Du merivên sextekar bi derewa xwe kiribûn qadî û di meha Remezanê da gund bi gund digeriyan, li ser Remezanê çend pirs ji xelkê dikirin, yê nizanîbûya dixistin feleqê û pere ji wan distendin.
Qadî bi vê hesiya û herdu sextekar dan girtin û xistin feleqê û binê nigê wan ço kirin:
-Ev ji bo nimêja sibê, ev ji bo nimêja nîvro, ev ji bo
nimêja esir, ev ji bo nimêja mixrim û ev jî ji bo nimêja eşa. Ji bo her
nimêjekê çoyek li binê nigê her yekî xistin û berdan.
Piştî ji gund hinekî bi dûr ketin yekî got:
-Ez nikanim bimeşim, binê nigên min jan dide, em li vir
bîstekê rûnin westa xwe bigrin.
Hevalê wî got:
-Bimeşe, nuha ne wexta rûniştinê û bînvedanê ye. Şikir bike
qadî nimêja terawîhê ji bîr kir. Heger ew jî were bîrê mala me şewitî !
XXX
Meşa kevjalê
Kevjalê(çeqelê) ji geda xwe ra got:
-Kelala diya xwe, tu çima tim xwe bi ser kêlekê da dişkînî,
ser kêlekê dimeşî, rast bimeşe!
Kevjala biçûk got:
-Dayê, tu bide pêş min rast bimeşe, ezê jî bidim dû te û wek
te rast bimeşim…
Nikane
Firêna texsiyê teqiya bû, ji kêş serberjêr diçû. Rêwiyê tê
da ji tirsa qutufî, ji şufêr ra got:
-Besekinîne !
Şufêr qîriya, got:
-Tu nabînî, ez nikanim bisekinînim.
-Wê demê taksîmetroyê bisekinîne!
Mêrikê tiryakî
Di wext û zemanê berê da hetanî hîlala(nîvhîv) meha Remezanê
xuya nebûya ne caîz bû rocî were girtin. Yekî tiryakî ji bo ku hîlalê nebîne
perdeyên paceyên mala xwe berda bûn, cara li hewa jî nedinêrî.
Êvaran dema diçû qahwexaneya taxê(mehelê)serê xwe dixist ber
xwe ji bo ku li ezmên hîlalê nebîne. Şevekê dîsa serê wî di ber da dimeşiya, di
çalikek ava baranê da çavên wî bi eksa(sûretê)hîlalê ket. Carê hîlal dîbû, ji
mecbûrî got:
-Hey mubarek! Tu çi xwe dixî çavê min? Min fêm kir Remezanê
dest pê kiriye !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar