heta li hemberî Îranê jî dibin mişk.

Heta tirk şêr bin, em jî "pirsik" bin ewê tu carî me rehet nehêlin, tim bixwazin me vixwin.

 

XXX

Hin kurdên me heger zêde ne timakar û pûlperest bûna, heger zêde ne heyranê kursî û meqamên bindestiyê bûna nedibûn berdevk û şelafên Erdogan û dewleta tirkan.

Meqamê dijmin jî, perê wan jî pîs e, qirêj e, meriv rezîl û bêşexsîyet dike.

 

XXX

Dogu Ergil 11 sal berê, di 24ê tebaxê da li ser siyaseta Tirkiyê tiştekî xweş gotibû. Min ew peyv wê demê kiribû kurmancî û di platfora Dîwanxaneyê da belav kiribû. Ez nuha lê rast hatim.

"Siyaset, bi cînayetê were kirin ji îdareya wê ra dîktatorî, ji ferd ra qatil, ji civakê ra jî terorîst tê gotin. Çimkî wasiteyên siyasetê cuda ne: Muzakere, bazarî, îqna û lihevkirin.

Welatên ku siyasetê bi van wasiteyan dikin ne zêde ne. Ji ber wê ye em ji wan ra dibêjin "medenî" û "demokrasî".

Civatên siyasetê di nava pîvanên medenî da nakin ne demokrasiyê, wasiteyên tehakumê bikar tînin. Yanî grûbeke biçûk(hindikayî), li gorî berjewendiyên xwe, li gorî dîtinên xwe yên civakî û dinyayê tahakumê datîne ser piraniyê û wan îdare dike. Felsefeya îdareyê basît e: Ya ezê te îdare bikim, ya jî ezê te bikujim....”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE