28 maj 2021

Bi sîleha xerabe şerê dijmin nabe

Yekî ji yê kal pirsî:

-Kalo, ev çi ye tu diçînî?
Kalo got:
-Kînga mezin bû tu yê bibînî.
Serxwebûnxwaz û nasyonalîstên kurd li Kurdistanê, di nava keç û xortan da, di nav miletê kurd da bizrê kurdperweriyê, nasyonalîzmê diçînin, gava ev bizir hişin hat, hûnê bibînin ewê çi berhemê bide!


Ew nifşê nasyonalîst ewê van siyasetmedar û serokên bêkêr û rebenok gişan bavêjin ser sergoyê tarîxê.

Serokên kurdan yên îro di tarîxa kurdan da serokên herî zeîf, herî bêkêr, herî ji nasyonalîzmê bêpar in.

Li her çar perçên Kurdistanê jî ev yek wiha ye. Ji ber wê jî yekîtiyeke netewî çê nabe, li her çar perçên Kurdistanê jî kurd perçe perçeyî ne. Dewletên mezin ketine nabêna wan lê ew jî nikanin wan bîne ba hev.
Bi sîleha xerabe şerê dijmin nabe; bi van siyasetmedar û bi van serokan em nikanin zora dijminên xwe bibin, ji bindestiyê xelas bibin û Kurdistanê ava bikin. Dibê em ji van xelas bibin.

Heger serokên me merivên millî bûna, li başûr û roja nuha em xelas bûbûn, Kurdistan çê bûbû.
Sebê ku li başûr rojava û hîn yekîtiya netewî û Kurdistana serbixwe tuneye partî û serokên in.
Li başûr ev 30 sal e Kurdistanê di nava xwe da talan dikin, xema wan ne xelasiya milet e, li dû berjewendiyên xwe ne.

XXX 

Roja hewa xweş e, roj heye ez û xanim em li hewşê xwe didin ber tavê û dikin leqleq. Wê demê jî karekî nakim, tiştekî nanivîsim, performansa min dadikeve.

Roja baran be, şilî û şepelî be ez hundur da me û wexta min bi xwendinê nivîsî derbas dibe. Lê roja hewa xweş be tembelî min digre, zêde ne berhemdar im.

Îro me çû alvêr axwe kir, hewcadriyên xwe giş kirîn û em hatin li hewşê rûniştin û qahwa xwe vexwar. Ev du sê saet me xwe daye ber tavê û em qal û bela dipeyivin. Em geh diherin welêt, geh tên vir…

Dawiya şêwran nayê, min hew dît wa ye danê êvarê ye, min karek nekiriye, tiştek nenivîsîye.

Lema min baz da hundur û kompîtora xwe vekir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE