16 april 2022

Îro ez bêşans bûm

Îro saet di 13.00a da li Stocholmê, li Kitêbxana Kurdî çar jinên şair şiîrên xwe xwendin.

Min biryar dabû herim li wan guhdarî bikim. Lê ji ber vê nesaxiya xwe çavê min nebirrî herim.

Ev jî ji ber bêşansiya min e. Nesaxiyê di wexteke xerab da bela xwe di min da. Ez neçûm, lê dilê min li wir bû.

 

XXX

Siba we bi xêr gelê dost û gevalên ezîz!

Ev çend sal in min di malpera xwe ya Facebook û ya Twîtterê da her sibe dûrikeka li ser dila û pêkenînek belav dikir.
Piştî vê nerehetiya min ez nabênê didimê, êdî nanivîsim.

Hela bira demek jî wiha derbas bibe, dûra ezê binêrim. Li vir dawiyê didim dûrikên/dîlokên evîndariyê û pêkenînan.
Ez zanim hin nas, dost û xwendevan kêfa wan ji wan dûrik û pêkenînan ra tê, lê her tiştek destpêkek û dawiyek wê heye. Ez nabêjim ev dawî ye, belkî rojekê dîsa dest pê bikim…

Bimînin di nava xêr û xweşiyê da.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE