12 april 2022

Hin tarîxzanên me ji yên dijmin ne baştir in

Ji ber ku di tarîxê da kurd nebûne xwedî deweletên serbixwe, nebûne xwedî împaratorî kêm belge û şop li pey xwe hîştine, nikanîbûne wek faris û erebên xwedî dewlet di heqê tarîxa xwe da belge û eserên nivîskî li dû xwe bihêlin.

Hin kurdê xwedêgiravî dîroknas in ji ber kêmayî û tunebûna belge û tarîxa nivîskî kurdan tune dikin, dikin sifir, fena ku berî musilmanbûna kurdan li Kurdistanê kurd tunebûn, îslamiyetê kurd û navê kurdan derxistiye qada tarîxê.

Ev dîtineke pir şaş e, nêrîneke bi çavê tarîxzanên tirk e, tirk jî li ser kurdan tiştên wiha dibêjin.

Gava meriv nebe xwedî dewlet, nebe xwedî artêş û dezgehên netewî helbet meriv nikane wek Bîzansan, wek Fîrewnên Misrê eseran li dû xwe bihêle.

Pêşiyên me li dû xwe eserên nivîskî hiştibin ya ne hîştibin em bi qasî ereb û farisan qewmekî kevn yê vê coxrafiyê ne.

Dema artêşa ereb di destpêka sedsala 7a da dewleta Sasanî û Kurdistan dagir kirin, ne sasanî tenê, kurd jî bi zor, bi şûr kirin musilman.

Kurd bi hatina ereban ra çê nebûn, kurd berê jî li welatê xwe hebûn, lê wek sasanîyan û bîzansiyan ne xwedî dewlet bûn, mîrektiyên kurdan hebûn.

Lê di telewîzyona Rûdawê da tarîxzanekî soran got berî îslamê kurd murd li piyasê tunebûn, ereban bi sasaniyan ra şer kirin, ne bi kurdan ra.

Tarîxzanên xelkê miletê xwe mezin dikin, yên me dibêjin ji berê û ber da em tunebûn, pêşiyên me ne tişt bûne, tu carî nebûne milet û negotine em kurd in. Piştî Îttîhatçiyan pantirkîstî kirin, kurdan jî gotin em kurd in.

Ev ne rast e, Ehmedê Xanî gelkî berî Îttîhatçiyan, 300-350 sal berê gotiye:

Ger dê hebûya me îttifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek

Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî

Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet

Di wê serdemê da tu erebekî, farisekî wiha negotiye, gişan qala yekîtîya miletên misliman û dewleta îslamî kirine.
Helbet fikra serxwebûnê û dewleta kurd berî Ehmedê Xanê jî hebû, lê cara pêşî bi vî rengî wî aniye zimên. Yanî belge hebe, tunebe fikrê Kurdistaneke serbixwe pir kevn e, berî hatina ereban kurdan digotin em kurd in û dixwestin dewleta xwe ava bikin lê nikanîbûn.

 XXX

Bi du û nifiran em nagihîjin tu miraz û tu miradan.

Heger dua kûçikan qebûl bibûya ewê ji asîmanan hestî bibariya.

Ji bo wê jî ji dua û nifiran bêtir xebat û liberxwedan lazim e, fedekarî lazim e.

Heta kefa dest reş nebe tahma dev xweş nabe.

Destê xebitî tim li ser zikê têr e...

Meriv ne bi dua, bi cahd û xebatê ji bindestiyê xelas dibe.

 XXX

Meriv tiştekî difikire, ji xwe ra hesabekî dike lê siûd tiştekî din derdixe pêş meriv û hesabê meriv di serê xwe da kiriye giş pûç dibe, bi avê da dihere.

Xwezî meriv bizanîbûya siûdê çi derxe pêş meriv, çi nîşanî meriv bide. Lê ew jî ne mimkûn e.

Lê jiyana bêsurprîz jî mirî ye, qet ne xweş e.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE