27 maj 2021

Giş dizên qulekê ne

Hûn dibînin Tirkiye çi civateke genî û riziyayî ye; tirk miletekî çiqasî pûç û bêkêr e. Dewleta wan têkeve destê çeteyên mafyayê jî dengê xwe nakin.
Dewlet çi zulmê û bêqanûniyê bike jî tu carî dengê xwe nakin, serî hilnadin.

Ev çend hefte ne Sedat Pekerê mafya gelek cînayetên dewletê îfşa kirin, li ser wan gelek tiştên muhîm gotin. Lê hetanî nuha sawciyekî di heqê yek kesî da doz venekiriye.

Di medyaya sosyal da yek di heqê Erdogan û rejîma wî da gotineke argo bi kar tîne, roja din davêjin ser mala wî, wî digrin û di heqê wî da dozê vedikin.

Lê ji ber îfşayên Sedat Peker îfadeya kesî nagirin, dozê di heqê kesî da venakin. Çimkî welatek, miletek, dewletek teslîmî şexsekî bûye. Cureta serîhildanê bi tirkan ra tuneye, bêyî neyartiya kurdan tu tiştekî baş ji wan sadir nabe. Giş dizê qulekê ne.

                                          XXX


Seyid Evdilqadirê Nehrî û lawê wî Seyid Mihemed 96 sal berê, di 27ê gulana 1925a da li Diyarbekrê ji alî tirkên kemalîst ve hatin bi dardekirin.

Ew şehîdên Kurdistanê ne, emê şehîdên Serîhildana Şêx Seîd tu carî ji bîr nekin. Bi hurmet bibîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE