Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1987-04-16
Zarokên Hemîd Kiliçaslan hatine, em çûn xêrhatina wan. Hemîd yekî xweşsohbet e, meriv ji çîrok û pêkenînên wî têr nabe. Di her hevdîtin û sohbetekê meriv çend pêkenînan jê dibihîze. Ez ji sohbeta wî hez dikim. Xanimên me jî hev nas bikin baş e, herdu jî gundî ne, kêfa wan ewê ji hev ra were.
XXX
1997-04-16
Faris(Medenî Marsîl)telefon kir, got ma tu yê kînga dest bi quncikê xwe yê Armancê bikî?
Berî serê salê li ser israra Mûrad Ciwan min gotibû erê ezê dest pê bikim.
Min ji Faris ra got, ji 3-4 meha carê derketina jimarekê ne hêjaye meriv quncikekî veke. Him vê yekê, him jî xeta siyasî ya xwediyên Armancê şewqa bi min ra çê bûbû kuştin. Lema jî ezê nenivîsînim.
Lê li alî din heger carnan kanibim hin tiştan binivîsînim ezê bidim we.

1999-04-16
Di hilbijartinan da HADEPê rayeke zêde bigirta ewê gelkî baş biba. Bi texmîna min heger hîla nekin ewê bajarajê derbas bike. Lê jI bo ku kurd nekevin meclîsê ewê her hîleyê bikin.
Heger HADEP têkeve meclîsê di saha legal û demokratîk da ewê hacetekî siyasî yê nuh û xurt têkeve destê Kurdan.Lê tiştê xuya dike heta ji destê dewletê were ewê nehêle HADEP barajê derbas bike.
Lê di siyasetê da surprîz her tim heye, carnan hesabê mal û bajêr li hev dernayê. Belkî vê carê wer bibe. Esas HADEP têkeve meclîsê jî tiştek jê dernayê, lê bira ev rê jî were ceribandin.
*Min îro Hemîd Kiliçaslan li çayxana Hecî dît. Me merheba da hev, lê me fersend nedît em hinekî sohbet bikin. Qahwe ne ciyekî misaîd bû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar