23 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -99-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX

1986-04-23


*Îro min forma xwe ya hemwelatîtiyê teslîmî pûlis kir. Yanî min çû got ez dixwazim bibim hemwelatiyê Swêd.

Qebûl bikin, qebûl nekin ez nizanim. Ewê qebûl bikin, lê ez nabim swêdî. Zarokên min, neviyên min jî nabin swêdî. Nifşê çara belkî.

Lê çi be jî ji hemwelatîtiya Tirkiyê se qatî baştir e. Bi pasaporta Swêd ezê kanim rehet bigerim. Bi vê pasaporta îdare ger zor e.

*Heyder Diljen got cenazeyê Eyûb Adsiz ewê roja çarşemiyê bişînin welêt.

Dibê em roja sêşemiyê herin Kopenhagenê ji bo ku beşdarî merasima cenace bibin.

XXX
1996-04-23  

*Rûsyayê dawiya dawî ba li Dûdayev anî, ew kuştin.
Bi kuştina Dr. Qasimlo, farisan derbeke mezin li tevger û liberxwedana kurdan xistin, hela ka em binêrin çeçen ewê çi bikin, tunebûna Dûdayev ewê çi tesîrê li wan bike?

Ez bawer dikim çeçen ewê nekevin rewşa me kurdan, ewê kanibin dewsa Dûdayev tije bikin.

*Filistîniyan madeyên ”dibê Îsraîl ji ortê rabe” ji destûra xwe derxistin. Lê tirk hîn hebûna me qebûl nakin. Lê ewê jî wek filistîniyan rojekê werin îmanê, mecbûrî vê yekê bibin. Ya muhîm ev dem pir dirêj nekşîne. Ev jî girêdayî tifaq û micadela me ye.


XXX
1986-04-23

Min û Seîd Aydogmuş li bajêr hevdu dît. Du meqaleyên Musta Ekmekçî û genelgeyek partiyê da min. Di meqaleyên Mustefa Ekmekçî da Aslan Menguç qala kurd û tirkên li Swêd kiriye. Di herdu nivîsan d ajî li ser kurdan tiştên ne baş gotiye. Seîd xwest ez di Berbangê da nivîsekê li ser van nivîsan binivîsînim.

Ji ba Seîd çûm ba pûlis ji bo ku forma xwe ya hemwelatiyê teslîm bikim, lê girtî bû, ma sibe.
Çûm mala Malmîsanij. Em hinekî li ser semînera wî ya wê rojê(tarîxa rojnamevaniya Kurdistanê)peyivîn. Mesele hat ser Bavê Nazê. Ew di heqê Bavê Nazê da negatîf bû. Bi baweriya min jî di gotinên xwe da bi heq bû, ez jî wer difikirim. Bavê Nazê nivîskarekî baş e, edebiyata eûsan baş zane, lê hin aliyên wî kêfa min jê ra nayê. Nivîskarên kurd, eserên bi kurmancî hatine nivîsîn pir biçûk dibîne, kesî naecibîne, di her kesî da kêmasiyekê dibîne û xwe jî pir mezin dibîne.

XXX

1999-04-23

*Pirr mixabin MED TVê jî girtin. Ez pir û pir li ber ketim, fena ku ewladekî xwe wenda bikim.
Komîsyona ITCê biryara xwe îro eşkere kir. ITCê di biryara xwe da dibêje MED TV heta nuha weşaneke li gor pirensîbên ITCê nemeşandiye û tu garantî tuneye ku ewê ji nuha û pê da jî rîayetî wan pirensîban bike. Lema jî em lîsansa MED TVê îptal dikin.

Biryara ITCê ji huqûqî bêtir helbet siyasî ye. Ji xwe Suleyman Demîrel ji ber vê biryara ITCê îro sipasî Tony Blair dike û Blair jî di bersîva xwe da dibêje di vî warî da tiştê bikeve ser milê me emê bînin cî.

Ev biryar ji bo demokrasiya Ewrûpa rûreşiyeke mezin û ji bo kurdan jî derbeke pirr giran e. 

Tirk ji nuha û pêve ji bo ku moralê kurdan xera bikin ewê bi kêfa dilê xwe derewan bikin û şerekî psîkolojîk bimeşînin. Ji xwe wa ye dest pê kirin jî.

Mesela kanala STARê îro xeberek li hev ragirt, got mîlîtanekî PKKê jina Remzî Kartal revand û barek derewên din li dû hev rêz kirin…

Nûçe bi hawakî wer dan, fena ku bibijên dema hûn nebin hevalên dewletê halê we ev e, ewê him qarîyera we ji destê we here, him zarokên we werin kuştin, him jî ewê jina we ji we bistînin.
Yanî girtina MED TVê bi vî hawî pîroz kirin.

Helbet MED TVê hebûya nikanîbûn dereweke wiha bi hêsanî bikirana, heger bikirana jî îmkan hebû ku di cî da derewa wan derxin meydanê.

Lê ji ber ku ev îmkan ji destê kurdan hate girtin êdî li gor kêfa dilê xwe û bi hawakî bê tirs derewan dikin, wek rûviyê li gundê bêkûçik bi kêfa dilê xwe bigere, ew jî wer bêtirs derewan dikin.

Min mesela jina Remzî Kartal ji Heyder pirsî. Heyder got ev mesele ne nuh e. Jinikê û Remzî ji zûda ye hevûdu berdan e. Jinikê ji zûda ye ji xwe ra yek dîbû û pê ra dima.

Yanî meseleyek çend meh berê qewimîye lê ew îro derdixin pêş û mezin dikin.

Ji ber ku medya Tirk jî wek dewletê di detê şebeke û mafîyayê da ye lema jî pirr bêexlaq e, pirr bêşerf e. Di weşanên wan da ji norm û exlaq zerre jî nemaye, ji bo wan li hember kurdan her tişt mubah e.

*Ez bi Salim(Çelîker) ra li ser netîceyên hilbijartinên Tirkiyê û Kurdistanê hinekî peyivîm. Ew jî wek min ji netîceyê memnûn bû.
Lê belê Abid Dundar got min dixwest li Diyarbekrê Fazîletê qezenc bikira. Çimkî serokê belediyê ji bo bajêr baş dixebitî.

XXX
2017-04-23

Ji Ferhadê Mihemd ra
Çîrokeke pir xweş e, sûretên, teşbîhên pir xurt tê da hene. Zimanê wê zengîn û mişt taswîrên balkêş in. Ji alî zimên û gotinan da jî gelkî dewlemend û xweş e.
Bala meriv dikşîne, meriv bi xwe va girê dide, meriv dawiya çîrokê meraq dike. Ji bo çîrokekê ev yek gelkî muhîm e. Serketin e.
Kêmasiya wê dibê ji alî yekî zimanzan ve were rastkirin. Hin der dibê bibin paragrafên nuh. Yanî ji  bo hêsankirina xwendinê dibê meriv rast bike, dûzaneke xweşik bidê.
Lê wekî din bi rastî jî çîrokeke gelkî xweş e, piştî min qedand, ez careke din lê vegeriyam.
Mixabim wexta min tuneye rast bikim. Lê miheqeq nas û dostên te hene, bira yek bixwîne û ji bo weşanê hazir bike.
Gelek silavên dostaniyê
Zinarê Xamo

 XXX
Mamoste merheba,

Em ê bi xêr kitêbê bidin çapê. Ez dixwazim ev gotina te di berga paşiyê ya kitêbê de bête nivîsandin gelo te destûr heye da ku em wê bidin nivîsîn?

''Ferhadê Mihemed di Çîroknivîsîna Kurmancî de dengekî nûh e. Dixwaze peyva xwe bi rengekî xweş û xerîb bibêje. Di dawiya çîrokê de dikare xwendevanê xwe matmayî bihêle. Hêvî dikim dev ji nivîsandinê bernede.

Gelekî silav
Ferhadê Mihemd

XXX
2021-04-23
Ji Alî Çîftçî ra

Elî merheba !
Ser xêrê be, we kitêba Amed Tîgrîs ya li ser malbata Ristemê Zal çap kiriye. Bi ya min navê kitêbê, tewanga navê ”Zal” şaş e. ”Mala Zalê” şaş e, tewanga navê mê ye. Wek mala Fatê, mala Eyşê, mala Zînê, mala Meyrê. Lê Zal, ne jin e, mêr e. Lema jî nabe meriv bibêje ”mala Zalê”, dibê meriv bibêje ”Mala Zal û Teyrê Sîmir”. Ya jî bibêje ”Mala Zêl û Teyrê Sîmir”, lê ne hewceyî tewangê ye, ”Mala Zal û Teyrê Sîmir” rast e. ”Mala Zalê” tewanga femînîn e, şaş e. Licî giş wiha dibêjin, lê çewt e. Nabe meriv bibêje ”mala Zalê”! Tu kanî ji Mistefa Aydogmuş, ji Lewendî ya jî ji yekî zimanzan bipirse. Nabe tu bibêjî ”Mala Zinarê û Teyrê Sîmir”, gerek tu bibêjî ”Mala Zinar û Teyrê Sîmir” ya jî ”Mala Zinêr û Teyrê Sîmir”!


Elî dîtina min qebûl nekiriye, gotiye:

”Spas, kekê Zinar ji bo ev têbînîya te! Tu rast dibêjî ji bo tewanga ê ya ji bo femînîna, lê di hinek halan de ji bo nêr jî tê bi karanîn. Ev navê Mala Zalê, berî mamoste Amed Tîgrîs bi dehan kesan heta niha li ser Ristemê Zal û Mala Zalê kitêp nivisîne an jî ji devê çîrokbêjan berhev kirine. Hemûyan jî Mala Zalê bi karanîne ne mesela kurdîya Lîçê ye. Wek Memê Alan, mala Elîyê Unus, mala Zinarê Xamo, Mala Gepê, Mala Hesikê uhw...”
Ez dibjim tu şaş î, kes ji Ristemê Zal ra nabêje ”Ristemê Zalê”. Zal navê bavê wî ye, ne yê dîyawî ye.
Memê Alan rast e, Alan navê peya ye. Mala Eliyê Ûnis rast e, Ûnis peya ye. Zinarê Xamo rast e, Xamo navê peya ye.
Mala Hesikê Rast e, Hesik peya ye.
Heger Zal jin bûya wê demê Ristemê Zalê, Ristemê Zînê rast bû. Lê Ristem ne bi navê diya xwe, bi navê bavê xwe tê naskirin. Lema nabe tewanga ”ê” were dawiyê. Hin kes bi navê diya xwe tên nasîn.
Mesela: Ahmedê Fatê, Sînoyê Sitê, Ristemê Zeynê, Eliyê Mencê, Xalidê Reşê û hwd.
Yanî herçiyê şaşiyê ew nav şaş e, lê dîsa jî tu bi kêfa xwe yî. Bimîne di nav xêr û xweşiyê da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar