07 april 2022

Îro gîsko ye

Ev du sê roj in li Stockholmê hewa qet ne xweş e, ge dibe ewr, ge dibe sayî, ge dibe berf, ge dibe baran.

Îro jî wisa bû, ji vêsê da ye ge dibe berf û şilope, ge dibe baran. Berfê vekir, ev çend saet in ximîna baranê ye.

Bîstek berê xortê me yê biçûk ji karê xwe şilûpil bûyî hat mal. Xanimê bala xwe da halê wî û jê ra got, tu zanî, îro ”gîsko” ye, lê çîroka gîsko nizane.

Min mesela gîsko bihîstiye, di meha nîsanê da dema ji nişka ve dinya dicemidî, ge dibû berf, ge dibû baran û carnan jî roj derdiket, diya min a rahmetî digot ”wele îro eynî gîsko ye”.

Çîroka gîsko heye, lê nayê bîra min çawa bû. Çîrok li ser pîrekê û gîskên wê ye, nabêna pîrê û meha nîsanê ne baş e û meha nîsanê ji nişka ve lê tê xezebê, dibe berf, sar û serma û gîskên wê gişan dikuje.

Lê çîrok çawa dest pê dike, çawa diqede nayê bîra min.
Yê çîroka gîsko zane heger binivîse ezê kêfxweş bibim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE