13 december 2021

Rehetiya tirkan di azadiya miletê kurd da ye

Lîreya Tirkiyê îro dîsa ser serî loxî jêr bûye, Dolarekî Amerîkî bûye nêzî 15 lîreyî. Bankeya Merkezî dîsa midaxela borsayê kiriye. Ji xwe her roj midaxele dike.

Banka Merkezî midaxela dereke şaş dike, ji dêlî borsayê dibê midaxeleyî Erdogan bike. Lê wiya jî nuha kes newêre. Ew jî ne hedê kesî ye.

Xwedê kir kes nikane devê Erdogan bigre. Hindik ma, heta çend mehên din ewê Tirkiyê bibe îflasê. 
Heta Erdogan li ser hukim be, dûzan ev dûzan be Tirkiye ewê roj bi roj bat bibe. Di rejîmeke wiha da ne mimkûn e îstîqrar çêbibe.

Milet birçî ye.

Bi hezaran însan li Stenbolê ji bo nanekî erzan bikirin bi saetan dikevin dorê. Bi milyonan însan birçîna qareqara wan e. Ev rewş ewê heta kînga dom bike ne diyar e. Tirk hetanî kînga ewê bêdeng bimînin?

Heta tirk ev tirk bin ewê perîşantir û rezîltri bibin. Neyartiya kurdan ewê Tirkiyê bike Afganîstan, bike Sûriye, Îraq. Hindik me...
Sebebê hebûna dîktatorekî wek Erdogan şerê li dijî miletê kurd e. Roja tirk mafê kurdan bidin, hebûna Kurdistanê qebûl bikin mesele çareser dibe, tirk ewê rehet bikin, ewê bi pêş kevin, ewê zengîn bibin. 
Lê hetanî ew şerê kurdan bikin ewê tim û daîm di vî halê rezîl û perîşan da bin.  

Bêyî kurdan kes nikane tirkan ji vê perîşaniyê xelas bike, azadiya kurdan ewê rehetiyê bide tirkan jî.

 

XXX

Bi dehhezaran kes beşdarî kongreya HDPê ya Stenbolê bûn. Milet guh nedaye slogana ”welatê mişterek” ya berpirsiyaran, li hemberî wê bi yek dengî slogana ”şehîd namrin, bijî Kurdistan” qîriya ne.

Zulm û terora dewletê gelê me teslîm negirtiye, bêtir hêrs kiriye.

Milet ji qerez û hêrsa dewletê ra dev ji HDPê bernade, piştgiriya HDPê, xwedîderketina li HDPê wek serîhildaneke netewî dibîne, wek şerekî li dijî dewleta dagirker dibîne.

Ev meyl û daxwaza milet mimkûn e di siyaseta HDPê da guhertinekê çêbike, di nav HDPê da xeta kurd û Kurdistanî xurttir bike. Dibê meriv bixebite vê xeta millî, kurd û Kurdistanî xurt bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE