07 april 2022

Ez îro vaksîna çara jî bûm

 

Min îro çû derziya corona ya çara jî li xwe xist û heger ne derew be parastina li hemberî COVîD-19ê bi Vaksîna Moderna saxlemtir û qewîtir kir.

Lawkê me yê biçûk got bavo ne lazim e, çimkî tu bi coronayê ket û jê xelas bû, lema jî êdî ne hewce ye, lê min guh nedayê, min îro xwe jê vedizî û çû derziya Moderna li xwe xist. 
Ji xanimê ra hîn mehek maye.

Hewce be, ne hewce be, baş be, ne baş be ez nizanim, bi ya tuxtor û pisporan dikim. Pispor, alim dibêjin vaksîn baş e, dibê meriv bibe. Ez jî gurra wan dikim.

Ez bi xwe nizanim hewce ye, ya jî hewce ye, fêda wê heye ya tune ye. Lê dewlet, kesên zane dibêjin vaksîn bibin baştir e. Rast, çewt ez guh didim kesên pispor.

Do dema ez û xanim digeriyan em rastî hevaleka min a kar hatin. Pîreke swêdî ye, îşareta zaferê kir û bi dilşadiyeke mezin got, ”ez do vaksîna çara jî bûm…”

Ruh şîrîn e, fena ku nexweşiya coronayê û mirin sedîsed ji xwe dûr xistibe kêfxweş bû.

Min jî îro derziya corona ya çara jî li xwe xist, hêvî dikim bi vê yekê min tedbîra xwe saxletir kiribe û bêxwediya coronayê êdî bi ebedîyen ji xwe dûr xistibe.

Tiştê ji min tê ev e, hêvî dikim têrê bike. Lê helbet dîsa jî dibê meriv li paqijiya xwe, li têkiliyên xwe miqate be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE