Îro roja paqijiya taxa(mehela)me bû. Em ji hal da ketin. Me saet di 09.00 da dest pê kir.
Min û xanimê lepikên xwe yên kar kirin destên xwe, rahîşt tirmixên xwe û wek
şêr û şepala me dest bi karê xwe kir.
Em sê saetan qûr ve bûn, rast ve bûn, pişt ket ber me, em westiyan.
Lê me derdora mala xwe, herêma xwe ji gemarê, ji tişmiştên plastîk, ji qirş û qal û pelan paqij kir. Paqijî baş e.
Piştî qedandina kar meriv bi hev ra xwarineke sivik dixwe û vedixwe. Meriv sosîs(sunciq)dibrêje.
Ez û xatûn hetanî saet 12a xebitîn. Min sosîsekî xwe xwar û qahwa xwe jî bi ser da vexwar. Xanim sosîs naxwe, wê qahwe û paste girt. Camêran çend babet saft jî kirîbûn.
Berê dema swêdî di piraniyê da bûn roja paqijiyê her kes dihat dixebitî, lê nuha piranîya şêniyên taxê bûne xerîb, xerîb jî nayên paqijiyê, yên tên pir hindik in.
Çend kal û pîrên swêdî mane, feqîra tên lê bi wan kar naçe serî.
Ji ber wê jî komela me di kongreya îsal da biryar girt paqijiya demsalê bide fîrmayeke paqijiyê.
Piştî me karê xwe qedand, sosîsê xwe xwar û qahwa xwe vexwar, me dest bi gerra xwe ya rojana kir, em 7,07 km jî geriyan û hatin malika xwe.
Me fîncanek qahwa din jî vexwar. Nuha em ji hal da ketine. Me di telewîzyonê da li belgefîlmekî bi navê, ”Ji bo xelaskirina miletekî meriv çi dike?” temaşa kir.
Bi swêdî, ”Hur gör man för att rädda ett folk?” Bi îngilîzî, ” How do you save a people?”
Dûra xewa xanimê hat, çû xwe dirêj kir. Nêta min jî hebû, lê min dest bi vê nivîsê kir.
Dokumenterekî li ser xebatên enstîtuya dewletê ya bîyolojiya nîjadî ye. Enstîtu di sala 1922a da ava bûye û hetanî 1958a xebatên xwe yên nîjadperestî domandiye.
Fîlm qala çîroka damezrîner û rêvebirê enstîtuyê Herman Lundborg(1868-1943) û xebatên wî yên irqçî dike.
Herman Lundborg tuxtor û bîyologekî irqçî bûye û gotiye gerek swêdî û samî(lapî)û fîniyên li bakurê Swêd dijîn bi hev ra nezewicin, bi zewaca tevlihev swêdî ewê xera bibin.
Li gorî dîtina wî tevlihevbûna nîjadan ne baş e, însan deform û aqilkêm dibin.
Herman hetanî sala 1935 serokê Ezstîtuya dewletê (Rasbiologiska institutet) bûye.
Çiqas sam û fîniyên Tomadal hebûne rismên hemûyan girtine, serê wan, ruyên wan pîvane û hemû zanînên li ser kok û laşên wan bi teferûat qeyd kirine.
Naziyên alman gelek qîmet dane teoriyên Herman Lundborg, di sala 1936a da ew kirine tuxtorê şerefê û hin pêşniyarên wî xistine praktîkê.
Fîlm ji alî Maja Hagerman û Claes Gabrielson hetiye çêkirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar