Nuha li Kurdistanê wexta tuya ye, dar xemilî ne. Yekî di feysê da rismê sênîyek tije tuyên reş belav kiriye.
Dilê min bijiyayê, zaroktiya min, herdu darên li pişt xaniyê me, li hewşa Xaltiya Leylo anî bîra min.
Ez hildikişyam ser darê. Me cilek, paçek li ser xênî radixist û min dawdişand. Havînan me têr tû dixwar. Ew risim hat ber çavê min
Min bîstekê bala xwe da risim û ji xwe ra got, xwezî bi wan rojên zaroktiyê, xwezî ez nuha li Kurdistanê bûma, xwezî nuha li ser wê dara hewşa Xaltîya Leylo bûma..
Ji kurdistanê, ji Tirkiyê her hema hema her mêwe û zebze tê vira, lê tû nayên. Diyar e tû mêweyek pir nazik e, zû xera dibe.Sala 2010a dema ez vegerîyam Kurdistanê, ez ji Diyarbekrê çûm Swêregê, rojekê bûm mîvanê Îzet kandemîr. Meha hezîranê bû. Dema ez û pismamê min Ekrem digerandin, li nav bajêr dareke tuyê bi ber çavê min ket.
Min dilbijokî kir. Min got xwezî ez zarok bûma û hilkişiyama ser vê darê û min têr tû bixwara. Min bi henek tiştekî wa got. Gtor keko ne problem e, li ser dikane tê firotin, ezê ji te ra peyda bikim.
Em çûn li parqê rûniştin. Parqeke meşûr e, nuha navê wê nayê bîra min.
Piştî 30 sal jiyana li surgûniyê ez vegerîyabûm welatê xwe, li ser kursiya lastîkî rûdiniştim û çaya swêregê vedixwar.
Parqeke pir xweş bû. Berî em bi rêkevin, çû qutiyek mezin tije tuyê reş ji min ra kirî. Belkî 3-4 kîlo hebû.
Min çiqasî got, bira pir e, viya gişî ezê çi bikim?, qebûl nekir, got:
- Ji zû da ye te nexwariye, bi xwe ra bibe, têr bixwe…
Me bi xwe ra bir Rihayê. Wê rojê min tûya xwe kuşt, min xwar û xwar, heta zikê
min êşiya…
Lê nuha jî di feysê da li rismê wan dinêrim…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar