28 maj 2021

Tirk daristanên Kurdistana Başûr dibirrin, dibin Tikriyê

 


Tirkiye li Kurdistana Başûr ji alîkî da gundan yek bi yek ji kurdan vala dike, leşker û çeteyên xwe di wan gundan da bi cî dike, qereqolan lê dike, li aliyê din jî bax û bexçeyên Kurdistanê dişewitîne, daristanan dibirin, daran dibin Tikriyê.

Hukûmeta Kurdistanê jî li Hewlêrê rûniştiye û li vê dagirkeriya tirkan temaşe dike. Teslîmîyeteke wiha nehatiye dîtin, tu milet welatê xwe hewqas bi rehetî nade xelkê.


Li herêma gundê Kêste tenê 6 hezar donim bax û bexçe şewitandine.

Serokê Lijneya Pêşmerge Rêving Hirorî li Parlamentoya Kurdistanê gotiye

”Tirkiyê cihên leşkerên xwe lê  bi cî kirine, daran dibirin û bingeha aborîya wan gundên li ser sînor ji nav dibe. Her cihên Tirkiyê lê bi cih bûye çeperên wek kelehan çêkiriye û  ê ra jî dibirin. Hinek cihên li ser sînor yên wek Nizarê Tavê, Elemînê heta bi Qesirkê cihekî wisa bû ku heta êvarî jî tu bigerîya ji daran mirov esman û roj nedidît. Bi leşkerên Tirkiyê ra cehş û çeteyên hatine heremê daran dibirin, dibin Tirkiyê.”

Û hukûmeta Kurdistanê jî li vê dagirkirina Tirkiyê temaşe dike, welatê xwe, bax, baxçe û daristanên gelê xwe napêre. T

irk li ber çavên gav bi gav Kurdistanê ji kurdan digrin, li bi cî dibin û kurdên me jî ji ber wan direvin, gundên xwe teslîma wan dikin.

Ez fêm nakim hukûmet, pêşmerge ji bo çi hene? Heger di rojeke wiha da pêşmerge ewê welatê xwe, gelê xwe neparêze, ewê kînga biparêze?

Ev bêdengî şaş e, teslîmîyet e, qebûlkirina dagirkirina Tirkiyê ye, bi vê vê bêdengiya xwe hûn Kurdistanê diyarî tirkan dikin. Dibê hûn welatê xwe biparêzin, rabin ser piya, derbekê berra tirkan bidin !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE