13 april 2022

Gava kurd li hev neyên kes nikane wan li hev bîne

Li gorî hin xeberên di medyayê da belav bûne Amerîka ketiye nabêna ENKSê, PYNK, PYDê dixwaze wan li hev bîne, bîne ba hev.

Ev xebata Amerîka ji zûda ye heye, lê hetanî nuha tu netîceyek nedayê, çimkî hin kurd tifaqê, yekîtiyê naxwazin. 

Di nav ENKSê da gelek ”partî” û kes ketine bin emrê Tirkiyê, li gorî emir û destûra Tirkiyê hereket dikin.

Lema jî hetanî ENKSê ji bin kontrola Tirkiyê dernekeve li rojava tifaq û yekîtiya bi HSDê, bi PYDê, PYNKê ra ne mimkûn e, çimkî tirk nahêin.

Amerîka li başûr jî ev çand sal in ketiye nabêna PDKê û YNKê jî, lê ji vê hewildana Amerîkayê jî hîn tu netîceyek berbiçav nehatiye bidestxistin.

Heta kurd bi xwe nexwazin tu kes nikane wan bîne ba hev, dibê kurd bi xwe terefdarê tifaqê û yekîtiyeke netewî bin.

Lema jî gerek ne hewceyî nabêncîtiya Amerîkayê bûya, dibê kurdan bi xwe li hev bikirana û tifaqa xwe ji zûda çêkiribana.

Lê nakin, çimkî hinekên wan pişta xwe sipartina Tirkiyê, li gorî daxwazên Tirkiyê hereket dikin; hinekan jî pişta xwe sipartine Îranê, li gorî tiştê Îran ji wan dixwae hereket dikun.

Heger partiyên kurd yên başûr û rojava neketana nav lepên Tirkiyê û Îranê, li gorî berjewendiyên miletê kurd ên netewî hereket bikirana ji zûda yekîtiya xwe çêkiribûn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE