07 april 2022

Terorîstên Daîşê li Anqerê tîcareta keçên êzdî dikin

Terorîstên Daîşê li Anqerê hîn jî jinên êzdî êsîr digrin û difroşin malbatên wan.

Li gorî BasNewsê nivîsîye, keçeka êzdî bi navê Rojda li Anqerê ji destê yekî Daîşê hatiye xelaskirin.

Keça êzdî Rojda ev 3 sal bûne li Anqerê li mala yekî Daîşî êsîr bûye, malbata wê bi 8 hezar Dolarê Amerîkî ew ji yê Daîşî kirîne.

Aqilê meriv disekine! Terorîstên Daîşê li Anqerê jinên êzdî êsîr digrin, difroşin. Rojda giran nexweş bûye.

Ne mimkûn e haya dewletê ji vê bazarê tunebe.

Tirkiye bûye welatê terorîstên Daîşê. Anqere bûye bûye Mûsil.

Bi dehhezaran terorîstên Daîşê û îslamî li Tirkiyê qişle bûne, îr roj li dinyayê ji bo Daîşê welatê herî ewle Tirkiye ye.

Li Anqerê terorîstên Daîşê hîn jî jinên êzdî difroşin û dewlet jî lê temaşe dike.
Dewleta her roj çend hevalê Cimata Gulen û çend  hevalê PKKê digre li Anqerê mazata Daîşê ya jinên kurdên êzdî nabîne.
Ev ne mimkûn e, Ji çarhawêlî dinê bi hezaran terorîstên îslamî li Tirkiyê kom bûne û Tirkiye wan li Sûriyê, li Îraqê û li gelek welatên din wek çete û leşkerên xwe bi kar tîne, bi wan pera qezenc dike.
Ji bo wê jî wan nagrin û dihêlin tçcareta jin û zarokên kurdan bikin. Ev tîcaret di bin çavdêriya Tirkiyê da dibe.

 

XXX

Bi gezgezokê taret nayê girtin

Heger em dixwazin ji vê xebat û micadeleya xwe ya bi salan netcîyeke baş bidestxin û ji bindestiya tirkan xelas bibin, dibê em dev ji partiyên tirkan û partiya Tirkiyê û hêviya ji serokên tirkan berdin.

Ji me ra ji Erdogan, ji Davutoglu, ji Babacan, ji Kiliçdaroglu tu xêr û fêde nayê. Giş dixwazin me bikin tirk, Kurdistanê li xwe bihelînin.

Bi gezgezokê taret nayê girtin. Serokên tirkan, partiyên tirkan gezgezok in.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE